Komîsyon bi rojeva Îmraliyê civiya

  • 15:10 4 Kanûn 2025
  • Rojane
ENQERE - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê têkildarî hevdîtina Îmraliyê civiya. Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ku di vekirina civîna 19'emîn a Komîsyona Meclisê de axivî diyar kir ku piştî vê civînê komîsyon merhaleya guhdarkirinê bi dawî dike û derbasî merhaleya raporan dibe û got ku ew di pêvajoyeke herî krîtîk de ne.
 
Komîsyona Demokrasî Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî, bi rojeva hevdîtina heyeta komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 24'ê Mijdarê de li Girava Îmraliyê pêkhat civîna xwe ya 19'emîn li darxist. 
 
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş di vekirina civînê de anî ziman ku pêvajo ketiye merhaleyeke herî krîtîk û wiha got: “Êdî em ber bi dawiyê diçin. Çend tiştên din hene ku em bikin û piştre jî em ê rapora xwe bişînin Lîjneya Giştî. Pêvajo ne tenê li ser komîsyonê bi rê ve diçe. Komîsyon tenê lingekî wê ye. Saziyên eleqedar ên dewletê bi rêxistinê re bi awayekî tekilî danîn û heta vê astê pêvajo anîn. Ew ne pêvajoyeke bazareyê. Piştî rêxistinê xwe fesixkir û bi merasîmeke sembolîk çekên xwe şewitand, siyasetê jî berpirsyarî girt. Niha şûn ve jî divê em hê hesas tevbigerin û em di pêvajoyeke herî nazik de ne. Heta niha komîsyonê 134 kes û sazî guhdar kir. Herî dawî jî bi biryara komîsyonê 3 endamên komîsyonê çûn Girava Îmraliyê û hevdîtin pêkanîn. Bi vê hevdîtinê re qonaxa guhdarkirinê ya komîsyonê bi dawî bû.”
 
Numan Kurtulmuş diyar kir ku Komîsyona Meclisê di xebatên xwe de derbasî merhaleya 2'yan bûye û axaftina xwe wiha domand: “Niha şûn ve em derbasî pêvajoya raporkirinê dibin. Em hevî dikin raporeke hevpar amade bikin. Piştî vê raporê di pêvajoyê de merhaleyeke din a girîng jî derbas dibe û komîsyon jî berpirsyariya dikeve li ser milê wê tîne cîh. Me xwestibû parlamenterên di komîsyonê de raporên xwe binivisînin. Heta niha 5-6 rapor hatine ber destê me. Em van raporan tomar dikin. Di vê rûniştina me de jî em ê raporên partiyan guhdar bikin.
 
Di rûniştina 2'yan de jî em ê endamên ku li Girava Îmraliyê hevdîtin kiribûn derbarê hevdîtinê de wan guhdar bikin. Raporên partiyên ku amade ne dê bên guhdar kirin. Pêvajo di qonaxeke pir hesas de. Di vê pêvajoyê de bandora gotinan jî pir zêde ye. Ji ber wê jî divê hemû kes di gotinên xwe de baldar be. Divê çapemenî jî baldar be û vê pêvajoyê nexe asta magazînî.”
 
Piştî axaftina Numan Kurtulmuş, pêşniyarên ji partiyên siyasî derbarê rapora ku ji bo rêziknameyên qanûnî were amadekirin de dest pê kirin.
 
Piştî van pêşniyaran, dê serdana bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di rojevê de be.