‘Ji bo tenduristiya xwe li xurekên tên mezaxtin baldar bin’
- 09:05 28 Nîsan 2020
- Tenduristî/Werzîş
Rengîn Azîzoglu - Medya Uren
AMED - Endama DTO'yê bijîşk Evîn Bahar Dundar da zanîn ku yek ji xalên herî girîng ên ku em lê baldar bin xurek e û wiha got: “Yek ji cihên herî zêde girse lê kom dibe û karê me lê çêdibe firoştgehin, divê di çuyîn û hatinan de ango mezaxtina van xurekan de em baldar bin. Di van cihan de mirov neçarin baldarî paqijî û rêbaza navberê bibin.”
Şewba Koronoyê (COVİD-19) her ku diçe bandora xwe li ser tevahî cîhanê dike. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes ji bi şewba vîrûsê ketine. Mirovên zanyar ji bo astengkirina belavbûna vîrûsê di aliyê paqijî, destlêdan û îzalasyona civakî de her roj şiyariyan dikin. Di vê pêvajoya de yek ji van xalên herî zêde tê merqkirin ji xurek e. Endam DTO’yê bijîşk Evîn Bahar Dundar derbarê mijarê de zanînên xwe bi me re parve kirin.
‘Paqijî û destşuştin rêya sereke ya parastinê ye’
Evînê diyar kir ku vîrusa koronoyê bi şeklê dilopên rohn ên bi qasî 5 mîkronan mezin de belavî derdorê dibe. Dema kesê enfekte bûye bikuxe, bipişke yan ji bi dengê bilind biaxive ev dilop belavî nava hewayê dibin ango dikarin bi qasî mîtroyekê dur jî biçin. Evînê da zanîn ku kesê bi tendurust dikare bi riya qenala bêhnê van dilopên vîrûsê biigire û enfekte bibe. Evînê wiha berdewam kir: “Ji derveyî vê ji vîrus dikare demên dirêj li ser ruyê qerton, laylon, text, beton û hwd. demek dirêj bimîne. Ev ne riya sereke ya enfekte bûyînê ye, lê kesê destdana ruyê bi vîrus bike ango destê xwe bide poz, dev û çavê xwe, rêjeya enfektebûyînê zêde dibe. Ji ber vê şûştina dest girîg e. Piştî enfekteyê di navbera 2-14 rojan de nîşaneyên koronoyê ên weke kuxîn yan jî di qenala bêhndanê dan û standinê de pirsgirêk rû dide. Lê ji sedan 20 kesên bi şewba vîrusê ketine bêyî nîşane di wan di laşe wan de ru bide nexweşiyê derbas dikin. Ji sedan 50’yê van bi aciziyên biçuk re derbas dikin.”
‘Firoşgeh yek ji cihên herî talûke ne’
Evîn bal kişand ser riyên xweparastinê û wiha got: “Ji bo pêşwazîkirina pêdivên rojane em neçar dibin ku biçin firoştgehan. Ji ber vê sedemê ji cihên herî girse lê kom dibe û di talukê de ye firoştgeh in. Lewra xebatkarên firoştgehan û gel divê tevdîrên xweparastinê bigirin. Alavên xwe parastinê yên weke maske û lepik teqez divê werin bikaranîn. Divê her roj firoştgeh bi dezefenktanê were paqijkirin û bi navberan pace derî werin vekirin. Ji bo kiryaran ji divê xebatkar şiyariyan bikin. Di hatin û çuyinê de divê dezefenktan werin bikaranîn. Li rexa wan ji pêwîste di navbera her kesekî de bi qasî 2 mîtroyan navber hebe.”
‘Xure’kan paqij bigirin’
Evînê bal kişand ser paqijiya xurekan û wiha got: “Yek ji van mijaranên ku em lê baldarbin jî xurekên tên mezextin e û paqijiya wan e. Firoşgeha em lê kirînê bikin pêwîste em baldar bin. Ji ber ku paqijî û depokirina xalekan girîng e. Bi taybet ji xurekên em distînin bila girtî bin û xurekên amade divê neyên standin. Dema me ev xurek standin pêwîste em li malê ji di paqijiyeke mezin re derbaz bikin. Piştî zebze, meyve û xurekên din me bi avek zêde şuşt pêwîste em li cihekî vekirî bihêlin. Divê em diyar bikin ku ji bo şuştina van xurekan dezefenktan pêwîst nake. Poşetên wan ji pêwîste werin avêtin û amorên me pê şuştine jî divê bi baldarî werin paqijkirin. Yek ji xalên girîn ji divê beriya her tevgerê û piştî wê em destê xwe bi baldarî bişon. Di encama lêkolînan de em fêrbûn ku vîrus di cihên sar de bi rojan zindî dimîne. Xurekên ten mezexgin bi zêdahî em dicihên sar de dihêlin. Ji bo vê yekê jî pêwîste em bêhtir li paqijiya wan baldar bin. Em dikarin hefteyê carekê bi awayekî komî pêdiviyên xwe bistînin.”