Bîlançoya vîrûsa koronayê: 191 hezar û 84 kesî jiyana xwe ji dest dan
- 11:43 24 Nîsan 2020
- Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên dawî, heya niha li seranerê cîhanê 191 hezar û 84 kes bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Gorî rêjeya dawî herî zêde li Emerîkayê mirin çêbûne.
Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine, gihîşt 2 milyon û 726 hezar û 753 kesan. Hejmara miriyan jî 191 hezarî derbaz kir. Heya niha li seranserê cîhanê 749 hezar û 885 kesên bi vîrûsa Koronayê ketibûn jî baş bûne.
Li hinek welatan hejmara kesên bi koronayê mirine:
Emerîka: 49 hezar û 736
Îtalya: 25 hezar û 549
Îspanya: 22 hezar û 157
Fransa: 21 hezar û 856
Îngilistan: 18 hezar û 738
Belçîka: 6 hezar û 490
Îran: 5 hezar û 481
Elmanya: 5 hezar 404
Çîn: 4 hezar û 632
Tirkiye: 2 hezar û 491