19'ê Îlona 1893'yan: Jinan cara yekê li Zelandaya Nû mafê bijartinê bi dest xist

  • 10:45 19 Îlon 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Jinên ku li Zelandaya Nû bi dizî kampanya pêk dianîn di kampanyayên pêk anîn de bi ser ketin û jinên li vî welatî di 19'ê Îlona 1983'yan de mafê dengdayînê bi dest xistin. 
 
1893: 1893:Li Zelandaya Nû tevgera jinan bi civînên veşarî û xebatên komkirina îmzeyan kampanyaya meşandin û serkeftî bûn. Yekem welatên ku mafê degdayînê ji bo jinan hat bidestxistin, di 13’ê îlona 1893’an de Zelandaya Nû bû.  Zelandaya Nû di 1870’ê de tevgera jinan xurt bû û yek ji destkeftiyên mezin mafê dengdayînê bi dest xist. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1889: Aktîvîsta mafê sivîlan û hîndekara DYA’yî Sarah Louîse îro hatiye dinê. Sarah bi pirtûka xweya ku di temenê 103’an de weşand hat nasîn. Sarah di 25’ê Çileyê 1999’an de jiyana xwe ji dest da.
 
1905: Şervana bexwedêr ya li dijî rejîma Nazî ya li Almanyayê, Judîth Auer îro hat dinê. Judîht ji aliyê rejîma Nazî ve di 27’ê cotmeha 1944’an de hat qetilkirin.
 
1932: Nivîskar û rojnamegera Yahudî ya Alman Stefanîe Zweîg îro hat dinê. Stefanîe di 25’ê Nîsana 2014’an de jiyana xwe ji dset da. Pirtûkên wê ji 7 mÎlyonî zêdetir hatin firotin û li 15 zimanan hat wegerandin.
 
1906: Hîndekar û nivîskara Îngîlîz Marîa Georgîna Gray di 7’ê Adara 1816’an de hat dinê. Marîna ku yek ji pêşengên ku jin teşwîqê perwerdehiyê kir bû. Marîa îro jiyana xwe ji dest daye.
 
2015: Dayikên Şemiyê ji bo 21 welatiyên di dema rêveberiya teng a 8 rojan a li Cizîrê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabûn edelet xwestin. Xizmên welatiyên jiyana xwe ji dest dabûn jî tevlî çalakiyê bûn.
 
2016: Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn ya di bin bana Midûriyeta Malbat û Jinan a Şaredariya Sêrtê de hatibû avakirin, di çarçoveya xebatên dimeşand de, kampanyaya pirtûkan a ‘Mor Kutuphane’ ya wê di 8’ê Adara 2017’an de bihata vekirin, dan destpêkirin. 
 
2016: Li dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Şêrawa ya girêdayê Kantona Efrînê konfê çalakiyê ji aliyê Kongreya Star ve hat vekirin.
 
2016: Li bajarê Hamburg a girêdayê eyaleta Saarland a Almanyayê Însiyatîfa Jinan a Ekîn Wan hat Îlankirin.
 
2020: Xelata Mirovê Hişyarbûye ya Aurora îsal dan dê û keç Fartuun Adan û Ilwad Elman yê Somaliyî ku di qada mafê mirovan de dixebitin.