Çîgdem Dogû: Divê ji bo pêvajoyê şertê muzakereya wekhev bê avakirin
- 09:48 29 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku pêvajo li ber xitimînê ye û got, "Divê ev pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin. Pêwîste gel xwedî lê derkeve."
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû beşdarî Bernameya Taybet a li televîzyona Medya Haber TV bû û asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, bûyerên komkujî û tundiya civakî yên li Tirkiye û Kurdistanê nirxand. Nirxandina Çîgdem Dogû bi vî rengî ye:
Em dixwazin hûn bi rojeva Rêber Apo dest pê bikin. Herî dawî di 27’ê Adarê de şandeya Îmraliyê ya Partiya DEM’ê bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî, lê tevî ku di ser vê hevdîtinê re zêdetirî mehekê derbas bûye jî hevdîtineke duyemîn pêk nehat. Hûn hem li ser pêvajoyê û hem jî li ser rewşa Rêber Apo çi dibêjin? Gelo tu geşedanek heye?
Di serî de 1’ê Gulanê nêzîk dibe. 1’ê Gulanê ji bo gelên cîhanê û ji bo têkoşîna sosyalîzmê ya cîhanê rojeke pir taybet e; dîrokeke taybet e. Ew weke Roja Karker û Kedkaran ketiye nav kevneşopiyê û weke rojeke çalakiyê em xwedî li wê derdikevin. Bi vê minasebetê, ez şehîdên 1’ê Gulanê, şehîdên keda mezin û dîsa di 6’ê Gulanê de hevalên me Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan, Huseyîn Înan; di 18’ê Gulanê de heval Hakî Karer; dîsa hevalên ku di 18’ê Gulanê de di zindanê de çalakiya fedaî ya komî pêk anîn, heval Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyık, Mahmut Zengîn, Mehmet Karasungur û Ozan Mizgîn bi bîr tînim. Di şexsê van şehîdên Gulanê de hemû şehîdên şoreşê bi hezkirin, rêz û minet bi bîr tînim.
Bêguman şehîdên me yên Gulanê; ji bo nirxên têkoşîna yekbûyî û têkoşîna sosyalîst, hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn mîraseke pir mezin derxistin holê. Ji bo yekîtiya gelên Kurd û Tirk, ji bo daxwaza jiyana hevpar û têkoşîna bi hev re mîraseke mezin, yanî nirxekî mezin afirandin; di rastiyê de nirxên exlaqî ava kirin. Denîz Gezmiş dema diçûn ser sêdarê, bi gotinên xwe yên dawî jixwe ev yek anîn ziman. Di nefesa xwe ya dawî de qîrîna biratiya gelên Kurd û Tirk, di bingeha xwe de bû naverok, xet û pîvanek ku rê da meşa têkoşîna PKK’ê jî.
Helbet me jî ji serî heta îro dema ku em behsa têkoşînê dikin, ev pîvan ji bo xwe kirin esas. Peyam û naveroka ku şehîdên me derxistine holê çi be, peywir û deynê me ye ku em li ser bingeha jiyandina wan û mezinkirina wan têbikoşin. Di şexsê şehîdên Gulanê de ez dixwazim di serî de van diyar bikim. Helbet we pirsek têkildarî pêvajoyê û rewşa Rêber Apo pirsî. Berî ku dest bi mijarê bikim, ez Rêber Apo bi rêz û hezkirin silav dikim.
Bêguman Rêbertî beriya salek û nîv pêvajoyek da destpêkirin; ev yek wekî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bi nav kir. Di vê sal û nîvê de dema em ji eniya têkoşîna xwe lê dinêrin, di rastiyê de gavên pir girîng, stratejîk û dîrokî hatin avêtin. Rêber Apo çi stratejiyek danîbe, li gorî vê divê çi gavên taktîkî bên avêtin, pêvajo çi dixwaze; yanî ne tenê rojane, hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê konjonkturel ve rastiya Rojhilata Navîn, ji bo Tirkiye û gelê Kurd di wateya tifaqa stratejîk de çi pêwîst be, ev hemû wekî perspektîfeke pir xurt danîn holê. Em jî wekî rêxistin me li ser vê bingehê ji xwe re kir esas; me ji serî ve got: Tiştê Rêber Apo dibêje, ji bo me ew e.
Lê belê em pêvajoyan bi nêrîna li paş xwe jî dinirxînin; di pêvajoya ku me li pey xwe hişt de çi qewimî? Dema em li nîqaşên ku tên meşandin dinêrin, em pir zelal dibînin ku nîqaş û gotin bi şêweyekî wisa tên pêşxistin ku encamê nagirin û di rastiyê de çareseriyê naafirînin. Mînak, herî dawî komîsyoneke Meclîsê hatibû avakirin û vê komîsyonê raporek amade kiribû. Di vê mijarê de rexne û kêmasî jî hebûn di encamê de, lê cara yekemîn têkildarî pirsgirêka Kurd çarçoveyeke giştî ya ku hemû partî li ser hevdu girtin derketibû holê. Li gorî vê, diviyabû meha Nîsanê êdî bigihîşta formekî qanûnî. Niha meha Nîsanê diqede, îro 27’ê mehê ye. Dema em lê dinêrin em dibînin ku tu gav nehatine avêtin, her wiha em dibînin ku nêzîkatiyeke ku vê pêvajoyê pir teknîk digire dest jî pêş ketiye. Ev nêzîkatiya teknîk, bi rastî dibe nêzîkatiya esasî ya ku pêvajoyê dixitimîne.
Her tim tê gotin "Bila pêşî ew çekan deynin, paşê em pêvajoya qanûnî pêş bixin." Ev, helbet ne gotina hişmendiyekê ye ku dixwaze pirsgirêkê çareser bike; heger mirov nexwaze pirsgirêkê çareser bike, mirov wisa dibêje. Lê heger tê xwestin ku pirsgirêk bê çareserkirin, heger hişekî dewletê hebe, desthilat jî di vê mijarê de qanî bûbe û bixwaze di vî alî de bimeşe, wê demê şêwaz û rêbaza meşandina pêvajoyê cida ye. Heger em vê pêvajoyê wekî pêvajoyeke stratejîk, yanî wekî "Pêvajoya Avakirina Komara Demokratîk" digirin dest, helbet divê nêzîkatî cida be.
Wekî mînak, me kongreya xwe çêkir. Kongreya feshê ne tenê kongreya feshkirina partiyekê bû; bi vê kongreyê re tevgera me biryardariya tevlîbûna "Avakirina Komara Demokratîk" û vê pêvajoyê nîşan da. Wateyeke wiha ya kongreya me ya feshê hebû. Bi vacekî pir teng tê gotin "Rêxistin bû û xwe fesh kir"; baş e li ser kîjan bingehê xwe fesh kir? Bi armanca tevlîbûna pêvajoya ku dê li ser bingeha jiyana hevpar a gelên Tirkiye û Kurd ava bibe, me xwe fesh kir. Dîsa bi pêşengiya Heval Besê merasîmeke şewitandina çekan hat lidarxistin. Ev, ne tiştekî wisa bû ku bi serêşiyekî teknîkî yan jî bi hişmendiyekî pûç bê nirxandin. Hevalên me çima çûn çek şewitandin? Ev peyama çi bû? Dema hûn lê dinêrin, ev jî di rastiyê de çalakiyek bû ku biryardariya me ya di wateya stratejîk de, yanî biryardariya me ya dawîanîna li têkoşîna çekdarî û tevlîbûna Komara Demokratîk îfade dikir.
Tevî van hemû gavan jî, medyaya alîgir ev du roj in bi vê manşetê derdikeve: "Tevgera Azadiya Kurd guh nade Rêber Apo, di navbera Qandîl û Îmraliyê de nakokî heye..." Hûn di derbarê van manşetan de çi dibêjin?
Yanî weke min got; heger vîna çareserkirina pirsgirêkê hebe, ma mirov bi vî awayî nêzî mijarê dibe? Dema em li vê sal û nîvê dinêrin, Rêber Apo çi gotibe rêxistina me jixwe wisa nêzîk bûye û wê wisa jî nêzîk bibe. Di vê mijarê de tu pirsgirêk nîn in. Pirsgirêka esasî; nêzîkatiyeke wisa ye ku naxwaze pêvajoyê bibe pêş, pêvajoyê giran dike yan jî naxwaze pêş bixe. Binêrin, di vê pêvajoyê de gavên pir dîrokî hatin avêtin; ev ne gavên asayî bûn. Wekî mînak, kîjan hêza din dikaribû PKK’ê fesh bike? Heger bi rastî bi awayekî saxlem bê fikirîn, ev tiştekî pir girîng bû. Gerîla, bi komeke hevalan a ji 30 kesan merasîma şewitandina çekan pêk anî. Ji bilî Rêber Apo kîjan hêza din dikaribû vê bide kirin?
Ji niha û pê ve jî, dê kî me qanî bike? Di xala meşîna pêvajoyê de hêza ku em bi esasî guh didinê û li gorî wê tevdigerin, helbet Rêber Apo ye. Bi taybetî nirxandinên Musteşarê MİT’ê yên bi şêwazê "Qandîl guh nade Rêber Apo" çêbûne; ev di pênaseya herî sivik de nêzîkatiyeke ne rast e. Pirsgirêk ne guhdana me ya ji bo Rêber Apo ye; mijar ne ev e. Her kes dibîne ku em guh didin wî; di serî de dewlet û MİT vê yekê pir baş dizanin.
Nexwe, çima wisa tê gotin? Dema Meclîs tu gavan navêje, dema dewlet û desthilat pêvajoyê giran dikin, gotinên wisa tên pêşxistin. Li herêmê geşedanên cidî hene; demekê Sûriye, niha Îran... Nayê zanîn ku dê sibê çi bibe. Gelo dema em hewl didin pirsgirêkeke wisa dîrokî çareser bikin, dê dewlet her tim bi nêrîna li geşedanên Rojhilata Navîn ên li dora me biryarên xwe bide? Ev nêzîkatiyeke pir şaş e. Komara Tirkiyeyê dixwaze di sedsala 21’ê de pozîsyonekê bigire, armanc û hedefên wê yên diyar hene; lê belê bi pirsgirêkeke Kurd a neçareserkirî re dê çawa gavan bavêje, dê çawa biçe pêş?
Heger hişekî ku dixwaze pirsgirêkê çareser bike hebe, divê nêzîkatî jî li gorî wê bên diyarkirin. Çarçoveyeke stratejîk hatibû danîn; ji bo çûna sedsala 21’ê têkildarî pêwendiya Tirk û Kurdan konseptek hatibû diyarkirin. Ev ne tiştên veşartî ne. Lê di vê rêyê de dema mirov dimeşe dê statuya Rêber Apo çi bibe? Dê statuya gelê Kurd çi bibe? Heger çareserî bê pêşxistin, dê pozîsyona gerîla çi bibe? Dema ev hemû ne diyar bin, meriv tu gavan navêje û bibêje "Bila gerîla were, çekan deyne, ev yek bi yek bên piştrastkirin", ev ji bilî xitimandina kar û bêçareseriyê tu wateyê nade. Divê bi teqezî dest ji vê nêzîkatiyê bê berdan.
Bi taybetî ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê, lîdertî û pozîsyona polîtîk a Rêber Apo krîtîk e. Ew bixwe rêberê gelê Kurd e, ne kesekî asayî ye. Hinek dibêjin "statuya kesekî"; na, ev statu statuya gelekî îfade dike ku 200 sal in hatiye înkar û tunekirin. Ew di pozîsyona rêberê serhildaneke ku 50 salî derbas kiriye de ye. Dema mirov hewl dide vê serhildanê bigihîne çareseriyê, dê pozîsyon, statu û rewşa lîderê serhildanê çi bibe? Rêber Apo dê çawa tevlî vê pêvajoyê bibe? Ev hemû ne diyar in û ser de jî mehek e tu hevdîtin nayên kirin. Di van şert û mercan de ne pêkan e ku pêvajo biçe pêş.
Her tim behsa "entegrebûnê" dikin; jixwe dîtina meseleyê tenê wekî "entegrekirinê" bi serê xwe pirsgirêkek e. Heger bi vê vacê berdewam bike, dibetiya ku pêvajo ber bi aliyekî kanserî û bêçareserî ve biçe heye. Helbet tu kes naxwaze pêvajo biçe cihekî neyênî; em naxwazin, Rêber Apo jî naxwaze. Wî bixwe ji bo vê pêvajoyê kedeke pir mezin da. Lê ji bo çareseriyê divê gavên berbiçav bên avêtin û divê Rêber Apo vê yekê bibîne. Divê Rêber Apo fîzîkî azad bibe û xwedî şert û mercên xebatê yên azad be. Divê em bibînin ku Rêber Apo rê dide pêvajoyê da ku pêvajo bi gavên hevdu xwedî dikin biçe pêş.
Ev ne bazarî ne; ev gavên ku hevdu xwedî dikin, koordîne ne û di heman demê de ne. Gotina "pêşî bila ev bibe, paşê bila ew bibe" gotina bêçareseriyê ye. Ya rast; nêzîkatiyeke wekhevîxwaz, dadmend û li ser bingehê muzakereyê ye ku her du alî hevdu xwedî bikin. Nêzîkatiya me ev e. Afirandina şert û mercên ku Rêber Apo bi her şêweyî bikaribe mudaxileyî pêvajoyê bike, girîngiyeke jiyanî ye. Em nekirina hevdîtinan a mehekê wekî xetereyeke cidî dibînin. Divê em teqez agahiyê bigirin; em nizanin li wê derê çi diqewime. Em bawer dikin ku Rêber Apo di şert û mercên azad de be û statuya wî bê diyarkirin, dê rê li ber vê pêvajoyê vebike.
Birêz Dogû, we behs kir ku pêvajo di nav zehmetiyan de dimeşe. Rêber Apo yek ji wan kesên ku ji bo hatina aştiyê ya li ser van axan keda herî mezin daye; ji ber vê yekê jî ji aliyê gelan ve her tim wekî "şervanê keda herî mezin", "kedkarê herî mezin ê aştiyê" hat binavkirin. Gava em ber bi 1’ê Gulanê ve diçin, hûn "kedê" çawa dinirxînin? Kedeke Rêber Apo ya bi vî rengî heye, lê belê di roja me ya îro de têgihiştineke kedê ya ku tenê bi pere tê pîvandin jî heye. Di vê çarçoveyê de ked çi ye, hûn dikarin li ser kedê çi bibêjin?
Bêguman, ev mijareke pir berfireh e. Dibe ku yek ji cudahiyên herî girîng ên têkoşîna me ya azadiyê, yanî ya têkoşîna me ya sosyalîst a ku bi pêşengiya Rêber Apo pêş ketiye, yanî şêwazê nêzîkbûna li kedê ye. Ev rastiyek e ku me hem di nav rastiya jiyana xwe de bi pratîkî ceribandiye, hem jî Rêber Apo çarçoveya wê ya teorîk xêz kiriye.
Aliyekî hişk ê kedê heye; ev pêdivî û realîteyeke jiyanê ye. Ji bo jiyana civakê, jiyana mirov û bi rastî jî ji bo tevahiya cîhana zindiyan pêdiviyek e. Divê mirov kedê tenê di nav sînorên mirov de heps neke; diyardeya kedê di rastiyê de gerdûnî ye, ji bo tevahiya xwezayê û zindiyan derbasdar e. Dema em ji aliyê mirov ve lê dinêrin, her çend aliyekî "keda hişk" ê vê karî hebe jî, dema em wekî çanda civakî, cîhana ruhî yan jî rastiya manewî lê dinêrin, diyardeyeke kedê ya ku derdikeve holê heye. Afirandina mirov a ji bo xwe, avakirina civakîbûna xwe, hebûnkirina çandê, pêşketina exlaq, mezinkirina cîhana raman û hestan, çalakiyeke azadiyê ye. Afirandina cîhanekê, diyardeyeke pir girîng a kedê ye.
Helbet ev nêzîkatî cara yekem di tevgera me de derneketiye holê; lê gihîştina vê ya bi teoriyekê girîng e. Diyardeya "keda azad"; ne nirxekî wisa ye ku bi pere bê kirîn û firotin yan jî bi pere bê pîvandin; felsefeyek e ku bi wê yekê tê pîvandin ku çiqas xizmetê ji civakê, mirov, xwezayê û gerdûnê re dike. Di Rêber Apo de ev felsefeya kedê pir diyar e. Rêber Apo jiyana xwe jixwe li ser van nirxan afirand û pêş xist. Di şert û mercên pir giran ên wekî rastiya Îmraliyê de, bi salan bi tenê jiya û li ber xwe da. Me ev her tim wekî pêvajoyeke berxwedanê ya awarte îfade kir. Ev bixwe hem berxwedan û kedeke fîzîkî ye, hem jî kedeke pir mezin a mejî û hestan e. Van hemûyan bi parêznameyên xwe, bi manifestoya xwe ya dawî, bi diyalogên ku bi şandeyên hatine hevdîtinê yan jî bi parêzeran re kirine, bi me re parve kir.
Ez keda Rêber Apo ya ji bo sosyalîzmê tenê bi pêvajoya Îmraliyê sînordar nabînim; me di tevahiya dîroka têkoşîna xwe de ev pêvajo jiya. Me bi vê teoriyê dest pê kir û me bi vê teoriyê têkoşîn meşand. Di nav pêvajoya têkoşînê de Rêberî nirxand ku li kuderê kêmasî yan jî şaşî hene. Bi salên 90’î re û bi hilweşîna sosyalîzma reel re, li wê derê analîzeke kedê ya kurttir derket holê. Sosyalîzma ku tenê li ser bingeha karkerbûn û proleteryayê ku ez li vir mabesta Marksîstên klasîk dikim hatibû pêşxistin, helbet xwedî wateyekê bû; ji bo pêşketina têkoşîna me bingehek û mîraseke girîng bû. Em jî li ser wê mîrasê meşiyan, îro jî em bi dayîna nirxê ji wan esasan re hewl didin pêvajoyê bibin pêş.
Lê belê tengkirina kedê di nav tiştekî tenê madî de, di rastiyê de têkoşîna sosyalîst jî teng dike. Di pratîkên sosyalîst ên derketine holê de me ev yek bi zelalî dît. Ked divê bi şêweyekî azad bê jiyandin; ne li ser bingeha kirîn û firotinê yan jî meseleya meaş, divê li ser bingeha piştevaniya civakê, bi hev re hilberandin û bi hev re xerckirinê bê girtin dest. Ev di lîteratûra sosyalîst a giştî de hene, lê dema em vê pêvajoyê dimeşînin em ê mijarê çawa bigirin dest? Em ê karkerbûn û diyardeya keda azad çawa pênase bikin?
Dema em kedê bi qalibên pir teng digirin dest, em wê di qadên diyarkirî de heps dikin. Halbûkî esnafek jî di asta xwe de têkoşîneke kedê dide. Dema em li cîhana jinê dinêrin; ji anîna zarokekê ya cîhanê heta mezinkirina wê, hewldana maddî-manewî ya ku di nav malê de yan jî di civakê de tê dayîn, di rastiyê de cîhaneke kedê ya bingehîn îfade dike. Heger wekî pîvan em ne tenê li encamên maddî, lê li encamên manewî, çandî û yên têkildarî berxwedanê binêrin; em ê bibînin ku ked di her kêliya jiyanê de heye. Wê demê sosyalîzm jî mecbûr e xwe bispêre van hemûyan.
"Sosyalîzma Civakparêz a Demokratîk" a ku Rêbertî îfade dike, rasterast bi vê keda ku di her kêliya civakê û jiyanê de xwe heyî dike re girêdayî ye. Jiyaneke bê ked nîn e. Encamên jiyaneke bê ked çawa ne, divê mirov li ser vê jî nîqaş bike. Heger em kedê bêyî ku di nav qalibên teng û madî de heps bikin, li ser hemû encamên wê binirxînin; em ê bibînin ku hemû nirxên çandî yên ku jin, zarok, kal û pîr û gelan afirandine, di encama kedekê de derketine holê. Ked tenê di fabrîkayê de karkirin nîn e.
Ya rastî jin herî zêde zirara vê dibînin. Ji ber ku em her tim behsa jinên ku di nav malê de dixebitin dikin, lê jinên ku di qadên din de dixebitin jî bi heman rengî ne; yanî keda wan her tim ew keda ku nayê dîtin e. Nexasim girtina jinê ya di nav malê de û hepskirina wê ne bes be, dema li derve jî dixebite bi heman sepanan re rû bi rû dimîne. Di vê wateyê de danîna pere û kedê di heman kîsî de çi qas rast e? Rêber Apo got: "Xebat azadî ye"; lê belê niha em di nav pergaleke wisa de ne ku xebitîn ji bo gelek mirovan bûye eziyeteke mezin. Di vê wateyê de kîjan şêwazê xebatê bi rastî dikare bibe sedema azadiyê? Yan jî bi îfadeya Rêber Apo; kîjan xebat in ku dê vê yekê bi mirovan bidin hîskirin, eşqa xebatê pêş bixin û bi rastî jî wê hest û daxwaza rabûna serê sibê û kirina wî karî şiyar bikin?
Niha helbet, li vir wekî min got mijarên pir girîng hene. Xebat û ked jixwe her du bi hev re yekparebûnekê îfade dikin. Dema em li pergala kapîtalîst dinêrin ku mirov dikare wekî tevahiya dîroka şaristaniyê jî lê binêre lê em li gorî kapîtalîzma dawî binirxînin kapîtalîzmê her tişt bi pere ve girê daye. Hemû nirxên jiyanê; diyardeya mirov, diyardeya civakê, nirxên manewî û nirxên maddî... Dema em dibêjin madde, ne tenê pere ye, yanî nirxên ku em bi destan digirin û bi çavan dibînin; hemûyên van bi pere ve girê dane. Di rastiyê de nirxên ku jiyana civakê, jiyana mirov, heta jiyana ekolojîk û ya ajalan afirandiye jî... Wekî mînak, hebûna darekê bi xwe jî kedeke pir mezin îfade dike. Ev hemû bi keda xwe derxistine holê. Di nav hevsengiya xwezayê de jî, di nav hevsengiya civakê de jî dema em lê dinêrin wisa ye.
Pergalê, ev hemû bi pere ve girê daye; encama van hemû kedan wekhev e bi "ew qas pereyî". Nirxê her yekî yê pere heye. Nexwe, heger em li dijî kapîtalîzmê têdikoşin, heger em li dijî van nêzîkatî û encamên ku jiyana kapîtalîst derxistine holê ne û heger em di vî warî de xwe wekî şoreşger-sosyalîst pênase dikin, wê demê divê em vê hevkêşeyê xira bikin. Yanî ez behsa hevkêşeya "ked wekhev e bi pereyî" dikim. Kapîtalîzmê ev hevkêşe afirandiye; hemû derî li wî pereyî vedibin. Heta Rêberî di cihêkî de gotibû: "Pere, Xwedayê kapîtalîzmê ye" yan jî "Fermandarê kapîtalîzmê pere ye." Niha hevkêşeyeke wisa heye. Bêguman divê teoriya civakî, têkoşîna civakî û rêxistinên civakî di serî de vê hevkêşeyê xira bikin.
Keda civakê bi pere nayê pîvandin. Wekî mînak, keda jinekê, keda dayikekê bi pere tê pîvandin? Heta niha hin mirov hewl didin vê yekê jî veguherînin pere. Dayikek çima zarokên xwe mezin dike? Ew keda ruhî ya ku ji bo wê dide, dayîna tevahiya dema xwe ya ji bo wê, anîna wê ya ji laşê xwe... Tu yê van hemûyan çawa bi pere bipîvî? Ew ne tiştekî wisa ye ku bi pere bê pîvandin lê nêzîkatiyên ku hewl didin vê jî bikişînin wê derê hene. Ev nêzîkatiyên pir pozîtîvîst û xeter in.
Her wiha meseleya "keda nayê dîtin" heye. Yên ku ji bo vê kedê xuya bikin hewl didin wê bi pere wekhev bikin jî hene; ev jî aliyekî din ê tund e. Bi navê "rêbaza têkoşîna wekhevîxwaz" li vê tê nêrîn. Ji vê zêdetir, helbet realîteyek heye: Çîna karker heye, bindestiya jinan, dûrxistina wan û keda wan a ne diyar heye. Divê ev hemû bên xuya kirin û bigihêjin şert û mercên ku ked bi azadî bê jiyandin. Lê dema mirov vê dike, divê mirov neşemite aliyê berevajî, divê mirov wê teqez ji xefka pere ya pergala kapîtalîst qut bike. Ev tiştekî pir girîng e.
Dema em li nav jiyana civakê dinêrin her tişt bi pere ye; em li jiyana karkerekî, karmendekî yan jî mirovekî teqawîtbûyî dinêrin; gavê diavêje pere ye, nefesê distîne pere ye. Di nav pergaleke ku her tişt pere ye de, ev bi rastî têkoşîneke pir dijwar e; rastiyek e ku te mehkûmî xwe dike. Lê divê em bi nêzîkatiyeke ku vê zincîrê ji cihêkî bişikîne, meseleyê bigirin dest. Ji ber wê, ji bilî "karkerbûnê" bi tenê; divê mirov ligel çîna karker têkoşîneke rêxistinkirî bimeşîne lê divê mirov pergala heyî derbas bike. Pergal, li ser wê "karkerbûnê" hişmendiyekê diafirîne û kesî bi xwe ve girê dide. Heger mirov bi berdewamî bi meaşê xwe bi pergalê ve girêdayî be, em ê çawa bikaribin vê zincîrê ji cihekî qut bikin?
Em weke civak dikarin keda xwe ya azad çawa biafirînin? Di vî warî de "komunbûn" tiştekî pir girîng e. Heger em bikaribin rêxistinkirina jiyanê û komunbûnê pêş bixin; di rastiyê de em ê li vir vê pergala pere jî li cihekî derbas bikin. Dîsa dixebitî; keda te ya destan, keda te ya laşî, keda te ya fîzîkî û keda te ya mejî heye. Dîsa kedê didî, lê tu wê ne tenê wekî "bi dijwarî debarkirin" û dayîna tevahiya jiyana xwe ya ji bo wê dikî. Bi parvekirina bi civakê re bi awayekî komunal, bi afirandina zemîna ku tu yê tê de azad bibe, tu modeleke xebatê ava dikî. Kapîtalîzm çi dike? Di her gavê de te bi xwe ve girê dide û tenê berdewam dike ku girseyekê dewlemend bike.
Dema sermayeyên pir mezin li cihekî dicivin û dibin monopol; bi milyaran mirov di rastiyê de yan bê pere dijîn, yan bêkar dijîn, yan jî neçar dimînin ku bi pir kêmî debar bikin. Ev wekî çerxekê berdewam dike. Divê têkoşîna sosyalîst vê doregerê li cihekî bişikîne. Ji bo vê yekê, pir girîng e ku gel xwe birêve bibin, pergaleke ku bixwe biryarê li ser hilberîn û xerckirina xwe bidin biafirînin. Ji bo vê ne şert e ku mirov teqez "dewleteke sosyalîst" ava bike. Ev rê berê hatin ceribandin, di têkoşînên civakî de mîrasek hiştin lê aliyên ku divê bên rexnekirin jî hiştin.
Ne mecbûr e ku em her tim bibêjin "me şoreşa sosyalîst kir, me dewleta sosyalîst ava kir". Dema rastiya dewletekê û rastiya burjuwayekê hebe jî, civak, kedkar, jin, beşên bindest, bêkar, bêerd û bêmal; dikarin di nav xwe de bi piştevaniyê, bi bikaranîna azad a kedên xwe, pergala xwe ya civakî ava bikin. Dikarin pergalên hilberîna hevpar, kooperatîf yan jî pergalên aborî yên komunal ên piçûk ava bikin. Dikare vê di taxa xwe de jî ava bike. Têkiliya vê bi avakirina dewletê re nîn e. Ji bo pêkanîna sosyalîzmê û derketina keda azad, ne şert e ku mirov bibe xwedî dewlet; lê belê "civakîbûn" mecbûrî ye. Teqez divê mirov di nav civakîbûn û komunalbûnê de be. Heger di nav vê de bin, keda jinan jî xuya dibe; keda ku karker ji bo civakê û ji bo jiyana xwe didin jî, dikare bibe xwedî wateyeke mezintir û bibe kedeke diyartir.
Yanî dibe ku yek ji sedemên herî mezin ên ku xebata îro dikin eziyet, ev be; bi berdewamî ji bo kesekî din xebitîn. Tu kedê didî, lê zêdetirî nîvê keda ku tu didî, têra dagirtina kîsê dewlemendekî din, patronekî din dike. Rêber Apo, ji bo vê yekê yek ji gavên herî mezin ên ku divê bên avêtin wekî "gihîştina destên kedkar bi axê re" nirxand. Di vê wateyê de, li Kurdistanê hîn jî pêleke mezin a koçberiyê heye û di wateya ekolojîk de êrîşek heye. Divê mirov vê çawa binirxîne? Ji bo ku gel, bi taybetî jî gelê Kurd, dîsa vegerin ser axa xwe û bi rastî bibin xwediyê keda xwe, divê bangeke çawa bê kirin?
Niha divê mirov nirxandina pergala kapîtalîst pir zêdetir bike. Şêwazê jiyana kapîtalîst, ji her alî ve biyanîbûnekê hildiberîne. Em behsa kedê dikin; berî her tiştî rastiya biyanîbûna mirov a li hemberî keda xwe ya cewherî heye. Piştî ku ev pêş dikeve, tu jixwe ji çanda xwe, ji axa xwe û ji xwezaya xwe jî biyanî dibî. Her ku tu ji xwe biyanî dibî, di rastiyê de tu ji her tiştî re dibî biyanî. Yek ji encamên herî girîng ên vê yekê, qutbûna gav bi gav a mirov a ji axa xwe ye. Ev rewş mirov ji hilberîn û xebatê jî qut dike.
Niha di wateya daneyên rêjeyî de dibe ku ez ne di pozîsyoneke wisa de bim ku reqaman bibêjim, lê dema em li cîhanê dinêrin em dibînin ku qutbûna ji keda fîzîkî zêde bûye. Di nav mirovan de lêgerîna jiyaneke konforî û rehet heye; nêzîkatiyek serdest e ku "jiyana xweşik û bimaneyê" tenê bi "jiyana rehet" re wekhev dibîne. Pergala kapîtalîst mirovahiyê bi berdewamî ber bi vê ve motîve dike. Ji ber vê yekê mirov bi ramana "ez bi pere û rehet bijîm" ji xebatê, ji axa xwe û ji çanda xwe dûr dikevin. Ev, dibe ku bi rastî şerê herî mezin ê ku tê dayîn e.
Em her tim dibêjin "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn"; em behsa şerên navbera Îsraîl-Îran, Ukrayna-Rûsyayê dikin. Ev şêwazên şer ên xuyayî ne, lê belê şerê herî mezin ê ne xuyayî yê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rastî li vir diqewime. Ev şerê ku mirov ji hilberînê, ji kedê û ji xebatê qut dike, şerekî pir mezin e. Ev rewşeke bênasnameyî ye. Em dibêjin "pirsgirêka hebûnê" ya; dema em ji vî alî ve lê dinêrin, kapîtalîzm mirovahiyê bi rastî bi pirsgirêka hebûnê re rû bi rû dihêle. Jiyan, ji jiyanbûnê derdikeve.
Ji ber vê yekê; ji bo me beşên ku têdikoşin û dixwazin bi wijdanî û exlaqî hebin, di serî de afirandina vê felsefeyê ji bo xwe pir girîng e. Ev ne neteweperestî ye, welatparêzî ye. Hezkirina welat, civak û çanda xwe nirxên pir bimaney ne; ev nirxên wisa ne ku bi pere nayên kirîn. Lê em dinêrin; li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li gelek derên cîhanê ev koçberî pir heye. Bi hezaran mirov bi keştiyan, di nav wan avên bixetere de derdikevin rêwîtiyê; gelek ji wan winda dibin, navên wan jî namînin. Diçin welatên cîda; hinek dimirin, hinek xwe dikujin, hinek jî wekî hêza karkeran a erzan bi salan tên mêjandin. Bi şêweyekî bênasname û bi piçûkxistinê neçar dimînin ku bijîn. Hemû ji bo çi? Bi navê "jiyaneke rehet". Lê maneya jiyaneke wisa çi ye?
Bila mirov li welatê xwe bijî; belê, dibe ku zehmetî û xetereyên wê hebin, lê bi hezkirina axa xwe, bi hîskirina bereketa wê axê û xwezaya wê jiyîn, nirxekî wisa ye ku bi tu tiştî re nayê berawirdkirin. Ciwan ji van nirxan pir hatin dûrxistin. Yan mehkûmî şêwazekî keda fabrîkasyonê ya ku pergala kapîtalîst kiriye robot têne kirin, yan jî vê red dikin û hewl didin bi şêweyekî bêked bijîn. Her du rewş jî bênasnameyekê derdixin holê. Ev, wekî polîtîkayeke mêjingeriyê tê pêşxistin.
Ji ber vê yekê divê bi taybetî ciwan teqez vegerin û li axa xwe binêrin û axa xwe biparêzin. Di rojên dawî de çalakiyên ekolojîk ên li Kurdistanê pêş dikevin hene; em vê yekê di qadeke teng de heps nakin û wisa nagirin dest. Ev felsefeyeke jiyanê ye. Tu yê bi her şêweyî xwedî li axa ku li ser dijî derbikevî. Parastina wê di serî de peywira ciwanan e. Heger ciwan wê axê neparêzin, pêşeroj nîn e. Em dibînin ku pergala kapîtalîst ew ax, av û dar anîne çi halî; herêmê çawa bêmirov û bêav dihêle. Di rastiyê de pêşerojê tune dike. Heger pêşeroja te tune be, tu yê çawa bijî?
Yanî mirov ê li ku derê bijî, ne wisa? Ji bo Kurdan ev xaleke pir girîng e. Ji ber ku ji bo Kurdan her tim pênasekirina "yê ku dibe şervanê kesên din", "yê ku ji bo kesên din kedeke çêtir dide" yan jî "yê ku ji bo kesên din leşkeriyeke çêtir dike" tê kirin. Herî dawî di aloziya Îran, DYA û Îsraîlê de jî me ev dît. Di vê wateyê de vegera gundan, parastina axa xwe û pêşxistina çalakiyan a li dijî êrîşên ekolojîk; weke rêbazekê ji bo ku Kurd xwedî li keda xwe derkevin jî pir girîng e, ne wisa?
Bêguman, yanî Kurd di rastiyê de gelekî pir kedkar e, ne wisa? Dema em di dirêjahiya dîrokê de lê dinêrin, ev erdnîgariya ku yekemîn cihên niştecihbûnê û hilberîn lê derketiye holê; rastiya "erdnîgariyeke dayîk" û "gelekî dayîk" e. Niha dema em lê dinêrin jî, em gelekî dibînin ku bi keda xwe heye. Gelekî wisa ye ku bi hezaran salan di vê erdnîgariyê de bi ew qas zehmetî, xetere û êrîşan re rû bi rû maye; lê her tim zaniye ku xwe heyî bike. Her çend bê înkarkirin jî, li dijî wê înkarê hem di wateya jiyana aborî û çandî de, hem jî di wateya xwedîderketina li nasnameya xwe de têkoşîneke pir xurt meşandiye û kedeke mezin daye.
Lê belê wekî we got, bi taybetî rewşa binmêtingeriyê ya 200 salên dawî, biyanîbûna li hemberî keda xwe jî bi xwe re aniye. Keda wî bixwe heye, lê ev ked ji bo kî ye? Ma ji bo azadiya wî bixwe ye, yan ji bo ku çanda xwe hîn bêhtir mezin bike û pêş bixe ye? Rêberî ji bo gelekî wisa kedkar wisa digot: "Gelekî ku li ser axa Kurdistanê, yanî li ser axa nanî, nan afirandiye; lê niha gelekî bê nan maye." Yanî rastiya gelekî ku mehkûmî xizaniyeke wisa hatiye kirin heye. Helbet li cîhekî ku xizanbûn hebe, biyanîbûn jî pir zêde dibe. Xizanî, wekî polîtîkayeke mêjingeriyê ya dewletê ya bi hişmendî hatiye pêşxistin; gelê Kurd her tim xizan hatiye hiştin, hatiye xizankirin. Çiqas xizan hatibe hiştin, ew qas bi dewletê ve hatiye girêdan, ew qas bûye leşkerê dewletê; heta beşek jê bi vê rêyê bûye sîxur yan jî cerdevanê dewletê.
Mesele ne tenê sîxurbûn e; her tim hatine palpêdan ber bi pozîsyoneke ku xizmetê ji dewleta mêtinger re bikin. Heger dewleteke demokratîk ba ev pêvajoyeke cida bû; lê ya li pêşberî me, rastiya dewleteke mêjinger e ku te diçewsîne, tune dike û înkar dike. Ev rewş ji bo her çar parçeyên Kurdistanê jî derbasdar e. Ez tenê ji bo Dewleta Komara Tirkiyeyê nabêjim; di yên din de jî dibe ku dozaj cida be lê her tim polîtîkayeke ku keda Kurd bi kar tîne, wî xizan dike û li ser vê bingehê wî bi dewleta mêtinger ve girê dide hatiye meşandin.
Di vê wateyê de tekezirina Rêber Apo ya li ser "keda azad" ku pirsa we ya destpêkê jixwe ev bû pir girîng e. Mezinahiya Rêberiyê herî zêde di vê xalê de derdikeve holê: Naskirina Kurd bi xwe re; yanî naskirina wî bi nasnameya xwe ya cewherî û keda xwe ya cewherî re. Dibêje "Zimanekî te heye, hebûneke te heye, tu heyî" û van hemûyan di nav têgeha kedê de digire dest. Ji ber vê yekê Rêberî dibêje ku divê Kurd xwe li ser bingeha sosyalîst heyî bike. Kurd tenê bi vê keda xwe ya azad dikarin xwe heyî bikin; ji ber ku bi rastî gelekî kedkar in. Lê belê ev ked her tim bi mêjingeriyê hatiye înkarkirin, hatiye xwestin ku bê tunekirin û bi êrîşan re rû bi rû maye.
Li vir em dibînin ku Kurdbûn, xwe bi keda azad, yanî di bin banê sosyalîzma civakparêz a demokratîk de heyî dike. Di rastiyê de mezinahî tam di vê xalê de derdikeve holê. Ji ber vê yekê, xwedîderketina Kurd li keda xwe tê wateya ku ew bixwe xwe bimeşîne û bi rêve bibe. Yanî divê pergala xwe ya xwerêveberiyê ava bike. Gelê Kurd ligel dewletan dijî; lê dema ligel dewletan dijî, divê bikaribe pergala xwe ya civakî jî ava bike. Divê bikaribe pergala xwe ya şaredariyê, pergala taxê, pergala gund yan jî pergala bajêr ava bike. Ev jixwe wekî rewşên pratîkî rastiyên ku tên jiyandin in. Bi zimanê xwe, bi sînemaya xwe ve girêdayî xebatan dike; jin pergalên xwe yên piştevaniyê ava dikin. Ev di rastiyê de tê wateya ku Kurd keda xwe ya cewherî veguherînin pergalekê.
Di vê wateyê de xebatên ku tên meşandin pir girîng û bi nirx in; lê belê divê ev bigihêjin avahiyeke bi pergalitir. Divê bigihêjin yekparebûneke pergalî ya ku jê re tê gotin "konfederal-komunal", a ku hîn bêhtir bi hev re têkildar e, hevdu xwedî dike û mezin dike, yanî bigihêjin "Pergala Civaka Demokratîk". Em dikarin pêvajoyê bi vî awayî îfade bikin.
Yanî vê divê pê re jî bigihînin, me her got ax lê bi axê re afirandina çanda demokratîk ku ji bi destpêkirina ji hundirê malbatê tê, têkiliyên jin û mêr, diyardeyên ku dikevin nava kedê ne. Ji ber vê yekê em nikarin kedê tenê wekî madî bigrin dest. Nimûne, afirandina çanda têkiliya wekhev ya di navbera jin û mêr de, diyardeyeke kedê ye. Kedekî pir mezin e. Di nava malbatê de têkiliya bav-kur, bav-keç ya, dayik-zarok, dayik-bav ya kevneşop heye. Tarzê têkiliya demokratîk, jiyana azad ku were pêşxistin, kedekî pir mezin ê azad îfade dike. Ji nû ve hilberandina awayê têkiliya di navbera mirovan de û ji bo vê dayîna kedekî mezin jî pir girîng e.
We di nava nirxandina xwe de, we mijara bêkedî jî hinekî nirxand, lê dixwazim bi taybet bipirsim; Gelo em dikarin mijarên ked û bêkedî wekî çavkaniya bingehîn ê pirsgirêkên civakî bigrin dest? Herî dawî eşkerebûna bûyera Gulîstan Doku, komkujiyên dibîstanan ku li Mereş û Sêwerekê çêbûn, prototîp û nimûneya vê pergal û dewletê ye. Dema ku di nava pergalê de çînekî bêyî ked jiyaneke bi rihet didomîne, qismekî mezin jî neçare ku her tim bixebite, neçare ku ji bo têrbûna zik bixebite, ev di qismê mezin de li dijî wê çînê bertekê çêdike, di heman demê de xwezîpêanînê jî pêş dixe. Ji ber ku ew çîn bi saya hêza qirêj ku bi dest xistiye, difikire ku dikare her karê qirêj bike û xwe jê rizgar bike. Qismekî din jî wekî xwezîpêanînê, ger wekî şîroveya wan bê gotin ji bo ku bi rêyeke kurt dewlemend bibin, komên çetebûn û mafyabûnê têne çêkirin. Di vê wateyê de mirov dikare vê wekî çavkaniya pirsgirêkên civakî îfade bike?
Helbet mirov dikare di aliyê çavkaniya pirsgirêkên civakî de gelek tişt bêje, lê yek jî xalên herî bingehîn bi rastî jî diyardeya bêkedî ye. Gava ku tîştekî biçûk jî be ked were dayîn, nirxê wê tê zanîn. Ji ber ku westandineke çêdibe. Kesên kedkar nirxê tiştan dizanin. Lê kesên ji kedê dûr ketine, nirxa tu tîştekî nizane. Di pergala kapîtalîst de beşekî dewlemend heye, yên din her ked didin, dihilberînin, bi awayekî dixebitin û ew desteser dikin. Rastiyeke wiha heye. Pergalekî wisa ava dikin ku dibêjin her kes wisa jiyan bike, her kes wekî wan dewlemend e, bêked jiyan dikin, xizmetkarên wan hene, her kes li ber wan kole ye. Jiyaneke bi vî rengî ji bo civakan tê pêşkêşkirin. Wekî ku we got mirov xwezî pê tînin, hewl didin bi awayekî bêked jiyan bikin. Tîştekî wisa tune ye, lê her ku diçe civakîkirina vê, belavkirina vê ya ji bo civakê xeteriyên pir cidî çêdike. Nimûne li Tirkiyeyê ji aliyê du zarokan ve li ser du dibîstanan komkujî pêkanîn. Divê mirov li ser encamên ku şer derdixe jî binirxîne. Divê mirov ne tenê li ser bingehekî binirxîne. Encamên ku şerê 40 salan derxistiye heye, ev timî tundiyê diafirîne. Niha jî tundiyeke pir cidî diafirîne. Heta ku neyê çareserkirin jî wê di nava civakê de biafirîne. Yek, ev encamên ku şer derxistiye heye. Ya din jî pergala kapîtalîst bi awayekî bê ked di medyaya dijîtal de bi lîstokan qadekî jiyanê ya çêkirî ku tu eleqeya xwe ked û rastiyê re nîne, diafirîne. Zarok li ser wê di lîstokan de mirovan dikujin lê xwînê nabînin. Ji fêmkirina mirina kesekî, jiyana kesekî, mirov çawa ji dayik dibin, çawa ked tê dayîn, pir dûr in. Ji civak û kedê hatiye qutkirin. Di lîstokan de dikuje, lê bi awayekî şênber nabîne. Nizanin ku mirina kesekî çi ye, êş çi ye, zehmetî çi ye, nakokî jiyankirin çi ye. Ji hemû rastiyên jiyanê dûr in. Ji hezkirin û rêzgirtinê pir dûr in. Ji civakê qut bûne. 24 saet xwe di wê derê de dide jiyankirin. Vê aliyê vê jî heye, ji ked û jiyanê qut bûne. Di rastiyê de ji civaka xwe qut bûne. Ji keda civakî qut bûne. Li ser vê jî rastiya mafyabûn û çetebûnê ku şer afirandiye heye. Helbet ev nayên lêpirsînkirin. Dema ku mirov li televîzyonan jî dinêre, li ser serdema dijîtal, rastiya pergala kapîtalîst analîz têne kirin. Belê ev jî analîzkirinekî rast e, divê di vê milî de jî were analîzkirin, lê ev tenê ne têrker e. Di heman demê de çanda netewperest, çanda şovenîst ku şer afirandiye heye. Zîhniyetekî faşîst heye. Mafyabûn, çetebûn, zîhniyeta ku ez çi bibêjim ew e heye. Di rêzefîlmên ku demên dawî de hatine çêkirin de jî, mêrên ku xwe tenê yek dibîne heye. Hewla ku di jinan de jî vê yekê nîşan bidin heye. Jixwe ew jî ji kedê qut bûne, tiryakê difroşin, çeteyên fihûşê hene, tîpên dewlemend ku li dora wan tijî jin hene, bi jinan re çawa bixwazin wisa jiyan bikin derdixin pêş. Em vê yekê tenê bi medyaya dijîtal de nenirxînin. Di heman demê de çetebûn û mafyabûna ku şerê qirêj ku li Tirkiyeyê ji aliyê dewletê ve tê kirin, derxistiye holê heye. Di bûyera Gulîstan Dokû û gelek bûyeran de, di bûyera Narîn Guran de, di bûyera Rabîa Naz de em vê yekê dibînin. Ji ber ku malbatên wan dev ji bûyerê bernadin, navên wan têne zanîn. Pir eceb e ne dema cenazeya Gulîstan Doku digerin, cenazeya jinekî dibînin, lê kes nakeve pey cenazeyê. Min li cihekî xwend, dibêjin ku ew cenaze jî ya keça cerdevanekî li Dersimê ye. Dibêjin ku ji ber ku keça wî li gorî wî tevnegeriya ye, xwe kuştiye. Lê bi îhtîmalekî mezin ew jî hate qetilkirin. Gelek bûyerên bi vî rengî hene. Kuştinên jinan ku weke reqem tê nirxandin û ev her tim mijara rexneyê ye, di demên dawî de hejmara jinên ku bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane, ji hejmara jinên ku zelal e hatine qetilkirin, zêdetir e.
Dema tevgerên jinan û bi taybet malbat dikevin pey bûyerê nayê jibîrkirin, nayê girtin. Her çiqas zelal nebe jî, herî kêm di rojevê de dimîne. Lê weke ku we got her ku diçe mirinên bi guman zêdetir dibin. Lê dema ku dikevin pey hinek bûyer eşkere dibin. Xala girîng ku ez dixwazin li vir bibêjim ev e ku; Rêber Apo pêvajoyek da destpêkirin, gavên pir girîng ên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di dîrokî ve avêt. Nimûne ger ev pirsgirêk were çareserkirin gelek bûyerên din jî werin çareserkirin. Bûyerên tundiyê, komkujiya dibîstanan ya zarokan, hem jî nemerdên wekî waliyê berê yê Dersimê û zarokên wan ku bi beleşî jiyan dikin, ku bi çekan wêneyên xwe girtine, tiryarkê bikartînin û jinên ciwan bikartînin. Gulîstan Doku jî jinekî ciwan e ku qurbanê van tiştan hatiye kirin. Zîhniyeta faşîst, mêtînger, çetebûn û mafyabûnê ku di nava dewletê de xwe didomîne, van encaman derdixe. Gulîstan Doku jî wisa ye. Yên ku komkujiya dibîstanan kirin dibe ku wekî bûyereke cudatir derdikeve pêş, lê em sedemên wan hinek lêpirsîn bikin, çima tundî evqas zêde bû, çima zîhniyetekî ev qas şovenîst di zarokekî de bi vî awayekî derketiye, balkêş e. Yek ji wan jî kurê polîsekî ye. Ev girîng e. Divê ev were pirskirin; Çima 7 çek di mala polîsek ku ji kar ketiye heye? Ev polîs çima perwerdehiya çekê dide zarokê xwe. Ev zîhniyetekî çawa ye. Ev hemû rûdanekî ya dewletê ye. Rûdanekî polîtîkayên mêtînger û qirêj ên dewletê ye. Rûdana vê ya li ser jinê ye, rûdana vê li ser zarokê ye, rûdana vê li ser jinên ciwan e. Bi rastî jî berdêla vê şerê ew didin.
Mesele rayedarên dewletê vê dibêjin: ‘Ev salek û nîve mirin çênabin’. Mirinên ji ber şer çênabin, lê dema em li naveroka salek û nîvê dinêrin, dema em li rêjeya tundiya civakî dinêrin dibe ku di şer de ewqas mirov namirin. Lewma çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e. Civak bi vî rengî nikare di nava aramî û edaletê de be. Pirsgirêk bi rengê ‘gerîlayên PKK’ê wê yek bi yek çekên xwe berdin, rayedar jî wê çiqasê teyît bikin’ nirxandin, pir şaş e. Çima van mirovan serî hildaye, eger tu zihniyeta vê netewperestî û mêtingeriyê û çanda vê ya tundiyê ya di civakê de çareser nekî, helbet wê mîna kurê waliyê Dersimê bi hezaran zarok, bi hezaran kujer derkevin holê. Dibe ku bi sedan zarokên ku wê biçin dibistanê komkujiyê bikin, derkevin holê.
Hingî ku ev mesele neyê çareserkirin, kujer çêdibin. Divê dewlet ti carî vê ji bîr neke û lewma demildest çareseriyê pêş bixe. Ev tiştekî pir girîng e. Welatek heya pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser neke, hingî ku tundiya civakî ev qas zêde bibe, pêvajo pêş nakeve. Lewma dewleta Tirk divê nekeve nava nêzîkatiyên xeyalî. Sanayiya me ya parastinê evqas pêş ketiye, em lîderê cîhanê ne falan û bêvan, evane tiştên li gorî rastiyê nînin. Jiyana rast Gulistan Doku ye, jiyana rast rewşa zarokên ku komkujiyê pêk tînin e. Lewma divê ev neçareserî û bêhiqûqiya li hemberî pirsgirêka Kurd, ji holê rabe. Pêşxistina nêzîkatiyeke demokratîk, wekhev û adilane û ev yek bi statuya qanûnî re kirina yek, Kurd bi rastî jî bigihijin asteke zagona bingehîn, girîng e. Ji ber ku Kurd li dervey qanûnî mane, zagona bingehîn jî li gorî vê hatiye çêkirin, evqas bêhiqûqî û tundî heye. Lê eger di vê xalê de çareseriyeke rast were pêşxistin, wê demê bi rastî jî Komara Tirkiyeyê wê li herêmê xurt bibe.
Dema em li van çetetiyan dinêrin, di bingehê wê de şerê ku ji salên 90’î ve li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd hatiye meşandin û navên kujeran heye.
Ew xwedî rolên sereke ne. Ji Suleyman Soylu bigirin heya Mehmet Agar. Cînayetên kurê Mehmet Agar jî hene, em van jî dizanin, kîjan jin çawa qetil kir. Evane hemû derdikevin holê. Hingî ku têkoşîna gelan û jinan pêş bikeve, evane deşîfre dibin, derdikevin holê.
Herî dawî bangek we ji bo 1’ê Gulanê heye?
Helbet 1’ê Gulanê dîrokek girîng e. Di vî warî de ez bang li hemû kedkar û gelên têkoşer dikim ku dakevin qadan. Di heman demê de di aliyê pêşveçûna pêvajoyê de, xitimînek heye. Ji bo vê jî divê gel bêje bes e û mudaxile bike. Xwedî derketina li pêvajoyê ji bo pêşketina aştî û demokrasiyê, pir girîng e. Divê ev mijar tenê ji dewletê re neyê hiştin. Divê civak xwedî li vê yekê derkeve, ev xwedî girîngiyek pir stratejîk e. Ji vî alî ve hem gelê Kurd, hem jî gelên Tirkiyeyê divê di nava têkoşîneke domdar de bin. Bi daxwazan li kolanan bin.
Mijareke din a girîng jî, cînayetên jinan ên tên nixumandin e. Evane bi taybetî heya niha ji aliyê dewletê ve hatin parastin. Têkoşîna jinan çiqasê pêş bikeve, jin çiqasê dest ji bûyerekê neberdin û ji bo vê yekê têdikoşin, bi taybetî jî malbatên jinên tên qetilkirin çiqasê bi rengekî cidî û bi îstiqrar têbikoşin, li pey bikevin ev bûyer derdikevin holê, faîl tên deşîfrekirin û tên girtin. Lewma jî têkoşîna me ya jinê divê di vê çarçoveyê de hîn bêhtir were xurtkirin. Bi vê wesîleyê divê em vê hîn xurttir bikin û têkoşînê mezin bikin.







