Ji Abdullah Ocalan ji bo Gelan: Ev ne dawî ye, destpêkek nû ye

  • 09:01 14 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz ku wek cejna berxwedan û vejînê ya gelên Rojhilata Navîn û Kurdan tê pêwazîkirin îsal bi dirûşma ‘Dem dema serkeftinêye’ tê pîrozkirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye di peyama Newrozê de peyama çareserî û yekitiyê dide û bang li gel dike ku di pergala demokratîkt modernîteyê de cih bigirin.
 
Newroz ji aliyê Kurdan wek hatina biharê tê pêşwazîkirin di 30-40 salên dawî de wateyek din lê hatiye barkirin: Berxwedan.Cejna Newreozê ku îro jî li dijî Dehaqên zalim bûye sembola têkoşînê,  îsal wê herî kêm li 62 navendan bê pîrozkirin. Coşa Newrozê dest pê kir û me peyamên Abdullah Ocalan ên di Newrozan de kom kirin.
 
Abdullah Ocalan di peyama xwe ya 18’ê Adara 1999’an de şandiye wiha dibêje: “Divê Newroza 99’an ji bo hemû gelan yekitiyê, aştî û wekheviyê bîne bi hezkirin bê pîrozkirin. Gelê Kurd Newrozan bi yekitiya azadiyê pêşwazî dike. Em bi pêvajoyek nû re hatine rû hev: Ji bo aştyê di riya yekitî û azadiye de meş. Ev ne eleqederê girtina min e. Min ev hertim got. Wê ev pêvajoyê lez bike. Em van rojên zehmet dikarin wisa binirxînin. Ez wek kesekî ku ji bo aştiyeke bi rumet têdikoşim vê gelek girîng dibînim. Rewşa min ya niha divê fedekariya herî mezin bê dîtin.”
 
‘Di riya aştiyê de bimeşin’
 
Abdullah Ocalan di berdewamiyê de wiha dibêje: “Em Newrozê wek cejna aştî û wekheviyê, di warê ziman, ol û çand çi dibe bila bibe bi hev re pîroz bikin. Di vê asta em lê de ne, bang dikim ku em di riya aştî û azadiyê de bi hev re bimeşin. Roj ne roja tolgirtinê ye, roj roja ji bo aştî û wekhevitiyê xwe amadekirine.
 
‘Zimanê çareseriyê lihevkirin û aştî ye’
 
Rêberê PKK’ê di peyama Newroza 15’ê Adara 2000’î de jî ev tişt daxuyand: “Em di pêvajoya destureke bingehîn a demokratîk de welatîbûneke Komara Demokratîk dixwazin. Hêvîdar im ev wek maf bê nasîn û dewlet ji bo vê hewl bide. Ev di riya çareseriyê de pêngava yekem e. Ev pêngav bi îradeya demokratîk a gelê me û reformên demokratîk yên dewletê dikarin bi ser kevin. Divê her kes bi biryar be. Divê baş bê zanîn ku zimanê çareseriyê lihevkirin û aştî ye. Hêviya min eve ku saleke bi aştiye bê jiyîn.”
 
Bihara Gelên Rojhilata Navîn
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 12’ê Adara 2003’an de jî diyar dike ku Newroz bihara gelên Rojhilata Navîn e û wiha pê de diçe: “Çawa ku di salên 1850’yî de bihara gelên Ewropa pêk hatiye, wê di salên 2000’î de jî bihara gelê Kurd û Rojhilata Navîn pêk bê. Ez bi rihê yekitî, wekheviyê bi hêviya ku gelê Rojhilata Navîn di piştevaniyê de bin, her kesî silav dikim.”
 
Ji bo gelên Tirkiyeyê bang
 
Abdullah Ocalan di peyama 18’ê Adarê de ji bo  Newroza 2009’an jî wiha bang li gelên Tirkiyeyê dike: “Madem di dîrokê de wekhevî heye, em heman erdnîgariyê parve dikin, divê tiştên pêwist bên kirin. Ez cejna Newrozê ya gelên Tirkiyeyê jî pîroz dikim. Divê gelên Tirkiyeyê rastiyan bizanibin. Em dikarin DYA û Yekitiya Ewropayê ji dewrê derxin. Em gelekî mezin yê bi kok yê dîrokê ne. Em dikarin ji bo pirsgirêka Kurd jî bi hesyatiyar tevbigerin û van pirsgirêkan çareser bikin. Ji derve hewce bi mudaxaleyê tune. Divê em bixwe bawer bin.Ez ne netew-dewletê, netewa demokratîk esas digirim. Ez vê ji bo aştiyê girîng dibînim. Di vê çarçoveyê de Newrozê pîroz dikim.”
 
Di peyama 18’ê Adara 2011’ê de jî banga çareseriyê tê dubarekirin: “Bi vê wesîleyê peyama min ya Newrozê ev e: “Di çarçoveya yekitiya demokratîk de piştgirî bidin çareseriya pirsgirêka Kurd. Çareseriya di çarçoveya destura bingehîn ya demokratîk de wê bibe bersiva pirsgirêkên dîrokî. Divê bersivê bidin daxwazên demokratîk yên gelê Kurd. Dive her kes bi van hestan nêzî Newrozê bibe.Bi vê baweriyê  Newroza hemû gelê me pîroz dikin.”
 
Deklerasyona dîrokî
 
Abdullah Ocalan di 2013’an de di peyama Newrozê de deklerasyonek Newrozê ya dîrokî dinivîse.  Abdullah Ocalan bi gotinên ‘Newroza azadiyê ya Mazluman pîroz be’ dest bi deklerasyonê dike û gelên Rojhilata Navîn û Asya Navîn silav dike.
 
‘Silav ji we re’
 
Peyama dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Newroza Amedê ya bi beşdariya mîlyonan, hat xwendin. Peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:
 
Silav ji gelên rojhilatanavîn û ji yên Asyaya navîn re, ku bi îtîfaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hevre pîroz dikin…!
 
Silav ji wekheviya herdû gelan re, ku bi coşeke mezin,  bi rihê demokrasîyê û di nav xweşbîniyeke mezin de, Newroza serdema roja nû, û bi ronahiya rojên nû, bi hev re pîroz dikin…!
 
Silav ji rêwiyên rêya pîroz re,  yên  ku rêya mafên demokrasiyê û rêya azadî û wekhevîyê ji xwe re kirine armanca jiyanê…!  
 
Gelê ku di dolikên Zagroz û yên Torosê de, navbera rûbarên Dîcle û Firatê de, di coxrafya ya Mezopotamya û Anatolyayê de ji şaristaniya gund  û bajarvaniyê re dayikî kiriyê, ji civakên herî qedîm yek, ji gelê kurd re silav…!  
 
Ev şaristaniya herî kevnar ya hezar salan, kurdan, bi hevkarî û biratiya civakên derdorên,  xwe avakirine û bi wan re di nav aşîtiyê de jiyane.  Rûbarên Dîcle û Firatê birakên Sakarya û Merîçê ne. Çiyayên Agirî û Cûdî dostên çiyayên Kaçkar û Ercîyesê ne. Govend û delîlo, xizmên Horon û Zeybekê ne.
 
Her tim, hêzên serdest xwestine ku, bi mudaxalyên derveyîn, ji bo berjewendîyên komikan, bi zext û zorên siyasetên cuda  ev civakên xwediyê vê şaristaniya kevnar û qedîm, bikin dijminên hev û du. Ji bo wê jî, hertim hewldane ku îktîdarên heq nenas û hiqûq nenas avabikin.
 
Emperyalîzma rojava yî,  di vê dused salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi midaxalyên xwe yên derveyî, xwestin di nav civakên rojhilata navînde hişmendiya netew dewletî bipêşbixin. Ji bo vê jî, di nav civakan de tixubên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixuban de bi avakirina îktîdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên heremê yên ereb, fars, tirk û kurdan bikin qirika hev û du.
 
Serdema ferasetên, mijoker,redkar û çewsîner bi dawî bu ye. Civakên rojhilata navîn û asyaya navîn hişyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên korkirinê yên dijberên hev û du re dibêjin  bese.  
 
Bi sedhezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibê û qadan têr û tijî dikin edî biratî dixwazin, çareserî dixwazin.
 
Serhildana min, a ku di destpêkê de wekî take kesî li hember, bê çaretiyê , nezaniyê û xulamtiya ku di nav de ez jê dayik bûme dest pêkir, armanca vê serhildana min, afirandina hişmendiyeke berxwedêr, ya li hember her cureyên çewisandin û afirandina hişmendî û riheke nû bû.
 
Ez îro dibînim ku, ev qîrina min gihîştiye astekê.  
 
Şerê me, ne li hember tu etnîsteyekê ye,  ne li hember olekê ye, ne li hember mezhebekî ye û ne li hember komekî ye. Şerê me, li hember çewisandinî buye, li hember nezanî bû ye, li hember bê edaletî bû ye, li hember paşvemayinê bûye, li hember her cureyên zext û zordariyan bûye. Em îro edî, ji bo Tirkîyeke nû, ji bo rojhilata navîneke nû, ji bo paşerojeke nû hişyar dibin.    
 
Bangewaziya min, jibo ciwanên ku, bi dil û can banga min pêşwazî dikin, peyama min, ji bo dayikên pîroz ên  ku peyama min di dilê xwe de bi cih dikin, vegotinên min ji bo dostên ku bi serî û çevên xwe gotinên min dipejîrînin, mirovên ku bi baldarî gohên wan li dengê minê;   
 
Îro serdemeke nû destpê dike.
 
Ji serdema berxwedana çekdariyê, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Pêvajoya ku, bi giranî ji sîyasî, ji civakî û ji aboriyê pêk tê destpêdike. Feraseta ku, mafên demokrotîk, azadî û wekheviyê esas digre bi pêşdikeve. Me ji bo vî gelî, bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbûha dan. Ev fedekarî û ev tekoşîn tu yek jî ne belesebep bûn. Kurdan kesayetiya xwe ya cewherî û nasnameya xwe ji nûve bidestxistin.
 
Edî bila çek bê deng bibin. Em hatin wê astê ku hewceye edî fikr û reman û siyaset pêşkeve. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesiband, înkar dikir û li derve dihişt tarû mar bû. Xwîna ku diherîke ji gelê tirk,laz, çerkez, kurd, ji tevahiya morovên vê erdnîgariyê diherike. Ez îro li hember şahediya milyonan, ku gohdariya min dikin, dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû destpêdike. Çek na, siyaset dê pêşkeve. Edî em hatine merhaleyeke wuha girîn ku hêmanên meyên çekdar xwe vekşînin derveyê tixubê.
 
Ez bawerdikim, yên ku baweriya xwe bimin aninê û dilê xwe ji min re vekirine, dê hesasiyetê pêvajoyê berçav bigrin û heta dawiyê biparêzin. Ev, ne dawîneke, destpêkeke nû ye.Ev ne dev ji tekoşînê berdane, destpêkirina tekoşîneke cuda ya nû ye. Avakirina erdnîgariyên etnîkî û yek netewî, ji armancên modernîteya kapitalîst yên derveyê mirovahiyê ne ku  tê wateya înkarkirina eslê me.
 
Ji bo ku tevahiya civakên Anatolyayê û Kurdistanê li gorî dîroka Kurdistan û Anatolyayê, ya qedîm bikaribin bi hevre, wekhev û di nav aşîtiyê de bijîn berpirsiyarî dikeve ser milê herkesî. Bi munasebeta vê Newrozê, ez bangewazî dikim ku, herî kêm bi qasî Kurdan Tirkmen, Ermen, Asûr, Erep û civakên din jî, tîrêjên azadî û wekheviyê wekî  azadî û wekhevî ya xwe ya cewherî  bibînin.
 
Rêzdar Gelê Tirkiyê;
 
Bila gelê Tirkiyê bizanê be ku, heke îro di Anatolyaya qedîm de, dibin navê Tirkiyê de dikarin bijîn, viya deyndarên, hiquqa hevkarî û wekheviya kurd û tirk ya hezar salane ku dibin ala wekheviya îslamiyetê de pêkhatiye. Dê vê hiqûqê de, fetîh, înkar,red,pişaftina bi zorî û tunekirin tune ye.
 
Polîtîkayên kapitalîsta modern, yên bi zext û zor, pişaftin û tunekirinê yên sed sala dawîn hêza xwe ji gel nedigirt, lê, gel nikaribû xwe jê rizgar jî bike. Ev polîtîkayên dijwar, tenê hewldanên koma ku tevahiya hiqûqa dîrokî û biratiyê înkar dikirin. Di roja me de, ev hewldanên ku hêza xwe ji polîtîkayên  dijber hiqûqên dîrokî û biratiyê digirtin bi tevahî teşhîr bûne.  Ji bo, bi dawîkirina vê zilmê ez bangewazî dikim, herdû hezên rojhilata navîn yên sereke û sitratejîk mil bidin hevûdu û li gorî dîrok û çanda xwe ya kevnare modernîteya demokratîk avabikin.
 
Dem ne dema îxtîlaf , şer û pevçûnane, dem dema tifaq, hevkarî û hevûdu helmêzkirin û helalkirinê ye.
 
Gelê kurd û tirk bi hevkarî şerê azadiyê kirin û li Çanakaleyê di helmêza hevûdu de şehît ketin. Di sala hezar û nehsed û bîstan (1920) de Meclîsa Tirtkiyê Ya Mezîn (TBMM) bi hevre vekirin. Rasteqîniya dîroka me ya hevpar, rastiya duhatiya me ya hevpar jî nîşanê me dide û plansaziya hevpar li ser me ferz dike. Rihê avakirina Meclîsa Tirkiyê ya mezin îro jî serdema nû ronî dike.
 
Tevahiya nûnerên civakên bindest, nûnerên çînî û yên çandî yan;
 
Bangewaziya min ewe ku ; Çînîyên bindest yên yekemîn jin, mezheb, tarîkat û tevahiya civak û komên çandî yên din, nûnerên karkeran, civak û kesên ku derveyê pergalê hatinê hiştin, yekane vebjêrka xelasiyê, di avakirina modernîteya demokratîk de cih bigrin, hişmendî û pergala wê fêrbibin.
 
Lêger û daxwaza Rojhilata navîn û Asyaya navîn ewe  ku li gorî cewherê dîroka xwe, ji xwe re pergaleke hemdem, demokratîk û modern biafirîne.  Bi qasî nan û avê şênber pêdivî bi lêger û lêkolîna, modeleke ku herkes karibe tê de azad, wekhev û bi biratî tê de bijî heye. Ji bo avakirina vê modelê jî, dîsa pêşengiya çandên erdnîgariya Mezopotamyayê û Anatolyayê jênegere.  
 
Wekî ku, demek nêzik de di çarcove ya Mîsak-î Mîlî de bi hevkariya tirk û kurdan tekoşîna azadiyê hatibû dayîn, îro jî têkilyeke wekî bermayiya wê, ji wî firehtir,kûrtir û rojane em dijîn.
 
Li gel tevahiya kêmasî û şaşiyên not (90) salên dawîn, carek din  em tevahiya civakên bindest û mexdûr, civakên ku bi felaketên cuda re rû bi rû mane, çînî û çandan digirin rex xwe û hewl didin ku modeleke nû biafirînin. Bangewaziya me ewe ku, ev derdorên ku em qal dikin, tevahî bi rêbaza wekheviyê, azadî û demokratîkbûnê xwe birêxistin bikin.  
 
Li dijberê Mîsak-î Milî kurd perçebûn û îro di komara Iraq û Sûriyê de bi gelek pirsgirêk, şer û pevçûnan re rû bi rû dimînin. Bangewaziya min ewe ku ; Kurd, Tirkmen, Asûrî û Ereb di bin banê “Konferansa Hevkariya Netewî û Aştiyê” de rasteqîniya xwe nîqaş bikin, têbigêjin û xwediyê biryarbin.
 
Li hember polîtîkayên bihevşerkirinê emê biratiyê avabikin, li hember polîtîkayên ji hev cudakirinê emê yekîtya gelan avabikin.  Yên ku nikaribin rihê demê bixwînin dê herin sergoyê dîrokê. Yên ku li hember herîkina avê berxwe bidin, dê herin terîşê.
 
Gelên heremê şahediya rojbûna berbangeke nû dikin. Gelên rojhilata navîn, ji şer û pevçûnan, ji hevûdû qutbûn û ji perçebûnan gelek westiyane, lewre edî dixwaze li ser kok û rehên xwe, bi alîkarî û hevkarî bi destê hevûdu bigrin, mil bidin hevûdu û ji nû ve rabin ser piyan.
 
Ev Newroz ji bo me tevahiyan mîzgînî ye.
 
Heqîqetên ku di çîrokên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed de cih digirtin, îro bi mizgîniyeke nû dikevin jiyanê. Mirovahî hewl dide ku hundahiyên xwe carek din bidest bixe. Em tevahiya destkevtiyên şaristaniya hemdem yê rojavayê red nakin. Em ji hêla wê ya ronakbîr, wekhev û demokratîk sûd werdigrin, em ji hêla wê ya erênî û ji ya xwe ya gerdûnî sentezek çêdikin û dikin jiyanê.
 
Hîma tekoşîna nû, fikir, raman, bîrdozî û siyaseta demokratîke, hemleyeke demokratîkbûnê ya mezin destpêkirine.
 
Bijî Newroz,
 
Bijî Wekheviya Gelan…”
 
Girtîgeha Îmraliyê 
 
21’ê Adara 2013’an
 
Abdullah Ocalan”
 
‘Mudaxaleya lezgîn berpirsyariya ahlaqî ye’
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di peyama Newrozê ya 2015’an de jî bang li hemû gelan kir û wiha vegot: “Ez cejna Newrozê ya hemû gelan û dostên xwe yên ligel aştî, wekhevî û azadiyê cih digirin silav dikim.”
 
Abdullah Ocalan balkişand ser mutabakata Dolmabahçeyê  û wiha vegot: “Li gorî deklerasyonê di rêgezand e bi avabûna mutabakatê re, ez hewce dibînim ku PKK têkoşîna çekdarî bidawî bike û li gorî dema nû stratejî û taktîkên xwe diyar bikin, kongreyekê pêk bînin û li gorî min ev dîrokiye. Hêvîdarim demek nêz de xwe bigihînin  mutabakateke rêgezî û ji komîsyoan Rûhevhatina Heqeqîqetê derbas bibin û vê kongreyê bi serkeftinî realîze bikin.Bi vê kongreyê re wê demek nû dest pê bike.  Di vê dema nû de di esasa welatîbûna wekhev û azad de wek civaka demokratîk ya xwediyê nasnamebûna demokratîk, dikevin pevajoya jiyaneke aştiyane û wekhev. Em paşerojeke 90 salî ya dîroka komarê wisa deras dibin û dimeşin pêşerojê. Bi rihekê wisa em Newrozê silav dikin.” 
 
Bijî Newroz!
 
Bijî Wekheviya Gelan!
 
19’ê Adara  2015’an