'Komkujiya li Parîsê girêdayê komploya navneteweyî ye'
- 09:05 8 Çile 2022
- Rojane
Oznûr Deger
ENQERE - Rojnameger Selma Akkaya ya komkujiya Parîsê ji destpêkê de dişopand, got ji bo ronîkirina komkujiyê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî û diyar dike di şexsê her sê jinên siyasetmedar de tevgera jinên kurd hedef hatiye girtin.
Di 9’ê çileyê 2013’yan de hemû cîhanê şahidiya komkujiyeke mezin ya siyasî kirin. Yek ji pêşengên kadroya PKK’ê Sakîna Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), Endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê çileyê 2013’yan de li Parîsê li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê ji aliyê sîxurê MÎT’ê Omer Guney ve hatin qetilkirin. Piştî gumanbar li girtîgehê mirî hat dîtin hat xwestin doz bê girtin. Lê di encama têkoşîna Gelê Kurd, malbat û jinan de doz di 2019’an de dîsa hat vekirin.
Nivîskara Ozgur Polîtîkayê Selma Akkaya ku doza komkujiyê ji nêz ve şopand der barê mijarê de axivî.
‘Divê em li wê pêvajoyê binêrin’
Selmayê der barê armanca komkujiyê de nirxandin kir û da zanîn ku divê li dema ku komkujî pêk hat binêrin û got: “Wê demê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatibûn destpêkirin. Pêvajoya muzakereyê dihat jiyîn. Wê demê desthilatdariyê behsa Plana Tamîl dikir. Hevdîtinên aştiyê dihatin kirin. Lê tişta pergalê îfade dikir, Plana Tamîl ev bixwe bû. Li aliyekî hevdîtinên aştiyê li aliyekê komkujiyên cuda. Tişta me jê re digot modela Srîlanka û Plana Tamîl ev bû. Di atmosferek wisa de komkujiya Parîsê hat jiyîn. Sê şoreşgerên jin yên kurd haitn qetilkirin. Li Fransayê pêk hat. Muxatabê esas Fransa bû. Li aliyê di jî dewleta Tirk ya bi dîroka xwe ya komkujiyan tê zanîn heye. Piştî komkujiyê dewleta Tirk got ‘infaza navxweyî ye’. Wê demê baş tê bîra min wezîrê karê hundir Manuel Valls ku hîna cenaze di buroyê de bûn hat cihê bûyerê û got wê vê bûyerê demildest ronî bikin. Lê Manuel sê roj şûnde li Parîsê bi rayedarên MÎT û peywirdarên seferatxaneya Tirk re hevdîtin kir û got bila gumana kesî tunebe em ê têkoşîna li dijî terorê bimeşînin. Wê demê li Tirkiyeyê lêpirsînek hat destpêkirin. Hevkariya Tirkiyeyê ya bi darazê re di 2010’an de hatibû qebûlkirin.”
‘Bi hedef û îdeolojîke’
Selmayê her wiha balkişand ser hedefgirtina sê jinên şoreşger ên kurd û di vê mijarê de ev nirxandin kir: “Wê demê piştî komkujiyê hinek qeydên deng û dokuman derketin holê. Di esasê de li ser jinan planeke komkujiyê tune. Li Parîsê komkujiyek tê plankirin. Ji ber em ji navên tên dayîn fêm dikin. Wê demê bi kujer re der barê siyasetmedarên kurd de hinek planên komkujiyê tên kirin. Di belgeya veşarî ya MÎT’ê de em vê fêm dikin, ji ber wê demê Sakîne Cansiz ne li Ewropayê bû. Bi hatina Sakîne Cansiz re plan diguhere û Sakîne hedef e. Wê demê Sakîne ji bo kar hatibû Fransayê. Li ser vexwendikirina saziyên kurd hatibû. Hedef girtina Fîdanê jî wisa bû. Lê belkî ya Leylayê rojê tesaduf bû. Lê dema mirov guhdarkirina trafîka telefonê ya Fransayê ya bi welatên têkildar re bifikirin, rojek beriya bûyerê tê zanîn sê jin li wir hene. Bi hedef û bi giştî îdeolojîk e.”
‘Komkujî girêdayê komploya navneteweyî ye’
Selmayê der barê pêvajoya lêpirsînê de jî wiha daxuyand: “Komkujî bi destê dewleta Tirk bê organîzekirin jî aliyê wê yê navneteweyî jî heye û ji ber li Fransayê pêk hat, Fransa jî berpirse. Kesên çareseriya pirsgirêka kurd naxwazin, ev komkujî ji wan re jî erênî tê dîtin. Yanî ev êrîş li hember aştiyê bû. Ji ber vê em komkujî ji komploya navneteweyî jî ne serbixwe ye. Fransa ji 2007’an heta niha li hember kurdan çû guherînê. Li Fransayê bêguman her tim zext hebûn lê zextên sîstematîk yên li hember kurdan ji 2007’an şûnde dest pê kir. Bêguman ev ne tesadufe. Ji ber heman demê de di NATO’yê de rola têkoşîna bi terorê re ji bo periyodek diyarkirî dabûn Fransayê. Ji 2007’an heta sala 2012’an 272 kurd li welat ceza girtibû û kesên girîng jî nav de hebûn. Der barê van kesan de doz û lêpirsîn, binçavkirin hebûn. Piştî 2007’an sîstematîkek heye. Di 2010’an de navbera Fransa û Tirkiyeyê de peymana ‘hevkariya darazê’ hat îmzekirin. Di vir de Fona Fransayê bi israr li dijî vê bû. Ji ber hevkariya darazê dihat wateya ku hemû dosyayên wir didin Tirkiyeyê. Hemû trafîkên telefonê, guhdarkirin, şopandina saziyan, hemû dosyayên îstîxbarata Fransayê, bi Tirkiyeyê re parvekirin bû. Kesên komkujiya Parîsê hedef kirin jî di esasa van agahiyan de tevgeriyane. Ez wek rojnamegerekê vê dibînim. Ji ber wê demê min doz dişopandin.”
‘Agahiya Fransayê pê hebû’
Selmayê, destnîşan kir ku kujer Omer Guney dikeve nav kurdan û ne pêkane ku agahiya Fransayê pê tune bû û wiha dirêjî dayê: "Ji ber wê demê gelek ciwanên kurd hatin binçavkirin û kesê mijara gotinê li Holandayê hatiye binçavkirin, li Parîsê hatiye binçavkirin, bi ciwanên kurd re çûye saziyan. Fransaya ku her kesî dişopîne, ne pêkane ku ev ji ber çavê wan bireve. Ji ber em ji gelek dosyayan dizanin, ne pêkane ku Fransa ji kesekî wek Omer Guney ne xwedî agahî be. Fransayê li ser axa xwe komkujî rewa dît. Bêguman plansazkarê vê organîzatorê vê Tirkin, lê Fransayê ji vê re zemînek cidî ava kiriye.”
‘Ji nûve dosya hat vekirin’
Selmayê balkişand ser pevajoya doza cemawerî û di vê mijarê de jî axaftina xwe wiha domand: “Piştî komkujiyê doza cemawerî tê vekirin. Ev doz di çarçoveya têkoşîna bi terorê re hatibû nirxandin. Beriya kujer bimre, lêpisîneke li ser darizandina wî hebû. Fransayê ku 6 mehên ewil zêdetir berê xwe dabûn kurdan û kurd lêpirsîn kiribûn, piştre hinek agahî û arguman, numareyên telefonê yên ku kujer pê re axivîne di çapemeniyê der derketin û vê jî rengê dosyayê guhert. Têkiliya kujer a bi MÎT’ê re di dosyayê de heye. Heta kujer miriye, dadgerê demî bi serwîsên Îngîlîz yên Tirkiye û Fransayê re hinek nivîsandin kirine. Di îdianameyê de jî îbareyek wisa heye ‘Bi komek girêdayê MÎT an jî bi MÎT’ê re ev komkujî pêk hatiye’. Piştre gumanbar mir û Fransayê got ‘gumanbar mir dosya hat girtin.’Darazê jî jî got ‘tiştekî bê kirin tune’. Lê di hencama hewldana malbatan, kurd û dostên kurdan de gelek serlêdan hatin kirin û di 2019’an de dosya hat vekirin. Bi hemû delîlan tê dîtin dane destê Fransayê de hene. Lê van parve nake û du pirsan tîne hişê mirovan. Ya yekem ji ber berjewendiyên aborî-polîtîk yên bi Tirkiyeyê re. Ji ber vê fikara wan ya parastina Tirkiyeyê heye. An jî di cihekî vê komkujiyê de ew jî hene û naxwazin van agahiyan bi rayagiştî re parve bikin.”
'Têkoşîna jinên kurd hedef hat girtin’
Selmayê her wiha destnîşan kir ku bi qetilkirina sê jinên kurd di esasê de tevgera jinên kurd hedef hatiye girtin û wiha da zanîn: “Ya hat hedefkirin ne jinên kurd bûn, jinên têkoşîn didan bûn. Ji ber têkoşîna jinên kurd ji jinên cîhanê re dibe rehber. Ronîkirina vê komkujiyê di heman demê de daxwaza hemû jinan û jinên Fransayê ye jî. Ger ku îro hîna dosyayek li ber daraza Fransayê tê meşandinê û daraz der barê dosyayê de agahiyan dide malbatê bêguman ev bi saya têkoşînê ye. Di 2019’an de lêpirsînek nû hat vekirin û ev bi saya têoşîna kurdan û rayagiştî bû.”
Jinan peyam pir zelal dabû
Selmayê, diyar kir ku jinan peyama çalakiya sala borî baş dabûn û gotin "Talîmata komkujiyê Erdogan daye, dîktator bidarizînin", îsal jî dibêjin "Heta ku edelet taritiyê de bimîne Fransa sûcdar e". Selmayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Leyla du meh beriya komkujiyê hatibû vir. Hevalek ciwan bû. Min li Ewropa hevala Sakine nas kir. Di bernameyên cuda de min nas kir. Ez jineke kurd im. Wek hemû jinan min jî mînak digirt. Jineke ku em ji şoreşgeriya wê bi bandor bibûn. Gelek tişt tevlî jiyana me kir. Teşeye mirina wê bandor li ser me hemûyan kir. Fîdan hevala min bû. Min nûçeyên bernameyên wê dişopand. Enerjî, kenê wê pozîtîf bû. Li şûna ku bîranîna wan min dixwest em ligel hev bûna. Di alî de ji bo me her yekî ji bo ev komkujî ronî bibe bar dan ser milê me hemûyan.”