18’ê Gulana 1973: Aktivîsta mafê jinan Jeannette, jiyana xwe ji dest da

  • 12:16 18 Gulan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Sîyasetmedar, çalakvan û parêzvana mafê jinan Jeannette Pîckerîng Rankîn li Eyaletên Montana, New York, Başûrê Dakota û gelek eyaletên giredayê Emerîqayê de, ji bo mafên jinan di qanûnan de bên naskirin, xebatên rêxistin û lobiyê kir. Jeannette ji bo derketina, danîna qanûna dengdanê a mafê jinan ên bêsînor li tevahî welêt cîh girt. Di jiyana xwe de zêdeyî şêst sal gelek dozên mafê jinan û dozên mafên sîvîlan parast. Jeannette heta îro jî jina tenê ya ku li Konrêya Montanê hatiyê hilbijartin dimîne. Jeannette berî 48 salan wek îro koça xwe ya dawî kir.
 
Di dîrokê de îro hin geşedanên qewimî ne wiha ne:
 
1692: Elîas Ashmole ya siyasetmedar, astrolog, firoşkara kevnare û her wiha bi kimyayê re eleqeder dibû, endama damezranara Civaka Qraliyetê ya Îngîlîzî ya di pêşxistina zanista ezmûnî de xwedî roleke sereke bû. Elîas di dîrokê de îro jiyana xwe ji dest da.
 
1721: Marîa Barbara Carîllo di Engîzîsyona Îspanî de wek “Nêçîrîya pîrebokê” de bi rêya îşkenceyê hat qetilkirin. Marîaya di 96 salîya xwe de hatîbû qetilkirin, tê zanîn ku jina temenê wê herî mezin a ji aliyê engizîsyonê ve hatîye qetilkirin ewe.
 
1852: Wênekêşa Emerîqî Gertrude Kasebîer îro ji dayik bû.
 
1874: Yekem bijîşka psîkiyatriyê, sosyalîst û aktivîsta mafên jinan Madeleîne Pelletîer ji Fransayî îro ji dayik bû.  
 
1907:Irene Hunt a Emerîqayî her wiha nivîskara pirtûka zarokan û bi romanên xwe yên dîrokê tê nasîn  îro ji dayik bû.