Dayikên Şemiyê: Bila heqîqet derkeve holê
- 13:50 16 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Kasim û Halî Alpsoy yên di bin çavan de hatin windakirin pirsîn, gotîn,"Çend sal derbas dibin bila bibe em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin."
Dayik/Mirovên Şemiyê, bi daxwaza pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 1103’yemîn de li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Kesên beşdarî çalakiyê bûn, wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û qurnefîl hilgirtin. Metna daxuyaniyê ya vê hefteyê endama Komîsyona Li dijî Windakirinên di Binçavan de ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê Zeynep Yildizê xwend. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ku 32 sal berê li Stenbolê hatin binçavkirin hate pirsîn.
Zeynep Yildiz, diyar kir ku hewceye Serokatiya Daîreya Sûcên Kiryarnediyar a di bin sîwana Wezareta Dadê de hatiye avakirin, di heman demê de windakirinên bi darê zorê û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên bêceza hatine hiştin jî lêkolîn bike. Zeynep Yildiz, bi domdarî got: “Ev yeke ye, divê ne tenê mekanîzmaya dosyeyan vedike be lê hewceye ji bo rastiyê derxîne holê, faîlan aşkera bike û derxîne pêşberî darazê jî. Nexwe dê necezakirin dê li vê xakê weke pratîkeke fiîlî bidome.”
Bi domdarî Zeynep Yildiz serpêhatiya Kasim û Halîl Alpsoy vegot û ev tişt anî ziman: “Em îro, careke din ji bo Kasim û Halîl Alpsoy ên 32 sal berê hatine windakirin daxwaza edaletê dikin. Halîl Alpsoy, di şeva 12’yê Gulana 1994’an de li gel hevjîna xwe û pitikê xwe yê 40 rojî vegeriya mala xwe ya li Kanarya ya Stenbolê. Li pêşiya malê ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Dema hevjîna wî li dij derketî jî polîsan nasname nîşan dan û gotin; ‘Mereq neke, em dibin qereqolê. Dê heta nîvsaetekê vegere.’ Halîl Alpsoy li Torosa spî hate siwarkirin û êdî venegeriya. 18 roj piştre jî li daristaneke Kirikkaleyê hate dîtin û ji ber îşkenceyê nedihat naskirin. Xwişk-birayên wî, ew ji şopa ser destê wî ya ji zarokatiyê nas kirin. Hefteyek piştî binçavkirina Halîl Alpsoy, îcar jî polîsan pismamê wî Kasim Alpsoy di serdegirtina malê de girtin. Polîsên çekên lûledirêj di destê wan de hebûn, Kasim Alpsoy ê 30 salî binçavkirin û birin Daîreya Îstîxbaratê ya Edeneyê. Di heman rojê de hate berdan lêbelê nasnameya wî hate desteserkirin. Jê re gotin ‘sibe were nasnameya xwe bigire.’ Dema vegeriyayî malê îşkence lê hatibû kirin. Roja din ji bo nasnameya xwe çû avahiya MÎT’ê. Xizmê wî jî li ber derî sekinî. Lêbelê Kasim Alpsoy êdî ji wê avahiyê derneket.”
Di berdewamê de Zeynep Yildiz anî ziman ku heta niha jî binçavkirina Halîl û Kasim Alpsoy hatiye înkarkirin û wiha domand: “Tevî serlêdanên malbatê jî tu pêşketin çênebû. Li gorî îçtîhadên DMME’yê, pêvajoyên edlî yên heqîqet dernexistî holê û berpirsyar nehatine girtin, weke pêvajoyên bibandor nayên qebûlkirin. Di serî de Kasim û Halîl Alpsoy, di dosyeyên hemû kesên di bin çavan de hatine windakirin, bêyî lêpirsîneke baş hatin girtin. Em dixwazin dawî li van biryarên rê li ber binpêkirinên giran vedikin bê anîn. Lêpirsîneke berfireh, serbixwe û bêalî ku berpirsyarên sûc derdixîne holê û ceza dike bidin meşandin. Çend sal jî derbas bibin em e tu caran ji bo Kasim û Halîl Alpsoy dev ji daxwazkirina edaletê bernedin.”
Hevjîna Kasim Alpsoy, Leyla Alpsoy jî di çalakiyê de axivî û got: “Ev 32 sal in em li vê qadê ne. Hevjînê min çima hate windakirin, çima goreke wî nîne? Neviyê min mezin bû û dibêje ‘Kanê gora bapîrê min.’ Binêrin, vaye cejn nêz bû lê goreke ku em biçin serdanê û duayan bikin tune ye. Nebe ku hûn bibêjin dê ji bîr bikin. Em ê ji bîr nekin. Heta ku hemû windakiriyên xwe dibînin jî dê li qadan bin. Em ê dev ji têkoşînê bernedin. Em biçin jî dê neviyên me li vê qadê bin.”
Hevjîna Fehmî Tosun Hanim Tosun jî bertek nîşanî pêşandana bi kostumê Cem Ersever a li Enqereyê ku endamê JÎTEM’ê û faîlê bi sedan windakiriyan e da û got: “Hevjînê min li pêş çavên min li Torosê siwar kirin û revandin. Bi mihrîcana li Enqereyê re van birînên me xwînî dikin. Madem komîsyon hate avakirin wê demê Wezîrê Dadê çima der heqê van kesan de daxuyaniyekê nade?”
Di çalakiyê de ji bo çalakiyên dê sibe di çarçoveya Hefteya Windakiriyan de bên lidarxistin jî banga tevlibûnê hate kirin. Di çalakiyê de ji bo Kasim û Halîl Alpsoy û hemû windakiriyan daxwaza edaletê hate kirin.
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn Qada Galatasarayê ya bi bariyeran girtî.







