20’ê Gulana 1899: Lydîa ya yekem çanda Efro-Kubayîyan belge dikir ji dayik bû
- 14:55 20 Gulan 2021
- Di Dîrokê De Îro
Lydîa Cabrera ya çand, bawerî, stran, çîrok, ziman û merasîm ên olî yên Efro-Kubayîyan belge dikir ji dayik bû. Lydîayê li pey xwe 23 berhem hişt.
Lydîayê ya yek ji 8 zorkên malbatek a çîna jorîn a ji Kubayê bû di 20’ê Gulana 1899’an de ji dayik bû. Bavê wê Raimundo Cabrera Bosch nivîskar, parêzer û parêzvanê serxwebûna Kubayê bû û dayika wê Elîsa Marcaîda Canasonva jî karkera malê bû. Lydîa ji hêla xizmetkarên malê yên ji Efrîkayê ku piştî hatine kolêkirin û anîbûn Kubayê ve hatiyê mezinkirin. Lydîayê ji ber vê yêkê çîrok, bawerî û kevneşopiya Efrîkîyan ji nêz vê nas dike û baweriya wan digire.
Di sala 1927’an de dema ku ji bo lêkolina ol û hunera Asyayê bike diçe Parîsê, çanda Efro-Kubayîyan bala wê dikişîne. Lydîayê 11 salan li Parîsê dijî û dema di sala 1938’an de vedigere Kubayê dest bi lêkolîna çanda Efro-Kubayîyan dike. Lydîayê di sala 1959’an de piştî şoreşa Kubayê demek kurt Kubayê terik dike û êdî tu carî venagerê welatê xwe. Ewil diçe Madrîdê piştre diçe Mîamîyê û li wir dimîne.
Lydia, dema di 19'ê Îlona 1991’ê de li Mîamiyê jiyana xwe ji dest dide pişt xwe 23 berhem dihêle.
Di dîrokê de hin geşedanên qewimîne wiha ne:
1958: Varvara Stepanova kincên ku her kes bikaribe li xwe bike sêwirand.
2007: Li ser banga Mor Çatiyê jinan li Stenbolê gelek civîn pêk anîn. Di encama civînan de biryar hat girtin ku ji bo salvegera 20’emîn “Li dijî lêdanê meş” belavokên bi sernava “Biqîre bila herkes bi bîbihîse, tundiya mêr biqedîne” were çapkirin.
2018: Li Hollandayê Xebatgeha Jinên Neteweyî ya Kurd ên Ewropî hat lidarxistin. Jinên nûnerên TJK-E, KEJAR, YNK, Goran, Komala, Yekgirtu û KDP’yî û her wiha gelek jinên endamên Yaresan û Feylî, Tevgera Jinên Êzidî (TAJE), Cîvata Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), PYD, Kongreya Star, KNK, Komeleyên Jinên Kurdistanê, parlamenter, akademisyen û jinên serbixwe tevlî xebatgehê bûn. Sîyasetmedar Sakîne Karakoçan di xebatgehê de axivî û got: “Eger yêkîtiya me xurt be, em dikarin li her çar parçeyî şer bikin.”