Di lêpirsîna Gulistan Dokû de 2 kes hatin berdan

  • 07:50 17 Nîsan 2026
  • Rojane
DÊRSIM - Di encama lêpirsîna Gulistan Dokû de berpirsyarên qemereyên Zanîngeha Munzûrê Suleyman Onalan û Savaş Gulturk bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Di dosyaya xwendekara pola 2’yem a Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû de di 13’yê Nîsanê de di navê de kurê Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî tê de 13 kes hatin binçavkirin. Ji 4 kesan 2 kes hatibûn girtin. 
 
Polîsê berê Gokhan Ertok ê ku karta SÎM’ê ya Gulistan Dokû kiriye telefona xwe û hemû agahî jê birine. Ji ber vê yekê Gokhan Ertok bi sûcên “Ji holê rakirin, veşartin, an guhertina delîlên sûc” û “Têkbirin, tunekirin, negihîştin, an jî danîna daneyan di nav pergala zanistî de û hwd.” hat girtin. Kiryar Karmendê Îdareya Taybet a Navendê Erdogan Elaldi jî bi sûcê “mirina bi zanebûn” ve hat girtin. 
 
Herî dawî piştî ifadeyên dozgeriyê, berpirsyarên qemereyên Zanîngeha Mûnzûrê Suleyman Onalan û Savaş Gulturk bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin. Suleyman Onalan û Savaş Gulturk bi şertê kontrola edlî hatin berdan.