Li polîklînîka jinan tenê du bijîşk hene: Bi mehan dora dermankirinê nayê

  • 09:11 18 Kanûn 2019
  • Tenduristî/Werzîş
WAN - Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmî ya Wanê di polîklînîkên nexweşiyên jinan û welîdînê de tenê du doktor dixebitin û ji ber vê jin bi mehan nikarin randevuyê bigirin. Jinan diyar kirin ku ji bo derman bibin li nexweşxaneyê jî radizên û gotin: “Pere tune ye gel biçe nexweşxaneyên taybet. Rewşeke lezgîn hebe cihekî mirov biçinê tune ye.”
 
Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmî ya Wanê di polîklînîkên nexweşiyên jinan û welîdînê de tenê du doktor dixebitin û ji ber vê nexweş nikarin xizmetê bigirin, ji ber vê rewşê bi mehan nikarin randevuyê bigirin. Jinên ber bi sibehê saet di 04.00-05.00’an de tên nexweşxaneyê û dikevin rêzê bi saetan jî dipên ku dor bê wan.
 
‘Yên bi torpîl tên tayînkirin’
 
Beyhan Erol diyar kir ku sedema vê îxrackirina bijîşkan e û got rayedar van mexdûriyetan nabînin û got: “Li herêmê du bijîşk hene. Ev jî gelek kêm e. Rayedar rewşê çareser nakin. Rewşa xizanan nabînin. Gel nikare li nexweşxaneyên taybet derman bibin. Ligel vê krîza aborî û betalî heye. Bi hezaran kes îxrac kirine û mexdûr kirin. Gelek ciwanên li bende tayîna xwe ne hene. Çima tayîn nakin? Tenê yên bi torpîl tên tayînkirin.”
 
‘Ji ber randevû nedan derman nebûm’
 
Meryem Erol jî destnîşan kir ku ji ber randevû negirtiye derman nebûye û got: “Ji ber tunebûna bijîşkan bi mehan ji bo dora randevuyê disekinim. Serjimara bajêr zêde ye. Bi mehan em nikarin randevuyê bigirin. Li herêmê yek nexweşxaneyek dewletê heye. Her kes li vir derman dibe. Kes nikare biçe yên taybet. 2 bijîşk têr nakin. Rojê bi hezaran jin diçin nexweşxaneyê. Du sale nexweş im. Ji ber nikarim randevuyê bigirim nikarim biçim nexweşxaneyê. Sibehê zû biçim îhtîmalek mezin dikarim randevuyê bigirim. Lê nikarim evqas bisekinim. Em dixwazin bijîşk bên tayînkirin. Em razîne ku 5-6 rojan dereng randevuyê bigirin.”
 
‘Ji bo dorê bigirin li nexweşxaneyê radizên”
 
Fatma Erol jî bi lêv kir ku ji ber rewşeke lezgîn, bijîşkekî mudaxale bikin nabînin û wiha dawî lê anî: “Nexweşiyên jinan li beşên lezgîn nayên dermankirin. Gelek kes ji bo randevuyê bigirin li nexweşxaneyê radizên. Jinên ducanî bi saetan li ser piyan disekinin. Kesên sibehê saet di 04.00-05.00’an de tên nexweşxaneyê piraniya wan bêyî derman bibin vedigerin. Ev rewş mexdûriyetê pêk tîne. Nexweşxaneyên taybet ji bo her tiştekî 120 TL dixwazin. Niha pirsgirêka min a tenduristiyê her çiqas cidî be jî derfetê min yê biçim nexweşxaneya taybet tune ye.”