Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga greva giştî
- 13:00 13 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya salvegera 4’an a qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî, Tifaqa Partiyên Siyasî ya Kurdistana Îranê bang li xelkê Rojhilat kir ku 16’ê Îlonê dest bi greva giştî bikin.
Jîna Emînî li paytexta Îran Tehranê bi hinceta “li gorî quralên serpêçanê tevnegeriyaye” ji aliyê polîsên exlaq ve hatibû binçavkirin û piştre hatibû qetilkirin. Li ser vê qetlîamê 4 sal derbas dibin.
Beriya salvegera qetilkirina wê, Tifaqa Partiyên Siyasî ya Kurdistana Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo 16’ê Îlonê roja çarşemê li seranserî Rojhilat banga greva giştî kir.
Tifaqê xwest ku ji bo piştgirîdayîna grevê esnaf dikanên xwe û bazaran bigirin, welatî jî li malên xwe bimînin û tevlî çalakiyê bibin. Di daxuyaniyê de bang li partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û komên civakî yên cuda hate kirin ku destek bidin greva giştî.
Tifaqê destnîşan kir ku greva giştî tenê bîranîna cangoriyên berxwedana “Jin, jiyan, azadî” nîne, di heman demê de çalakiyeke sivîlan a aştiyane ye ku berxwedana gelê Kurd û daxwazên wê yên siyasî û neteweyî nîşan dide.
Piştî ku 16’ê Îlona 2022’yan Jîna Emînî hate qetilkirin, li seranserê Îranê prosteyên ku mîna wê nehatine dîtin destpê kirin, dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” sînorên welêt derbas kir û li seranserî cîhanê bû yek ji sembolên tevgera protestoyê.







