Rojnameger Oznur Deger: Dewlet kî ye?
- 09:48 13 Mijdar 2022
- Rojane
ENQERE - Rojnameger Oznur Deger diyar kir ku di serdegirtina malan de û pêvajoya emniyet û dadgehê de bi gotinên ‘dewlet ez im’ re hatiye rûhev û got: “Di encama hemû kesê hatin pêşberî min û gotin ‘dewlet ez im’de, min ji xwe pirsî ‘çend dewlet’ û pirsek din di hişê min de, dewlet kî ye?
Li Enqereyê di 29’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna hatiye meşandin de, nûçegîhana me Habîbe Eren, Oznur Deger, Midûra karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhanên MA Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Hakan Yalçin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.
Em nivîsa nûçegîhan xwe Oznur Deger ya girtî ya bi sernavê ‘Dewlet kî ye’ bi we xwendevanên xwe re parve dikin.
“Min li ser tezgahên îşkencê dewlet bihist, di tarîtiya salên 90’î û tehdîdên mirinê de bihist dewlet. Min dewlet di unîformayê xwe li rola dadger pêçaye dît. Di zîhniyetên ku em tunekirin de. Ez bibûm şahid min dîtibû zilma dewletê. Ewil wek Kurdekê piştre wek rojnamegerekê….
Piştre em fêrbûm ku gelek tezahurên wê hene û çi dewlete kî dewlet e, li gorî kê û li gorî çi dewlet e. Ez fêr bûm ku ew dewleta ‘ya me’, ‘ya bindestan’ ne. Ne ya jinê, ya rojnameger û ya girîng ku ya Kurda ye. Min carek din fêm kir ku dewlet çi ye. Dewlet ya dijmin e. Ji Kurdan, jinan, muxalefet, rojnamegeran nefret dike û tehemulê jiyan û hebûna wan nake. Piştre min ji xwe pirsî ‘çend dewlet’. Di encama hemû kesên ku hatin hember min û gotin ‘dewlet ez im’. Pirsek din ‘dewlet kî ye?’
Ligel heqîqeta dîrokî, min rastiya rêbazên çavsor yên dewletê di 25’ê cotmeha 2022’an de carek din dît. Sibehê saet di 06’an de bi ser mala malbata min ya li Qoser a Mêrdînê de hatibû girtin. Piştre di serdegirtina malê de yên bi çekên lûledirêj û rûyê wan girtî, me dîtin. Gotin ‘razên erdê’. Tax xistibûn bin dorpêçê, derî hatibûn şikandin û kesên çekdar yên unîformayî. Di hişê min de hemû êrîşên li her qadê li hember hebûna Kurdan tên kirin zindî bûn.
Kurdbûn, hele ku rojnamegeriya Kurd û rojnamegerên jin yên Kurd wisa ye. Tişta dihat xwestin bê gotin, tirsa ji xwedan û têkoşînê bû. Dengên bilind dibûn, tansiyona bilind dibû, nîqaşên dihatin kirin, mîzansenek nû diafirand. Mîzansenek naveroka wê tije tiştên ne diyar. Senaryo ji aliyê desthilatdariyê ve hatibû nivîsin û prova şanoya ku dixwestin 11 rojnameger bilîzin bû. Di 25’ê cotmehê de li 9 bajarên cuda bi ser mala 11 rojnamegeran de girtin û binçav kirin.
Hewldan serê hevala min Berîvan Altan û Denîz Nazlim berjêr bikin, hevala me Dîren rastî pêkanîna di navbera du alan de wêneyê bê kişandin, hevalê me Hakan Yalçin bi saetan di weesayîtek sivîl de hat revandin û li min ferz kirin li ber kameraya polîsan biaxivim. Em ewil fêm bikin ka armanc çi ye? Lê me ferz kirin û hewldanên wan vala derxistin. Ji Qoserê heta Amedê di serdegirtina malan de hevalên me Habîbe Eren, Salman Gozelyuz, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî bi giştî 30 kes em anîn Enqereyê. Rêwîtiyê nêzî 14 saetan berdewam kir. Wan dixwest ku bi van pêkanînan xwe serkeftî nîşan bidin. Lê em gelek bi îrade û xurt bûn.
Gotinên zayendperest, axaftinên heqeretwarî û bêusuliya ku derket asta herî jor, tezahurên nû yên dewletê li pêş me bûn. Li TEM'ê em çar rojan man. 26’ê cotmehê saet li dora 10.00’an hevalên me Habîbe, Ceylan, Selman, Emrullah û piştre jî Mehmet Gunhan yê bi şerta kontrola edlî hat berdan, re ji bo şopa tiliyan bigirin em birin navendê, lê bi hinceta ku li gorî polîsan tevnegeriyame li min dan. Ewil pihîn kirin piştre min li ser dev û rû li erdê dirêj kirim, dest pê min kelepçekirî bû. Bi porê min girtin û min kaş kirin û ji kata sêyem anîn, bi awayekî tûnd ez avêtim wesayîtê, tehdîdên ‘em ê te bikujim’ kirin.
Çi bû ev ‘nîzam’? Ev nîzama çibû ku bû sedema vê êrîşa çavsor?Ji destpêkê de dema em ji malê girtin heta Enqereyê me li dijî nîzama talîmatê ya ‘nîzama dewletê’, ‘leşkerê dewletê’ li ber xwe da û ev êrîş kîna wê bû. Polîsekî ku ji min û hevalên min re ku me bertek nîşan da bû got ’30 sale li vir im min çi çepgir dîtin, tiştek bi min nehat, ez dewlet im.’ Bi vê gotinê got ku şîdet di heman demê de ez im. Ev şîdeta hat kirin di bin navê dewletê de resmî kir, rewa kir. û li ber kamerayan kir.
27 saetan şûnde di 27’ê cotmehê de piştî kar û barê îfadê, parêzên min jî tehdît kirin. Li vir polîsan dîsa dewlet girtin pişt xwe û gotin ‘ez dewlet im’ û tehdîd kirin. Dema Habîbeyê îfade dida, polîsên provakator ji gotinên Suleyman Soylu yên di lijneya giştî de gotibû ‘ox ox’ pişt girtin û gotin ‘ox ox pere naçin ji PKK’ê re’ û vê aliyê mîzansen yê siyasî derxist holê. Li welatekî ku her kes dewlete gelo dewleta esil kîjan bû?
Dewletek din di 29’ê cotmehê de roja em anîn girtîgehê derket holê. Ji Emniyetê heta daraz û girtîgehê got ‘dewlet ez im’ û ev jî hejmara sûcên li ser navê dewletê tên kirin nîşan dide. Em vê herî zêde ji nûçeyên çêdikin dizanin.
Di encamê de tevî her tiştî çawa me duh serê xwe pêl nekir em îro jî nakin. Serî ne pêlkirin di dilê wan de ma û me koxuşa F-2 kir cihê çapemeniya azad. Em ê pênûsa xwe li vir jî bidin axaftin. Em wek paşengên Apê Musa û Gurbetellî dibêjim ‘gotina me pênûsa me ye’ û li vir navberê didim gotinên xwe...
Ez hemû kesên piştevaniya me kirine silav dikim hezkirinên xwe dişînim. Bi hêviya rojên azad ku tu pênûs dîl nayên girtin...”