Berfîn Hêzil: Li hemberî hemû êrişan jinên li Şengalê li ber xwe didin

  • 09:01 8 Gulan 2022
  • Rojane
Helîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Rojnameger Berfîn Hêzil bal kişand ser êrîşên li ser Şengalê û wiha got:"Di vê sedsalê de armanca hêzên kapîtalîst tunekirina gelê kurd e. Dora 200 hezar êzidî derbasî Ewropayê kirin. Niha fermana spî ya 74'an li Ewropayê tê kirin. Jenosîda esasî li Dîasporayê tê kirin. Lê li hemberî hemû êrişan jinên li Şengalê li ber xwe didin."
 
Di 9'ê Cotmeha sala 2020'î de bi hevkariya Tirkiyeyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de "Peymana Şengalê" hat îmzekirin. Bi vê peymanê hat xwestin Asayîşa Êzidxanê ya piştî fermana 73'yan hat avakirin ji holê bê rakirin. Piştî peymanê artêşa Iraqê li dijî Şengalê gelek caran kete nava hewldanan lê belê ev hewldan her carê bi saya berxwedana gel hatin sekinandin. Di nava du salên dawî de Tirkiyeyê gelek caran bi balafirên şer Şengal hedef girt û PDK û çapemeniya wê jî her carê Şengal weke hedef nîşan dan. Her wiha AKP-MHP-PDK'ê di 17'ê nîsanê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke nû dan destpêkirin û bi vê êrişê re hemwext, artêşa Iraqê jî di 18'ê nîsanê de li dijî Şengalê êriş da destpêkirin. Artêşa Iraqê ku ev êrişên xwe 17 rojan domandin, di encama berxwedana gel de neçar ma ku xwe paşve bikişîne. Êrişên artêşa Iraqê hatin sekinandin û bi vê yekê re plana AKP-MHP-PDK'ê jî ji bo niha têk çû. Têkildarî mijarê rojnameger Berfîn Hêzil nirxandin kir.
 
'Gelek komkujî ji ser kurdan derbas bûn'
 
Berfînê bal kişand ser konsepta ku niha li Kurdistanê tê meşandin û wiha got: "Ji destpêka dîrokê heta niha bi ferman û komkujiyên ku Gelê Kurd tê re derbas bûne, her tim xwestine kurdan tune bikin. Lê ev komkujî berê veşartî dihatin kirin, niha eşkere dikin. Maskeya her kesî ket êdî hemû hêz li hemberî kurdan vekirî şerê xwe didin meşandin. Armanca van hêzan tunekirina kurdan e. Ev ji sedî sed e. Civaka me ya Êzidî jî 73 ferman li pişt xwe hişt. Pêwîst e em ji xwe bipirsin çima ewqas ferman bi serê êzidiyan de hatin. Dema em li dîroka Kurdistanê binêrin gelek pirtûk li ser hatine nivîsandin. Ji komkujîya Geliyê Zîlan bigire heta Dêrsîmê gelek komkujî bi ser me kurdan de hatine. Di fermana dawiyê ya bi serê êzidiyan hat de jî dîsa civaka êzidî bi xiyanetê rû bi rû hat hiştin. Ger wê demê gerîlayên azadiyê, neçûna hewara Şengalê wê êzidî li ser rûye erdê nemana. Me yê nikaribaya behsa civaka êzidî bikira. Di heman demê de şervanên azadiyê li pêşiya qirkirinê bûn asteng û hiştin ku em dubare li dîroka xwe vegerin. Çima 73 ferman û 72 fermanê din çawa bûn? Me weke kurd ev dîrok tu carî baş lêkolîn nekir, me rastiya dîroka xwe ya qedîm nas nekir. Ji ber vê niha em gelek caran dibêjîn em deyindarê vê civakê ne. Lê ji niha û pê ve ger em bêjin me nas nekir êdî jî înkarkirina koka xwe ye." 
 
'Dixwazin bi navê kurd û Kurdistanê tiştek nemîne'
 
Berfînê, destnîşan kir ku tifaq û êrişên niha, eşkere tên kirin û wiha bi lêv kir: "Tifaqa di sala 2014'an de ku di navbera Tirkiye, PDK û Iraqê de hatiye kirin veşartî bû lê zû deşîfre bû. Ji ber şervanên azadiyê pêşî li komkujiyê girtin. Yanî ez dikarim bêjim şervanên azadiyê  peymana 9'ê Cotmeha 2020'i jî vala derxistin. Ev peymana ku nebirin serî niha hewl didin ku pêk bînin. Di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka û Yekitiya Ewropayê (YE) de ev peyman hat çêkirin. Di 9'ê Cotmeha 2020'î de biryara qirkirina kurdan hat dayîn. Niha jî pêk tînin. Çawa Erdogan bi êrişên li ser Zap û Avaşînê xist dewrê, piştî wê jî Kazimî xistin nava tevgerê. Planên Emerîka û Ewropayê ew e ku êzidiyan ji kokê rakin. Ji ber vê di destpêkê de êrişî Şengalê kirin. Şengal hafizaya kurdan a qedîm e. Ji ber vê niha dixwazin ji holê rakin. Niha em dema plan û lîstokên heyî binerîn bê guman yekser bi destûra Ewropa û Emerîkayê pêk tên. Planê esasî ev e ku dixwazin bi navê kurd û Kurdistanê tiştek nemîne, tenê xiyanet  bimîne. Ji ber konsepta niha bi zelalî rewşê derdixe pêş çavan. Ev vêya ji êrişên li ser çiyayên Kurdistanê dibînin."
 
'Ên Şengal tenê hiştin bila bên darizandin'
 
Berfînê, da zanîn ku ew pêşmergeyên ji Şengalê reviyan tu carî ji bîra wê naçin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 3'yê Tebaxê de serê sibehê ji 12 hezarî zêdetir pêşmerge bi tifaqa çeteyên DAIŞ'ê bi dizî kom bi kom ji Şengalê derketin. Derbasî Zaxoyê bûn. Heta demek dirêj vê yekê dewam kir. Ji Şengalê derketin, ji ser rêka Rabiyayê re derbasî Zaxoyê bûn. Civaka êzidî her tim bi komkujiyan re rû bi rû maye. Wê demê, dema pêşmerge reviya DAIŞ hat. Şêniyên Şengalê jî reviyan lê belê reviyan çiyayên Şengalê. Ji bo xwe biparêzin. Ji ber ku civaka êzidî gihiştiye vê astê ku ger xwe bi xwe parastina xwe neke kesek parastina wan nake. Pêwîst bû di dema fermanê de civaka kurd ji Barzanî hesab bipirsiya, lê ji ber me di dema xwe de hesab nepirsî, niha bi hêsanî vedigere. Em dibêjîn ên Şengal tenê hişt bila bê darizandin. Gerîlayên Kurdistanê xwe gihandin Şengalê û Şengal rizgar kirin. Gerîlayên azadiyê fikra azadiyê û xweparastinê da Şengalê. Şengal tenê nehiş, heta dawiyê parast. PKK'ê carek din berxwedana civaka êzidî zindî kir. Şervanên azadiyê pergala netewa demokratîk di Şengalê de ava kirin. Şengal ji Şengaliyan re hiştin û vegeriyan cihê xwe. Rojekê ger pêwîst be wê dîsa vegerin." 
 
'Jenosît hat qebûlkirin lê xweseriya Şengalê nehat naskirin'
 
Berfînê diyar kir ku civaka êzidî civakeke qedîm a Rojhilata Navîn e û wiha pê de çû: "Di dema komkujiya ermeniyan de êzidî jî ji fermanan derbas kirin. Bi taybet êzidiyên li herêma Serhedê piranî derbasî Gurcîstan û Rûsyayê bûn. Ev siyaset ne tenê li ser êzidiyan bû. Li seranserê Bakurê Kurdistanê piranî gelek civak derxistin. Di salên 1970'ê de ji Mêrdînê heta Rihayê vala ma. Bi destên hêzên kapîtalîst û hegemonîk Rojhilata Navîn ji civakên qedîm tên valakirin. Ji bo yek reng û yek tîp bimîne. Ên pêşengtiya vê jî dikin Erdogan û Mala Barzanî ne. Ji berê de siyasetek Ewropayê li ser Rojhilata Navîn heye. Heta roja îro jî dimeşînin. Projeya Ewropayê ya mezin a Rojhilata Navîn, projeyek demdirêj e. Ji bo bikare vê projeyê pêk bînin, li gor wan civakên qedîm û çanda wan pêwîst e tune bikin. Dora 200 hezar êzidî derbasî Dîasporayê kirin. Niha fermana spî ya 74'an li Ewropayê pêk tê. Qirkirina esasî li Dîasporayê tê kirin. Lîstokên wan berdewam in. Mînak jenosît hat qebûlkirin lê xweseriya Şengalê nehat naskirin."
 
'Li hemberî hemû êrişan jinên li Şengalê li berxwe didin'
 
Berfîn, da zanîn ku di şexsê Nadiye Mûrad de gelek jinên ciwan ên êzidî birin Ewropayê û niha carenûsa wan ne diyare û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha gelek jinên êzidî li hember hemû êrişan li ber xwe didin. Gelek dayikên li Şengalê ev diyar kirin, 'ev der xeta sor e, hûn nikarin derbas bikin'. Jin dema li ber xwe nedin civak jî nikare li ber xwe bide. Êzidatî serî dide sirê nade. Jinên Êzidî jî serî didin lê sira xwe nadin. Bangawaziya min ji Viyan Daxil û Nadiye Murat re ev e ku çi dibe bila bibe lê jin teslimkariye tu carî napejirînê. Bi taybet weke jinên êzidî pêwîst e em rastiyê ji bîr nekin. Bi hezaran jinên Êzidî xwe ji zinaran avêtin. Em ê tola van jinan hilgirin."