Ji bo ketkarê çapemeniyê peyamên sersaxiyê
- 13:32 1 Çile 2026
- Rojane
AMED - Gelek rojnameger, siyasetmedar û nûnerên saziyan têkildarî wefata rojnameger Huseyîn Aykol peyam parve kirin û sersaxî xwestin.
Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol dema li Enqereyê, di 14’ê Cotmehê de xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Huseyîn Aykol, şeva din li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Gelek rojnameger, nivîskar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo Aykol peyama sersaxiyê parve kirin.
Hinek peyamên li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin wiha ne:
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP): Me rojnameger Huseyîn Aykol ku di 14’ê Cotmehê de xwîn çû ser mejiyê wî û ji wê rojê ve li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Beşeke mezin a emrê xwe fedayî rojnamegeriyê kir, pênûsa xwe li dijî tarîtiyê mîna çiraxekê bi kar anî û li dijî kesên hewl didin ser heqîqetê bigirin jî weke xeta berxwedêriyê bi kar anî. Aykol; kedkarekî çapemeniyê bû ku di demên zext, sansur û gefan de jî tu caran dev ji rastiyê berneda. Mîrateya Aykol; ne tenê nûçeyên nivîsandiye, di keda ji bo kevneşopiya Çapemeniya Azad daye de, di cisareta ji rojnamegerên ciwan re hiştî de û di baweriya wî ya xurt a di heqîqetê de dê bidome. Em ji bo malbata wî, xizmên wî û hemû kedkarên Çapemeniya Azad sersaxiyê dixwazin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar: Me; nûçegihan, edîtor, gerînendeyê giştî yê weşanê û kedkarê hêja yê Çapemeniya Azad huseyîn Aykol winda kir. Bi têkoşîna xwe ya nîvesre didome re bû “şahid, bersûc û dozdar.” Aykol, bi ked û sekna xwe rojnameger û hevrêyekî mînak bû. Bi înad û bi baweriyeke xurt têkoşîna heqîqetê domand û bû parastvanê gelan û dengê girtiyan. Mamosteyê hêja yê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol her tim dê bi rêz û hezkirin were bîranîn. Serê malbata wî, Çapemeniya Azad û me tevan sax be.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir: Me; mamosteyê Çapemeniya Azad û derwêşê gel Huseyîn Aykol winda kir û gelek xemgîn in. Mamoste Huseyîn, nêzî sê mehan li nexweşxaneyê li ber xwe da û her tim hêvî da. Keda ji bo derxistina holê ya heqîqetê dayî, tevî zextan jî bi pênûsa xwe li cem rastiya gel cih girt û sekna wî ya birûmet a di xeta Çapemeniya Azad de dê her tim bi rêzdarî û bi minet were bibîranîn. Gotin, sekn û mîrateya li pey xwe hiştî dê her tim rêya kesên li pey rastiyê ne ronî bike. Serê malbata wî, xizmên wî û Çapemeniya Azad sax be.
Hevseroka Giştî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari: Êşa wefata mamosteyê Çapemeniya Azad, kedkarê hêja Huseyîn Aykol di dilê me de ye.... Nîvesrekê emrê xwe di nava kevneşopiya Çapemeniya Azad de û ji bo têkoşîna mafên mirovan feda kir. Tevî hemû zextan jî her tim li pey heqîqetê bû û ji vê tu caran xwe neda paş. Hevrêyê Apê Mûsa, Huseyîn Aykol mîrateya rojnamegerên hatin qetilkirin ji wî re hiştibûn, tevî her zehmetiyekê jî biisrar domand. Di nava kevneşopiya Çapemeniya Azad de bi hezaran xwendekar gihand. Ev kevneşopiya wî li pey xwe hiştî dê bidome. Biryardarî û baweriya wî dê her tim rê nîşanî me bide. Serê malbata wî, Çapemeniya Azad û me tevan sax be...
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan: Em gelek xemgîn in. Çapemeniya Azad, piştî Apê Mûsa çinareke xwe ya din winda kir. Me, Huseyîn Aykol ê hêja winda kir. Mamoste Huseyîn, pênûsa xwe her tim ji bo rastiyan bi kar anî û tu caran ji nivîsandina heqîqetê netirsiya. Nebûna wî dê di dilê me tevan de valahiyekê bihêle. Êdî ne di nav me de ye lê mîrateya wî li pey xwe hiştî, nivîsên wî û têkoşîna wî dê her tim bijî. Serê Çapemeniya Azad, dostên wî û me tevan sax be.
Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz: Me; kedkar, mamoste û hevrêyê kevneşopiya Çapemeniya Azad hevrê Huseyîn Aykol winda kir. Bîranînên wî dê her tim di têkoşîna hevpar a gelan de bijîn. Serê me sax be. Oxir bie hevrêyê hêja.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG): Ji ber windakirina kedkar, çinar û mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku 36 salan ji bo vê kevneşopiyê ked da, em gelek xemgîn in. Di serî de malbata wî, em sersaxiyê ji kedkarên Çapemeniya Azad û hemû hempîşeyên wî re dixwazin. Dê têkildarî karûbarên cenazeyê mamoste Huseyîn Aykol agahî bên dayin.
Ombudsman Faruk Bîldîrîcî: Di nava ewqas salan de belkî yek du caran jî ez û Huseyîn Aykol rastî hev nehatin lêbelê min û wî di salên dawî de ji hev re dinivîsand û wisa hev nas kir. Fikarên me yên rojnamegeriyê, nêrîna me ya rexneyî ya li dijî xeletiyan û cudahiyên me, em di heman xalê de gihandin hev. Kesayetekî berxwedêr, tawîz nedida û ewqas jî aram, dilovan û aştîxwaz bû. Kesekî zana bû. Di tevahiya emrê xwe de di rojnamegeriyê de li ber xwe daye û ketin û derketina girtîgehê weke parçeyeke xwezayî yê karê xwe dît. Çûyîna wî, xatirxwestineke pir zû bû... Dê me hêj li ser rojnamegeriyê sihbet bikira û gelek pirsgirêkên me yên em li ser biaxiviyan hebûn. Yên dixwazin bizanin ka li vî welatî çima “Medyaya Kurd” derket holê, çawa pêş ket, dikarin li jiyana wî binêrin... Bi rêzdarî...
Parastvana mafên mirovan Eren Keskîn: Li pêşiya Ozgur Ulkeyê ya hatiye bombekirin wêneyê dawî. Mirovekî ku tevahiya emrê xwe li dijî hemû zextan tenê ji bo armancekê derbaskirî. Rojnamegere. Di gerînendetiya weşana giştî ya Ozgur Gundemê de hevalê min ê dozê... Li pey xwe hurmet û hezkirinek hişt û ji vê dinyayê bar kir.
Rojnameger Abdurrahman Gok: Mamoste; di demeke me hêvî dikir di sala 2026’an vegerî nav me, we xwe gihand karwanê Apê Mûsa, Gurbetellî, Mazlum, Nagihan, Nazim, Azîze, Seyîd, Cengîz û hêj gelek şehîdên din ê Çapemeniya Azad ku we yek yek bi yek tomar kiribû. Di her xebata me de dê keda we hebe...
Fuat Kav: Kedkarê mezin ê Çapemeniya Azad, dostê dilsoz ê gelan û Kurdan, rojnameger Huseyîn Aykol li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ruhê te şad be. Em ê te her tim bi hezkirin, rêz û bi hurmet bi bîr bînin.
Rojnameger Fatih Polat: Huseyîn, gelek rojnameger gihand, gelek pirtûk nivîsand. Mirovekî gelek kedkar bû. Bû dengê girtîgehan û cihê vê taybetiya wî wisa bi hêsanî nayê tijekirin. Hêviya xwe her tim zindî hişt. Têkildarî Evrenselê carnan nîşeyên biçûk nivîsand û şand. Dostê hêja, cîranê ku cihê wî tu caran nayê tijekirin. Dê her tim bi me re be.
Rojnameger Ender Ondeş: Serê me tevan sax be hevalno. Parçeyeke me tevan çû.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin: Me; rojnamegerekî xwedî pîvan û parastvanekî mafên mirovan ê girîng winda kir. Deng û çavê girtiyan bû. Gelek xemgîn im. Di serî de xwişka me Nûray serê me tevan sax be.”







