Li Îranê ji bo îfadeyê gazî Kokab Badagî kirin
- 13:20 25 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Şoreşa Îzeh, Endama Sendîkaya Mamosteyan a Huzistanê Kokab Badagî vexwend ku ji ber sûcdariya ‘propagandaya li dijî rejîmê’ îfade bide.
Konseya Koordînasyona Rêxistina Sendîkayî ya li Îranê di daxuyaniya ku weşand de diyar kir ku Kokab Badagî ya Endama Sendîkaya Mamosteyan a Huzistanê û aktivîsta ku ji bo mafên sendîkayî yên mamostayan dixebite ye, bi teblîgatek fermî ji bo Dadgeha Şoreşê ya navçeya Îzehê hat vexwendin. Kokab Badagî divê di nava 5 rojên pêşiya me de ji bo bersîvdayîna sûcdariya ‘Propagandaya dijî rejîma Îranê’ divê li dadgehê amade be. Ev sûcdarî di nava aktivîstên sendîkayan de berê jî gelek bûbû rojev.
Konseyê, amadekirina dosyayan a ji bo mamosteyên daxwaza mafan dikin, şermezar kir. Konseyê got ku divê zextên daraz û ewlehiyê yên li dijî aktivîstan, were sekinandin. Hate diyarkirin ku li bajarên cûda yên Îranê hejmarek zêde mamoste, ji ber daxwazên mafên xwe, bi gef, bangkirin û binçavkirinan re rûbirû ne.







