Ji siyasetmedaran li dijî tecrîdê bertek: Heta serokatî azad nebe em jî ne azad in
- 09:03 26 Gulan 2022
- Rojane
Oznur Deger
ENQERE - Ji jinên siyasetmedar Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîd parçeyeke siyaseta qirkirina li hember kurdan e.” Pervîn Tunbul jî got: “Heta serokatî azad nebe em jî ne azad in û divê tecrîd demildest rabe.”
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in bi awayekî sîstematîk didome. Piştî pêvajoya çareseriyê ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hat qedandin şûnde ev saleke agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.
Di 8 salan de tenê 5 hevdîtin
Di 22’yê Tîrmeha 2015’an de pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û 8 sal in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nayê kirin û piştî 8 salan hevdîtina yekem a parêzeran di 2’yê Gulana 2019’an de pêk hat. Piştî 8 salan di 2019’an de Abdullah Ocalan tenê 5 caran bi parêzeran re hevdîtin kir û di pevajoya girtina 23 salan de, di 27’ê Nîsana 2020’î û 25’ê Adara 2021’ê de du caran hevdîtinên telefonê yên bi malbatê re pêk hatin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an şûnde hevdîtina parêzeran bi Abdullah Ocalan re pêk nehat.
Serlêdana NY’ê
Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrin di rojên borî de piştî serî li Komîteya Binî ya Pêşîgirtina Ceza yan jî Binpêkirinên Rumetê Biçûk Dixînin û Dijmirovahî, Zalimane û Îşkenceyê (SPT) ya NY’ê dan û banga tevgera lezgîn kirin.
Qedexeya hevdîtina sê mehan
Sala borî di 18’ê Tebaxê de ji aliyê Serokatiya Lijneya Dîsîplîna Îmraliyê ve sê meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re dabû û piştî ev bi dawî bû di meha sibatê de sê meh qedexeya din da.
Ji bo cenazeyên tên dayîn hincetên nû
6 meh qedexeya hevdîtina di 12’ê cotmeha 2021’ê de ji aliyê Dadgeriya Înfaza Bûrsayê ve hatibû dayîn jî di 22’yê Nîsanê de bi dawî bûbû û parêzeran ji nû ve ji bo hevdîtinê serlêdan kirin û dadgeriyê ji nû ve red kir. Dadgeriyê agahî neda parêzeran û 6 meh cezayê hevdîtinê yê parêzeran ê di 13’ê Nîsanê de hatiye dayîn hincet nîşan dan.
Li dijî tecrîdê li Tirkiye, Rojhilata Navîn û welatên Ewropayê çalakî û bernameyê li dijî tecrîdê pêk tên. Siyasetmedarên jin ên ku xwestin tecrîd rabe diyar kirin ku yên herî zêde ji tecrîdê bi bandor dibin jin in.
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku tecrîda 23 sal in didome ji 2015’an heta niha girantir bûye û dem bi dem di encama çalakiyên greva birçîbûn û refleksa rayagiştî de hevdîtinên kurt hatine kirin lê qedexeya hevdîtinên bi malbat û parêzeran pêk nayên. Gulîstanê wiha vegot: “ Ev ne tesaduf in. Di encama biryarên siyasî de tecrîd tê meşandin. Em dibînin ku dema AKP hewcedar dibe deriyên Îmraliyê vedike, hevdîtin pêk tên. Tecrîda didome nîşan dide ku Birêz Ocalan cihê xwe çawa diparêze. Di vî alî de jî hinek tiştan li Birêz Ocalan ferz dikin û Birêz Ocalan ji ber qebûl nake wek rêbaza ceza tecrîd pêk tê.”
‘Tecrîd parçeyeke siyaseta qirkirinê ye’
Gulîstanê destnîşan kir ku tu aliyê hiqûqî yê tecrîdê tune û mafên qanûnî jî nadin Abdullah Ocalan. Gulîstanê axaftina xwe wiha domand: “Bi hincetên eletewş mafên qanûnî tên astengkirin. Ev ji salekê zêde ye tu agahî jê nayê girtin. Ev jî fikaran zêde dike. Em hemû bi fikar in. Em bi tu awayî nikarin agahiyê jê bigirin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan parçeyek siyaseta qirkirinê ye. Em tecrîda li ser birêz Ocalan nikarin ji şerê li Başûr cuda binirxînin. Doza girtina HDP’ê, Doza Kobanê, dagirkirinên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, nikare cuda bên destgirtin. Ev hemû encama nêzîkatiya dewletê ya li hember kurdan e.”
‘Dor hatiye ser her kesî’
Gulîstanê wiha dawî lê anî: “Li hember tecrîdê bertekên cidî hene. Di 20’ê Gulanê de li Amarayê hat xwestin daxuyaniyek bê dayîn. Bi armanca protestokirinê wê bihata kirin. Lê dewletê hiqûqa xwe carek din binpê kir, tecrîd domand, polîsan dora girseyê girt. Em vê teqez qebûl nakin. Tiştên li vî welatî dijîn çavkaniya xwe ji dijhiqûqiyên li hember kurdan tên meşandin digire. Dor tê hemû kesen bêdeng dimîne jî. Her kes wê ji vê dijhiqûqiyê para xwe bigire.Tecrîdkirin tê wateya tecrîdkirin hemû fikr û nêrînan. Divê em ji zextan re bêjin ‘na’ ku em pêş bikevin.”
‘Serokatiya me ne azad be em jî ne azad in’
Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Stenbolê Pervîn Tunbul jî bertek nîşanê tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û wiha dirêjî dayê: “Heta serokatiya me azad nebe em jî ne azad in. Ji bo fikrên Abdullah Ocalan negihêjin gel tecrîd tê domandin. Dema em bi serokatiya xwe re hevdîtinê bikin em hêzê digirin. Ji ber vê êrîşa li Amara hatiye kirin jî bêtehemulî ye. Tu gel evqas xwedî li serokatiya xwe dernetiye. Ew tecrîdê wek destkeftî dibînin lê ne wisa ye. Ji bo wan windahiyek mezin e. Serokatiya me nexşerêya Tirkiyeyê diyar kiriye. Fikrên serokatiyê wan nerehet dikin. Jiyaneke bê serokatî jehr e. Em tecrîdê qebûl nakin û divê em hemû bibin yek li dijî vê zilmê serî hildin.”
Hevseroka HDP’a Sancaktepeyê Alya Akkuş bal kişand ser tecrîdê û got têgeha tecrîdê bi Abdullah Ocalan nas kirine û wiha daxuyand: “Zîhniyetên faşîst tecrîdê li ser gelan jî dimeşînin. Ev tecrîd ne tenê li ser gelekî li ser welat li ser hemû gelên Tirkiyeyê tên kirin. Hiqûq tê binpêkirin. Tecrîd li hember îradeya gelan tê pêkanîn. Tenê li girtîgehan pêk nayê. Divê her kes bibe yek û li dijî tecrîdê têbikoşin.”
‘Divê em xwe rêxistin bikin’
Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Sêrtê Belkiz Epozdemîr jî bi lêv kir ku tecrîd ne li ser yek kesî ye û wiha dawî lê anî: “Tecrîdê bandor li ser hemû bajarên Tirkiye û herêmê kiriye, tecrîd li ser jin, ciwan û gelan tê meşandin. Ji bo tecrîd bê rakirin divê em hemû xwe bi rêxistin bikin û ji bo mafên xwe têbikoşin. Hemû tecrîd li ser jiyana me ye. Divê em xwe bi rêxistin bikin û ji bo azadiyê têbikoşin.”