TUM BEL-SEN dê Sempozyûmê li darbixê

  • 16:21 10 Kanûn 2025
  • Rojane
ENQERE -TUM BEL-SEN, dê di 12'ê Kanûnê de Sempozyûma 2'emîn a Navneteweyî ya Rêveberiyên Herêmî Ked û Demokrasiyê li darbixê. Li gelek welatan dê kesayetên bi mijarê re eleqadar beşdarî konferansê bibin.
 
Sendikaya Kedkarên Şeredariyan û Xizmetên Rêveberiya Xwecîhî (TUM BEL-SEN) ku girêdayî Konfederasyona Sendikaya Karkerên Cameweriyê (KESK) ye, dê di 12'ê Kanûnê de “Sempozyûma 2'emîn a Navneteweyî ya Rêveberiyên Herêmî Ked û Demokrasiyê” li darbixê. Hevşeredara Wanê Neslîhan Şedal û Şeredarê Esenyurdê Ahmet Ozer ên şûna wan qeyûm hatine tayinkirin jî dê tev li sempozyomê bibin. Hêvseroka Şaredariya Qamişloyê û Yekîtiya Şaredariyan ya Kantona Cizîrê Bêrivan Omer jî dê tevli sempozyûmê bibin. Her wiha li welatên cihanê jî kesayetên weke Pablo Sanchez ku berpirsê Xizmetên Cameweriyê û Rêveberiyên Herêmî yê Federasyona Sendîkayên Xizmeta Cemaweriyê ya ewropayê (EPSU) û gelek kes dê beşdarî sempozyûmê bibin.
 
Sempozyûm dê seat di 09:30'an de destpê bike û heta seat 18:00an berdewam bike. Di sempozyûmê de mijarên sepanên qeyûm, guherandina pergala rêveberiyên herêmî, rêveberiyên herêmî û aştî û mînakên rêveberiyên herêmî li cihanê nirxandin werin kirin. Sempozyûm dê bi pirs û bersivan bi dawî bibe.