Bîlançoya vîrûsa koronayê: 197 hezar û 353 kesî jiyana xwe ji dest dan
- 11:50 25 Nîsan 2020
- Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê mirine gihaşt, 197 hezar û 353 kesan.
Li gorî daneyên dawî, heya niha li seranerê cîhanê 197 hezar û 353 kesî bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Herwiha li seranserê cîhanê heya niha 2 milyon û 833 hezar û 47 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Bi giştî hejmara kesên baş bûne jî gihîşt 807 hezar û 462 kesan.
Li hinek welatan hejmara kesên bi koronayê mirine:
Emerîka: 52 hezar û 217
Îtalya: 25 hezar û 969
Îspanya: 22 hezar û 524
Fransa: 22 hezar û 245
Îran: 5 hezar û 574
Elmanya: 5 hezar 760
Tirkiye: 2 hezar û 600