Di hefteya 900'emîn de bang kirin: Deng bidin vê lêgerîna edaletê

  • 12:52 9 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'a Amedê di çalakiya xwe ya hefteya 900'emîn de destnîşan kirin ku heta ku aqûbeta xizmên wan ên hatine kuştin û windakirin neyê diyarkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 900'emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHD'a Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, parlamenterên DEM Partî û CHPê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Can Ayşîn yê ku 7'ê Gulana 1994'an de li Gundê Sîsê yê navçeya Licê ya Amedê hate binçavkirin û di binçavan de hate windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Mehmet Can Ayşîn hatin hilgirtin.
 
Di çalakiyê de ewilî Hevserokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz axivî diyar kir ku yên ku jiyana xwe ji dest dane, dema daxwaza edaletê kirin hatin windakirin û got: “Heta ku aqûbeta her kuştiyê kiryarên wan nediyar eşkere nebe, em ê dest ji têkoşîna edaletê bernadin. Divê dewlet êdî îradeya dîtina cînayetên kiryarên wan nediyar nîşan bide.”
 
Paşê Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren da zanîn ku cînayetên kiryarên nediyar û valakirina gundên gelê Kurd bi salan e berdewam dikin û wiha got: “Li dijî vê yekê, dayik 900 hefte ne li qadan pirsa ‘zarokên me li ku ne? dikin.’ Ew dayikên ku di vê lêgerînê de ne, dixwazin heqîqet derkeve holê û paşerojeke demokratîk ava bibe. Heke em bixwazin pêşerojeke nû ava bikin, divê ew bi cînayetên kiryarên nediyar re hevrû bibin û lêborînê bixwazin.”
 
Piştre Parlementerê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî dest nîşan kir ku ji bo aqûbeta kiryarên nediyar gelek soz hatin dayîn û wiha axivî: “Çiqasî soz hat dayîn jî lê mixabin edalet hîn pêknehatiye. Bila soza me be ku em ê soza xwe bi cih bînin. Ji bo pêkanîna edaletê, çi ji destê me bê em ê bikin. Heta ku em bi hev re aştiyeke rasteqîn ava nekin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç jî bal kişand berxwedana malbatan û ÎHD'ê û wiha got: “Ji salên nodî û vir ve, wekî encama polîtîkayên ku li Kurdistanê hatin meşandin, têkoşîna dayikên me têkoşîneke bêhempa ye. Li Amedê zêdetirî 60 dosyayên windayan hatin vekirin. Em ji dozgeriyê re radigihînin ku em ji bo diyalogê amade ne. Em ê hevdîtinên xwe bidomînin. Heke di vê welatî de ji bo avakirina aştiyê hewldanek hebe, divê bi wêrekî deng bidin vê lêgerîna edaletê û hevrûbûn pêk were.”
 
Hevşaradara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak bi lêv kir ku pêwîst e rayedar bersivê bidin vê têkoşîna mafdar a malbatan û got: “Em ê bi hemû dînamîkên vê bajarî bi hev re têbikoşin û vê tarîtiyê ronî bikin.”
 
Dayika Aştiyê Muruvet Demîr jî axivî û bal kişand ser berdewamkirina têkoşînê û da zanîn ku dê tu carî dev ji têkoşîna pêkanîna aştiyê bernadin. Muruvet Demîr, da zanîn ku dê sibê li ber girtîgehê saet 13.00'an de daxuyaniyê bidin û banga tevlîbûnê kir. 
 
Herî dawî dayika Mehmet Can Ayşîn, Aynûr Ayşîn jî diyar kir ku heya aştî were vî welatî tekoşîna wan dê berdewam bike û wiha got: “Em ne tenê ne, em bi hezaran e. Heya ku em sax bin em ê têbikoşin. Heke em yekitiya xwe pêk bînin neyarên vî gelî dê bên darizandin.”
 
Pişt re Hevseroka Şaxa ÎHDa Amedê Sûzan Mamedoglû çîroka Mehmet Can Ayşîn xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.