Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

  • 14:23 18 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de ji bo berfirehkirina karên Jineolojiyê li qadên xwecihî, xurtkirina pêşengiya jin ên ciwan û zêdekirina tecrûbeyên jiyana komînal bang hate kirin.
 
Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya li Ewropayê ku di navbera 15-18'ê Cotmeha 2026'an de li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin, hate eşkerekirin. Encamname bi vî rengî ye:
 
"Em ji erdnîgariyên zimanan û bîranînên jinan ên cuda hatin cem hev. Me ji bo bîranîna çîrokên xwe yên ku hatin jibîrkirin, ji bo avakirina pireyan di navbera jiyanên me yên ji hev qutkirî de û ji bo ku em rêya azadiyê bi hev re bînin, li hev civiyan. Em di ronahiya Jineolojiyê de, îradeya xwe ya ji nû ve pênasekirina hebûna jinê bi rastiya wê ya dîrokî û civakî û mezin kirina zanîna jiyana azad dubare dikin.
 
Krîza ku em tê re derbas dibin, di heman demê de krîza qutkirina mirov ji rastiya xwe û ji têkiliyên xwe yên civakî ye. Dema bîranîna jinê tê jêbirin, bîranîna dîrokê kêm dibe; dema keda wê nayê dîtin, avakirina jiyanê di tariyê de dimîne; dema dengê wê tê bêdengkirin, civak ji rastiya xwe dûr dikeve. Jineolojî dixwaze vê qutbûnê bi ronîkirina dîrok, zanîn û hebûna civakî ya jinan derbas bike. Ji ber ku bê çareserkirina koletiya jinê, ku şaneya bingehîn a pirsgirêkên civakî pêk tîne û bê veguherandina têkiliyên ku vê koletiyê çêdikin, azadiya civakî nikare temam bibe.
 
Ji ber vê yekê, em Jineolojiyê wek zanist û rêya azadbûnê dibînin ku jinê ji rewşa heyî ya tiştekî bêîrade derdixe û wê dike kirdeya dîrok û jiyana xwe. Em li ser şehrezayiya xwedawendan û tecrûbeyên jiyanê yên jin-navend ên ku şaristaniya mêr-serdest wan nixumandiye, lêkolîn dikin; bîranîna rabirdûyê bi lêgerîna azadiyê ya îroyîn re tînin cem hev. Armanca me vekirina rêya jiyaneke azad e ku tê de jin dikarin deng, raman û zanîna xwe biafirînin û bi derbasbûna ji qalibên zayendperest, pîvanên xwe yên azadiyê pêş bixin.
 
Lêkolîn, perwerde, kamp, weşan û xebatên kolektîf ên ku em zêdetirî deh salan e li Ewropayê dimeşînin, sermayeya hevpar a vê lêgerînê pêk tînin. Niha em bi berpirsiyariya kûrtirkirina vê sermayeyê, anîna tecrûbeyên cuda yên jinan cem hev û veguherandina zanîna Jineolojiyê ji bo hêza ji nû ve avakirina civakê re rû bi rû ne. Em girîng dibînin ku zanîn ji qalibên kolonyalîst û mêr-serdest bê paqijkirin û zanîna jinên ciwan, koçber û jinên ku bi zimanên cuda diaxivin, ramanên me yên hevpar dewlemend bike. Em dizanin ku rastî di sînorên tu erdnîgarî an tu tecrûbeyê de nagire û cudahiyên xwe wek çavkaniya hilberîna zanîna hevpar dibînin.
 
Têkiliya Jineolojiyê ya bi jiyanê re di lêgerîna me ya avakirina civaka komînal de xwe diyar dike. Kom qadeke jiyanê ye ku tê de ked, zanîn û berpirsiyarî tên parvekirin, biryar bi hev re tên girtin û her jin bi îradeya xwe beşdarî jiyana hevpar dibe. Azadî di nav têkiliyên me de şîn dibe; wekhevî bi parvekirina ked û berpirsiyariyan rehên xwe xurt dike; demokrasî jî dema dengê her kesî di avakirina jiyanê de bersivê dibîne, bi pêş dikeve. Ji ber vê yekê, em koman ne tenê wek awayên rêxistinbûnê, lê wek qadên ku zanîna azadiyê ya Jineolojiyê vediguherin jiyanê dibînin. Em zêdekirina pratîkên komînal ên ku keda jinan xuya dikin, îradeya wan xurt dikin û têkiliyên mêr-serdest diguherînin, wek berpirsiyariyeke hevpar a xwe qebûl dikin.
 
Em girîng dibînin ku perspektîfa Jineolojiyê, ku ji bîranîna dîrokî, sermayeyê ramanî û têkoşîna azadiyê ya jinan tê hêrandin, rêberiya avakirina civaka demokratîk bike; û pêşengiya jinan û îradeya wan bibin hêza avaker a jiyana civakî. Em bawer dikin ku aştiyeke ku bi azadiya jinan kûr dibe, wê di jiyana civakî de reh bigire û demokrasiyeke ku bi îradeya jinan tê hûnandin, wê rê li ber paşerojeke azad û komînal veke. Em di avakirina vê paşerojê de, anîna tecrûbeya dîrokî, zanîn û lêgerîna azadiyê ya jinan ji bo navenda ji nû ve avakirina civakê, wek berpirsiyariyeke bingehîn dibînin.
 
Bi vê konferansê re, em xwe bi van armancan ve girê didin: kûrtirkirina xebatên Jineolojiyê, xurtkirina fêrbûna kolektîf, mezinkirina piştgirî û hevgirtinê di navbera nifşan û têkoşînên cuda yên jinan de û belavkirina tecrûbeyên jiyana komînal. Em biryardar in ku em di rêyekê de bimeşin ku zanîn ji jiyanê, raman ji kedê û azadî ji berpirsiyariya hevpar qut nebe. Em ê bêyî ku tecrûbeyên xwe ji hev re bigirin, bi rûbirûbûna bi kêmasiyên xwe û bi kirina dengê her herêmê parçeyek ji hilberîna hevpar, pêş ve biçin. Em ê ji bo pêşxistina xebatên ku zanîn û tecrûbeyên jinan tînin cem hev, hilberîna hevpar domdar dikin û têkoşîna azadiyê di jiyana rojane de xurt dikin, bixebitin.
 
Ji ber ku rastî jiyana ku bi hev re tê derxistin e. Azadî ne sozdayîneke ku ji bo paşerojê tê paşxistin e, lê hêviya ku em di têkiliyên ku îro ava dikin de mezin dikin e. Em bi Jineolojiyê zanîna xwe azad dikin, bi koman têkiliyên xwe yên civakî ji nû ve dihûnin û îradeya jinan dikin hêza avaker a jiyana demokratîk.
 
Em rêya ku ji bîranînê ber bi paşerojê, ji gotinê ber bi jiyanê ve dirêj dibe, bi hev re dihûnin. Em bi perspektîfa Jineolojiyê civakbûnê dihûnin, azadiya jinan dikin koka civaka demokratîk û bi koman civakeke demokratîk û komînal ava dikin."