Jina ji bin aşûtê hat derxistin rewşa wê giran e
- 13:34 1 Çile 2026
- Rojane
WAN - Li navçeya Şaxê ya Wanê jinek di bin aşûtê de ma. Hat zanîn ku rewşa welatiya ji bin aşûtê hate derxistin giran e.
Îro di danê sibehê de li taxekî navenda navçeya Şaxê ya Wanê aşût hate xwarê. Jinek di bin aşûtê de ma. Li ser banga welatiyan, gelek komên lêgerîn-rizgarkirinê û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama xebatên legerîn-rizgarkirinê de jina li ber aşûtê ketibû hate derxistin. Hat zanîn ku rewşa welatiya jin giran e û bi helîkoptera ambulans sewqî Wanê hate kirin. Di heman demê de 22 malên li taxê jî ji ber xetereya aşûtê hatin valakirin.







