Ya enerjiya damezrîner a sosyalîstan an jî rejîma şer a baş tê birêvebirin
- 09:03 5 Kanûn 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR-Şebnem Oguz da zanîn ku hevdîtina komîsyonê ya li Îmraliyê, perspektîfa azadiya Kurd bi enerjiya damezrîner a tevgera sosyalîst, jin, ked û ekolojiyê re bê gel hev wê pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê vebibe û berovajî vê wê her tim rîska rejîma şer bidome.
Hevdîtina komîsyona li meclîsê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wek gaveke girîng tê nirxandin. CHP’ê endam neda heyetê. Prof. Dr. Şebnem Oguz da zanîn ku ev mijar ne bi tena serê xwe mucîze ye ne jî kêliyeke ne girîng e û got: “Li dora vê gavê kîjan hêzên civakî çi xeta siyasî ava dikin wê girîng be. Hevdîtina komîsyonê ya li Îmraliyê, perspektîfa azadiya Kurd bi enerjiya damezrîner a tevgera sosyalîst, jin, ked û ekolojiyê re bê gel hev wê pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê vebe û berovajî vê wê rejîma şer bidome.”
‘Hevdîtina komîsyonê gavek girîng e’
Şebnem Oguz hevdîtina Komîsyon û Îmraliyê wek gavek dîrokî bi nav kir û sedemên wê jî bi du aliyan nirxand: “Ya yekemîn mantiqa birêveberiya rejîma heyî ya duyemîn jî derfeta dîrokî ya ku ev gav avêtiye. Ji 2015’an heta niha dewletê li hember gelê Kurd rejîma şer xistiye dewrê. Esasa vê stratejiyê ev e ku mijara Kurd ji civakê dûr bigire. Di demek wisa de komîsyona li meclîsê çûye Îmraliyê ye. Ev gavek dîrokî ye.”
‘Gelo ev gav îhtîmala paradîgmayeke nû nîşan dide?’
Şebnem Oguz balkişand ser gavê û got: “Pirsa krîtîk ev e; Gelo ev gav bi rastî îhtîmala paradîgmayek nû nîşan dide? Ger behsa guherîna paradîgmayekê bê kirin ev tenê ji zimanekî derbasbûna ewlehiyê ne pêkan e; mijara Kurd divê bi parastina hemû mafên jiyanê azadiyê demokrasiyê wekheviyê bê destgirtin. Hîna çarçoveyeke siyasî ya vê guherînê bike bin ewlehiyê tuneye.”
‘Divê ewil operasyonên leşkerî bên rawestandin’
Şebnem Oguz di berdewamiyê de gavên din ên divê bên avêtin jî nirxand û wiha bi lêv kir: “Dema tedbîrên zêde dikin bibe mijara gotinê, bi giştî sernavên dîplomatîk û teknîkî tên rêzkirin. Esasa ewil divê tundî bê bidawîkirin.Ji gavên lezgîn ên divê bên avêtin ewil operasyonên leşkerî tên. Divê ev bên rawrestandin, tehdîdên şer ên li hember Rojava bên vekişandin. Li aliyekî hevdîtinên bi Îmraliyê re li aliyê din jî gûrkirina polîtîkayên şer ên dersînor, ne aştiyê rejîma şer nîşan dide. Ya duyemîn jî divê pêkanînên kêfî yên li ser girtiyan bên bidawîkirin. Ya sêyemîn jî divê rejîma qeyûm bidawî be. Baweriya civakê encax bi tevilbûna jinan, ciwan, kedkar, tevgera ekolojiyê ya pêvajoyê dikare ava bibe.”
‘CHP’ê derfet piştguh kir’
Şebnem Oguz li ser helwesta CHP’ê ku endam neda komîsyonê jî sekinî û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Biryara CHP’ê di nava partiya we de biryarek siyasî ya cihê xwe ji nûve vedibêje ye. CHP dixwaze aştiyê di bin kontrola dewletê de bigire. Ji ber vê jî nedayîna wan a endam jî tê wateya ‘em naxwazin rîskê bigirin ser xwe.’ Ev biryar ji aliyê CHP’ê ve tê wateya ku derfetek mezin piştguh kirine. Ger CHP’ê di vê heyetê de cih bigirta wê peyamek wisa bide gelê Kurd û civaka Tirk: Em amade ne pêşeroja vî welatî bi hev re bifikirin û demokratîk bikin. Lê berovajî vê tevgeriya. Ji vir şûnde titşa divê bê kirin, divê daxwazên gelê Kurd rewa bên dîtin. Divê tevli pêvajoyê bibin û bi rola xwe ya dîrokî bê rû hev.”
‘Avakirina siyaseteke aştiyê pêkan e û ferz e’
Şebnem Oguz destnîşan kir ku avakirina siyaseteke aştiyê pêkan e û wiha got: “Avakirina siyasteke aştiyê pêkan e û hem jî di alî dîrokî de ferz e. Ji ber ku faşîzma îro ne tenê li ser Kurdan li ser hemû aliyan, jinan, karkeran, ciwanan, penaberan, Elewiyan rejîma tundiyê dimeşîne. Ev li hesabê wan tê. Ji ber vê jî siyaseta aştiyê ne tenê bêdengbûna çekan e, divê xeteke hevpar a hemû qadên têkoşînan bê avakirin. Divê sê rêgezên vê siyasetê hebin. Ya ewil perspektîfa dij-kolonyale; heta binpêkirina li erdnîgariya Kurd neguhere li Tirkiyeyê demokratîkbûn ne pêkan e. Ya duyemîn divê li dijî pergala patriyarkal be. Ya sêyemîn divê nêzîkatiya ku ekolojî û kedê esas digire bigire navenda xwe.”
Şebnem Oguz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dora vê gavê kîjan hêzên civakî çi xeta siyasî ava dikin wê girîng be. Hevdîtina komîsyonê ya li Îmraliyê, perspektîfa azadiya Kurd bi enerjiya damezrîner a tevgera sosyalîst, jin, ked û ekolojiyê re bê gel hev wê pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê vebibe û berovajî vê wê her tim rîska rejîma şer bidome.”







