‘Tirsa me veguherî nefretê, hêrsa me veguherî berxwedanê’

  • 09:05 26 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Suzî M. ya tevli çalakiyên ku ev du mehe li Rojhilat û Îranê pêk tên bû wiha vegot: “Ez niha bi hêrs, rondik, kîn bersiv didim pirsên we. Lê tirs li Komara Îslamî ya Îranê veguherî nefretê. Hêrs û nefreta me ji bo rejîm bê xistin veguherî berxwedan û têkoşînê.”
 
Jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Tehran a Îranê di 13’ê îlonê de ji aliyê polîsên ahlaqê ve bi îşkencê hat qetiklirin. Piştî vê çalakiyên destpêkirin didomin. Protestoyên li bajarên rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin li hemû bajarên Îranê belav bûn. Çalakî ev du mehin didomin û di êrîşên li hember bajarên Kurdan de gelek kes hatin qetilkirin. Tevî vê gel qadan terk nake.
 
Suzî M. ya li bi malbata xwe ya li Rojhilat dijî tevli çalakiyan bû. Suzî ya me bi hinceta ewlehiyê paşnavê wê neda ji JINNEWS’ê re axivî.
 
* Li Îranê du mehin çalakî didomin û bi taybet em şahidiya berxwedana gelê Kurd dikin. Di van du mehan de çalakî gihiştin kîjan astê? Rewşa dawî çi ye?
 
Di dema şorşea Jîna de tevî zexta rejîmê ya li hember gelê Kurd û muxalefetê çalakî bê navber hatin emaşdnin. Li gorî rejîmê hewl dida ku bi van kuştin û komkujiya gel bitirsîne û nafikire ku ji ber xwînê dirijîne wê sûcdar bê dîtin. Lê gelê Kurd ji paşerojê heta ji bo azadî û wekheviyê têkoşîn daye. 
Li Kurdistan û bajarên rojavayê Azerbaycanê rewşa protestoyan ev e. Hemû bajarên Kurdan wek qada şer in. Hemû bajarên Kurdistanê ev hefteyeke di greva giştî de ne. Ev du meh bû grev kêm bûn lê ev hefteyek 10 roje grev li her derê belav bûye. Rejîm êrîşî malan zanîngehan dike. Mirovan digirin direvînin û dikujin. Tu der ji bo me ne ewleye. Atmosfera li bajaran jî pir bi xof e.
 
Li hemû bajarên Kurd gel kêm an jî zêde li kolanan tevli çalakiyan dibin , rejîmê protesto dikin lê li Mahabad û Javanrud gelek kes dadikevin kolanan û rewş pir cidiye. Li Mahabadê rejîmê li her derê hêzên xwe bi cih kirine û bi her cureyê çekan êrîşî ciwanên sivîl dike û zarok û kal û pîran hedef digirin. Avahî tên bombebarankirin, kesên li malên xwe dimînin jî tên gulebaranikirin.
 
Êrîş gihiştine astek wisa ku mirov nikarin birîndar û cenazeyên xwe ji kolanan bigirin. Bi taybet gelê Javanrud hewcedariya wan pir bi alavên tibî û xwînê hene. Ji bo alîkariyê ji bajarên din alavan dixwazin. Lê rejîma Îranê pêşî lê digire nahêle bê şandin. Heta gel dibêje ava wan qirêje û zehrî kirine. Ez dikarim vê bêjim; Komara Îslamî dixwaze gelê Kurd biqedîne.
 
*Çalakiyan di jiyana civakî de çi guhert?
 
Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna, sebra gel nema û ev bû sedema serhildana wan. Ev tevgerên şoreşî yên ewil li bajarê Jîna Seqizê dest pê kir û li bajarên din yên Kurd belav bûn.
 
Piştre li herêmên din belav bû û ji ber bûyera Jîna piştgirî dan şoreşê. Lê sedema esas ya protestoyan ji qetilkirina Jîna wêdetir, zêdetir bû. Ji bo nerazîbûnên xwe yên li hember komara Îslamî bînin ziman daketin kolanan.
 
Du mehe ev protesto didomin. Ji bilî Zahedan, li gelek bajaran gel ji çalakiyan vekişiyan. Êdî li hinek bajaran welatî tevli protestoyan dibin. Barê giran yê şoreşê li ser milê Kurdan û Beluçan ma. Em di eniya pêş de ne. Rejîma Îranê jî bi awayekî hovane me qetil dike.
 
*Gel tevî êrîşan hîna li kolanan e. Hun natirsin gelo?
 
Bêguman em hemû ditirsin. Jiyana me bi awayekî cidî zirar dît. Ji ber em her roj şahidiya sûcên rejîmê dikin û xemgîn didin. Ez niha bi hêrs, rondik, kîn bersiv didim pirsên we. Lê tirs li Komara Îslamî ya Îranê veguherî nefretê. Hêrs û nefreta me ji bo rejîm bê xistin veguherî berxwedan û têkoşînê.Tevî gel ditirse jî em dixwazin guhertinek pêk bê.
 
*Yên tevli çalakiyan dibin ji aliyên heval û cîranên xwe ve çawa tên pêşwazkirin. Gelo ji ber vê nêzîkatiya wan diguhere?
 
Çalakgerên Rojhilat di heman demê de sîmgeya cesaretê ne. Yên tevli protestoyan nabin bi awayên cuda piştgiriyê didin çalakiyan. Mînak alîkariya malbatên şehîdan dikin. Hinek ji şoreşgeran re xwarinê amade dikin û belav dikin. Hinek alavên tibî û dermanan peyda dikin. Hinek bi hevkariya çapemeniyê dengê me didin bihistin.
 
Lê ev têr nake. Hewce bi piştgiriya NY û hikûmetên din heye. Hewcedarî heye ku qada navneteweyî li hember Îranê pêkanînan bike û ceza bide. Lê mixabin alîkarî nedan. Belkî bidin ez nizanim lê ez vê bêjim. Hêviya me ji piştgirî û alîkariya rêxistina mafên mirovan û welatên rojava tune ye. Tevî her tiştî em ji têkoşîna xwe şûnde gavê navêjin.
 
*Daxwaza gel çi ye?
 
Îran di her alî de welatekî dewlemend û mezine. Lê mixabin 43 sale yên vî welatî bi rêve didin, her tişt ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye û tu tişt xema wan nîne. Gelek kes di bin standartên jiyanek mirovane de dijîn.  Hemû siyasetmedarên me, yên me temsîl dikin îradeya gel ya girtîne yan jî hatine darvekirin yan jî ji rejîma molla reviyane çûne welatên din. Di serî de Kurdistan û gelê Zahîda ji hemû mafê mirovahiyê bêpar hatin hiştin. Em wek gel hikûmeta faşîst emperyalîst naxwazin. Ji hikûmeta nû bendewariya me, afirandina îstîhdam, pêşxistina îstîhdam, jiyanek ewle, wekheviya jin û mêr, li hember baweriyan rêzdarî, naskirina ziman û nasnameya me ye. 
 
*Êrîşên rejîma Îranê li hember herêma kurdan didomin. Hun di vê mijarê de çi dibêjin?
 
Gelê Kurdistanê ne tenê li dijî Komara Îslamî beriya vê jî li hember zilma rejîma emperyal serî netewand. Ji bo mafên xwe bigirin her tim têkoşiyan û ev cesareta berxwedêr ya Kurdistanê her tim rejîma Îranê tirsandiye. Ji ber vê rejîmê her tim xwest me biçewisîne. Niha tirsa wan gihiştiye lûtkeyan Ji ber vê jî partiyên Kurd sor dikin û êrîşê me dikin, mafên me bi awayekî çavsor tê binpêkirin.