15'ê Tebaxa 1924'an: Parêzvana mafên mirovan Hedy Epstein hat dinê
- 10:08 15 Tebax 2022
- Di Dîrokê De Îro
Hedy Epstein a cuhî li dijî şerê Îsraîl û polîtîkayên şer her tim di nav têkoşînê de bû. Aktîvîsta mafên mirovan Hedy îro hat dinê. Di dema Naziyan de neçar ma ku Elmanyayê terk bike û biçe Îngilistanê. Xeynî 2 kesan hemû ferdên malbata Hedyê li Wargehên Auschwitzê hatin qetilkirin.
Hedy, di dema Şerê 2'yem a Cîhanê de di fabrîkaya çek de xebitî û tevlî koma çepgir ên cuhiyên elman bû. Di sala 1948'an de koçberê New Yorka Amerîkayê bû. Piştre berê xwe da Minneapolis û St. Louis, Missouriyê. Têkoşîna xwe li vir domand. Hedy, ji Arnold Epstein re zewicî. Di sala 2001'an de li St. Loisê Şaxa Koma Jinên ku Cilên Reş li Xwedikin vekir. Di sala 2003'yan de ji bo di nav Tevgera Piştevaniya Navneteweyî de bixebite berê xwe da başûrê Şerîayê. Her tim li dijî polîtîkayên leşkerî yên Îsraîlê derket. Hedy, di 26'ê gulana 2016'an de li St. Louisê li mala xwe ji ber nexweşiya penceşêrê di 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
1970: Patricia Palinkas, yekemîn jin bû ku bi profesyonelî di musabakaya futbolê ya Amerîkayê de lîst.
2018: Siyasetmedara îtalî Rita Borsellino di 2'yê hezîran 1945’an de li Palermoya Îtalyayê hat dinê. Rita li dijî mafyaya Sicilyayê her tim di nav têkoşînê de bû. Rita, ji Partiya Demokrat a Îtlayayê de wek endama Parlamentoya Ewropayê wezîfe girt. Ji sala 2009'an heta sala 2014'an di nav Parlamentoya Ewropayê de cih girt. Di sala 2018'an de ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da.