‘Heta bi heqîqetê re neyên rû hev başbûn ne pêkan e’

  • 09:02 21 Hezîran 2026
  • Rojane
Semra Turan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Akademîsyen Ayşe Gul Altinay da zanîn ku heta bi êş û tundiyên berê hatine jiyîn re neyên rû hev başbûn ne pêkane û got ji heqîqet, edalet û pêvajoyên şînê re qad vekirin, şerta başbûnê ye.
 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de xebat tên meşandin û di 13-14’ê Hezîranê de li Stenbolê bi banga gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û hunermend konferansa "Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn" de pêk hat. Di konfernasa ku nîqaşên li ser çareserî û aştiyê hatin meşandin de, navdarên di qada xwe de girîngin der barê pêvajoyê de axivîn.
 
Akademîsyen Ayşe Gul Altinay ku bi xebatên xwe yên antropolojî, çandî û zayenda civakî tê nasîn, di bin sernavê ‘li cîhanê bi piştevaniyê hûnandina aştiyê’ de axivî.
 
Ayşe Gul Altinay da zanîn ku got yek ji encama girîng a konferansê ev bû ku dîtina pêvajoyê ya pir alî a aştiyê bû û wiha got: “Em li ser tundî, şer, tecrubeyên qirkirinan û ev çawa vediguherin pêvajoya aştiyê de axivîn.  Em bibin yek em ê biserkevin. Gotina ‘ya bi hev re yan jî em tu kes’ li vir de girînge. Tu kes bi tena serê xwe azad nabe.”
 
Ayşe Gul Altinay  wiha dirêjî dayê: “Bîra tundî û êşan hemû kesî dihewîne. Di hinek mijaran de em mexdurên tundiyê ne. Em wê bîrê dihewînin. Îla ne ku em bijîn, ne ku  li ser me pêk hatibe. Lê em di hinek mijaran de bûne gumanbarê tundiyê, şahidê bêdengiyê û me ser bûyerê girtiye, em bêdeng mane.”
 
‘Em hemû birîndarin’
 
Ayşe Gul Altinay daxuyakirin ku vê rewşê hemû civak birîndar kiriye û ev tişt daxuyand: “Hem bîrînên me yên kolektîf hene hem jî di tecrubeyên tundiya kolektîf de cihê me her kesî heye.  Em ê bi vê birîndariya xwe çi bikin?Divê em wan birînan bibînin. Hinek kes herî zêde ji birînên xwe direvin. Ev ne hêsane.”
 
‘Dema navê tundiyê bê nasîn wê başbûn jî hebe’
 
Ayşe Gul Altinay bal kişand ser êşên berê hatine jiyîn û got divê navê van tecrubeyan rast bê danîn û got dem aku navê tundiyê bê nasîn wê başbûn jî hebe. Ayşe Gul Altinay wiha bi lêv kir: “Başbûn bi înkarkirina paşerojê nabe.Divê ji bo heqîqet, edale û şînê qad bê vekirin. Wê demê wê em bi hev re baş bin û şifayê bibînin. Em bi hev re bigirin û bikenin ku em bi hev re govendê bigerînin. Şer pir caran bi têgehên lehengî, ewlehiya neteweyî û parastinê tê rewakirin. Tevî vê şer hilweşîn û travmayek mezin diafirîne. Mîlîtarîzm ne tenê di qadên şer de, di jiyana rojan de ji nû ve tê afirandin. Ji perwerdê heta sparê ji hunerê heta lîstikên zarokan  gelek qad ji ferasta mîlîtarîzmê bi bandor dibin. Divê em bibînin ku em li her qadê hatine mîlîtarîzekirin. Wê demê em ê  bikaribin ku pêşerojeke bê şer ava bikin.”