Abdullah Ocalan: Em xwedî biryar û îradeya pêşxistina pêvajoyê ne

  • 11:59 3 Kanûn 2025
  • Rojane
ENQERE - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê diyar kir ku roja duşemê li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser derdorên dijberiya pêvajoyê dikin û xwestiye ku ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya hiqûqî de bê çareserkirin û hemû derdorên demokratîk berpirsyarî bigirin.
 
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hevdîtina di 2'yê Kanûnê pêk hatî de 4 seatan berdewam kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan encamên erênî yên hevdîtina bi Komîsyona TBMM'yê re pêk hatî nirxandin e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan bal kişandiye hewldan û gotinên demên dawî li dijî pêvajoyê pêş dikevin û ev wekî sabotajê nirxandiye.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ev rewşek wekî mekanîzmaya darbe di tevahiya pêvajoyan de derdikeve holê ye. Ev ne xebatek klasîk a darbeyê ye. Mîna hemleyek li hemberî hewildanên pêvajoyê pêş bixin, derdikeve holê. Divê wekî hewildanên avakirina rewşek xeternak û talûke bên famkirin. Di roja me de ev derdor berdewamiya hêzên devreyî normê yên dewletê ne. Li aliyê din li hemberî kevneşopiya mina terzek çand, siyaset, rêxistinbûna nepenî û aşkere ya wekî şêwazek darbeyê dixebite ku sed sala dawî ya Tirkiyeyê teşe kiriye, îradeyek siyasî û civakî jî derketiye holê û ev îrade bi hêz dibe.”
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser pêşketinên pêvajoyê û ev nirxandin kirine: “Mûdaxileyên derveyî demokrasiyê û şideta siyasî dê bi derxistine qanûnek aştiyê ya li ser bingeha hiqûqa piralî hatiye derxistin ji rojeva Tirkiyeyê derkeve. Di vî alî de daxuyaniya me ya 27'ê Sibatê bernameyek rê nîşan dide ye. Tevahiya gavên bi vê armancê hatine avêtin, berpirsyariya me girtiye ser milê xwe nîşaneya armanca me ya jiyana hevpar e. Li Tirkiyeyê hemû derdorên siyasî û civakî yên dixwazin şansê rêvebirin û îktidarê rast bikar bînin divê bi helwestek durist nêzîk pirsgirêkên siyasî bibin û bibin nîvekarê çareseriya demokratîk. Ev pêvajo tê wateya ku Kurd bi rêya hiqûqê tev li komarê bibin û bi beşdariya herî berfihek a civakî komarek demokratîk bê avakirinê. Ez dixwazim bêjim ku em xwediyê îrade û biryarek xurt a pêşxistina pêvajoyê ne.”