Roja yekem a Konferansa Navneteweyî bi dawî bû
- 19:11 6 Kanûn 2025
- Rojane
STENBOL- Roja yekem a “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ku ji aliyê DEM Partiyê ve hat li darxistin bidawî bû. Konferans sibê jî dê bi axaftin û nîqaşên li ser aştiyê berdewam bike.
Roja yekem a “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ya ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoya Stenbolê tê lidarxistin, bi panela “Ezmûnên di çareseriyê de şer” ve bi dawî bû.
Moderatoriya panelê Siysetmedar Gulten Kişanak kir û ji Efrîkaya Başur Serokê Komîteya Qanûna Bingehîn ya Parlamentoyê Mohamed Bhabha li ser mijara “Di avakirina hiqûqa aştiyê de rola rêbertiyê” axivî û nirxandin kirin. Ji Serokê Netewî yê Sinn Feînê parlamenter Declan Kearney jî li ser mijara “Serpehatiya pêvajoya aştiyê ya Îrlandayê” rawestiya û Serokê berê yê Katalonyayê Pere Aragonès i Garcia jî mijara “Muzkereya Katalonya û Îspanyayê:Ji pêvçûnên asîmetrik dersgirtin” nirxand. Endamê parlamentoya Baskê Igor Zulaika jî li ser Serpêhatiya Baskê axivî. Siyasetmedar Azîme Işik jî li ser “Li girtîgehan aştiya civakî; Ji bo guherandina rejîma girtîgehan rêyeke çawa divê?” nirxandin kir. Xwediyê Xeleta Nobelê û aktivîstê Amerîkî Jodey Willims jî li ser mijara “Ji rizgarbûna mîlîtarîzmê û ji holê rakirina bandora şer” rawestiya.
Konferans sibê jî dê bi axaftinan û nîqaşên berdewam bike.







