‘Azadiya serokatiyê azadiya gelane’

  • 09:06 1 Çile 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Endama PM a DEM Partiyê Hulya Ateşkoç der barê mîtîngîna "Hêvî û azadiyê" ya ku wê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê axivî û da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mijfteya çareseriya demokratîke.
 
Di 4’ê Çileyê de ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li Amedê wê mîtînga "Hêvî û azadiyê" pêk bê. Ne tenê ji Kurdistanê tê payîn ku ji her bajarê Tirkiyeyê gelek kes tevli mîtîngê bibin. Mîtîng wê di 4’ê Çileyê de li Qada Îstasyonê saet di 13.00’ê de pêk bê. Xebatên ji bo mîtîngê didomin.
 
Endama PM a DEM Partiyê Hulya Ateşkoç der barê mîtîngîna "Hêvî û azadiyê" ya ku wê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê axivî.
 
‘Tecrîd didome’
 
Hulya Ateşkoç da zanîn ku muxatabê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîna di bin tecrîdê de ye û wiha vegot: “Li ser birêz Abdullah Ocalan hîna tecrîd didome. Di bin van şertan de meşandina pêvajoyê ne pêknane. Li aliyekî dibêjin muzakere li aliyê din tecrîdê didomînin.  Wisa nabe. Em behsa pêvajoyek ku çavê hemû cîhanê lê ye dikin. Bêguman îzolasyon çareseriyê nayne. Niha hedefa me ‘mafê hêviyê’ ye. Divê serokatî demildest azad bie û di şertên wekhev û azad de pêvajoyê bimeşîne. Ji bo vê jî em mîtÎnga ‘mafê hêviyê’ pêk tînin.”
 
‘Manîfestoyê pergal û rejîmek nû pêşkêş kiriye’
 
Hulya Ateşkoç destnîşan kir ku seranserê pêvajoyê yek alî gav hatine avêtin û Abdullah Ocalan dibêje ku pêvajo ne ya bide û bigire ye.  Hulya Ateşkoç wiha domand: “Em behsa tiştekî ku nikare bikeve kalibên teng dikin. Ji bo vê em bi Birêz Ocalan bawer in. Em tiştên wî gotine esas digirin. Serokatiyê ji bo pêvajo baş bimeşe gavên girîng avêt. Di alî avêtina gavan de em nabêjin îla divê wisa be. Mînak girtiyênsiyasî nikare li pêvajoyê bê ferzkirin. Divê girtiyên siyasî bi qanûnê bên berdan. Ev nikare bibe mijara bazarê.  Ev di alî hiqûqî de divê bên kirin. Li pêş sererastkirinên qanûnî astenî tuneye. Anîfest bû pergal û rejîmek nû.”
 
‘Azadiya serokatiyê azadiya gelan e’
 
Hulya Ateşkoç bi lêv kir ku piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ geşedanên girîng û dîrokî hatine jiyîn û wiha pê de çû: “Çawa banga serokatiyê hat gel qad tije kirin. Gelo li gorî we ev ne peyamek mezine? Gel xwedî li banga serokatiyê derketin.Xebatên me yên mîtîngê didomin. Ev pêvajo her kesî eleqeder dike û badnor dike. Serokatî azad bibe wê gel jî azad bibin. Em banga tevlibûna mîtîngê li hemû kesî dikin.”