Huseyîn Aykol li Amed, Wan û Stenbolê bi girseyî hat bibîranîn
- 16:11 5 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wan, Amed û Stenbolê MKG'ê û DFG'ê ji bo rojnameger Huseyîn Aykol şîn danî û gelek siyasetmedaran û rojnamegeran serdana şînê kir. Di şînê de wiha hat gotin: "Wê şagirtên wî pênûsa wî li erdê nehêlin."
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê(MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ku şeva sersalê jiyana xwe ji dest da, li Wan, Amed û Stenbolê şîn danî.
Amed
MKG û (DFG) ji bo rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol li avahiya DFG'ê ya semta Ofîsê ya Amedê şîn danî. Di şînê de wêneyên Huseyîn Aykol hate danîn. Şagirtên Huseyîn Aykol ango rêveber û endamên MKG' û DFG'ê kesên têne serdanê pêşwazî dikin. Li cihê şînê lenûskek bîranînê hate danîn û kesên serdana şînê dikin derbarê Huseyîn Aykol de fikir û hestên xwe nivîsandin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatun, endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kesan serdana şînê kir. Meral Daniş Beştaş û Çigdem Kiliçgun Uçar di şînê de axivîn û sersaxî ji Çapemeniya Azad re xwestin.
Hevberdevka HDK'ê û parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku Huseyîn Aykol kedkarê Çapemeniya Azad bû û got: “Huseyîn Aykol tu carî ala heqîqetê berneda, ew şervanê heqîqetê bû. Em hemû bi çûyîna wî pirr hêstiyar bûn. Kedkarên Çapemeniya Azad ji bo aştî û demokrasî bê vî welatî dixebitin, ked didin. Ev al dê nekeve. Serê me sax be. Rehma xwedê li mamoste Huseyîn be.”
Hevseroka DBPê Çigdem Kiliçgun Ûçar jî axivî û Huseyîn Aykol bibîranî û wiha got: “Nasnameya kesekî, helbet keda wî diyar dike. Huseyîn Aykol bi bêdengiya xwe kurahiyekî vedişart. Huseyîn Aykol ji bo çanda Çapemeniya Azad ya Kurdan bû nîşane. Ya herî girîng mamoste Huseyîn Aykol ji bo demokrasiya gelan bi xebata xwe rê nîşanî çapemeniyê dida. Serê me sax be, heval û şagirtên mamoste Huseyîn Aykol wê pênûsa wî li erdê nehêlin.”
Wan
Li ŞanoWanê, ji bo rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol ê jiyana xwe ji dest da, MGK û DFG ve merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Hevkarên Huseyîn Aykol, endamên DEM Partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenter, nûnerên sendîkayan, hevşaredar û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Li hola ku merasîm lê pêk hat, quncikek bi gulên sor û mûman ve hate çêkirin, ku wêneyê Huseyin Aykol lê hatibû danîn. Pêşî, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin, paşê jî li ser jiyana Huseyin Aykol pêşandana sînevîzyonek hat nîşandan.
Piştî pêşandanê, seroka şaxa MKG'ê Wanê Oznur Deger axivî û got: "Mamoste Huseyîn şahidê dîrokê bû, kesekî ku dîrokê zindî kir. Wî mîrata berxwedan û rojnamevaniya sosyalîst ji me re hişt. Mamoste Huseyîn kesekî ku bandorek kûr li ser mirovan kir. Jiyana wî têkoşînek bû. Ev têkoşîna bêdawî mîrateyek e ku ji cîgirên wî re maye. Ew digot, 'Li her deverê ku hûn lê bin, berdewam bikin binivîsînin.' Di cih de piştî girtina wî, em ê ji Mamoste Huseyîn nameyek bistînin. Yek ji daxwazên wî yên dawîn ew bû ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevpeyvîn bike; bila ev soza me be, erkê me ye ku em vê xewnê pêk bînin. Wekî xebatkarên çapemeniya azad, wekî xwendekarên Mamoste Huseyîn, em ê mîrata wî zindî bihêlin."
Endamê DFG'ê Onder Akbulut jî wiha axivî: "Mamoste Huseyîn ne Kurd bû, ew Tirk bû. Mîna Kemal Pîr û Hayrî Durmuş, ew beşdarî vê têkoşîna azadiyê bû. Em wekî Çapemeniya Azad, dê ji bo ku dengê rastiyê were bihîstin û em ê rastiyê di tariyê de nehêlin, têbikoşin. Em ê di rêya Mamoste Huseyîn de bimeşin."
Stenbol
Li şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya li Beyogluyê ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol şîn hat danîn. Nûnerên MKG'ê û DFG'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê û gelek rojnamevan, welatî, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan beşdarî şînê bûn.
Beşdervan behsa têkoşîna rojnameger Huseyîn Aykol kirin û diyar kirin ku dê xwedî li mîrateya wî derketin û ragihandina heqîqetê dê bidomînin.







