Li Şemrexê Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a Vejîn hat vekirin

  • 19:10 24 Mijdar 2025
  • Rojane
MÊRDÎN – Li Şemrexê Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a Vejîn ku ji hêla qayûmê ve hatibû girtin, beriya 25’ê Mijdarê bi peyama "Azadiya civakê di azadiya jinê re derbas dibe" hat vekirin.
 
Şaredariya navçeya Şemrexê  ya Mêrdînê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Navneteweyî  de Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a ku di sala 2016’an de ji hêla qayûmê ve hatibû girtin, bi navê " Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a Vejînê" ji nû ve vekir. Hevşaredarên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Salîha Aydenîz û Berîtan Guneş Altin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel û Gulser Yildirim, rêveberên navçeyên DEM Partiyê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivil û gelek jin beşdarî merasîma vekirinê bûn.
 
Di merasîma vekirinê de axaftin hatin kirin û jinan balkişandin ser têkoşîna hevpar a jinan a li dijî tundiyê.
 
Piştî axaftinan navend bi dirûşmeyan hat vekirin.