Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 3'yemîn de ye
- 13:09 28 Îlon 2026
- Çand û Huner
AMED - 10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 3yemîn de berdewam dike. Pirtûkhez bi eleqeyeke zêde serdana pêşengehê dikin.
10'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê ve li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 3yemîn de berdewam dike. Pêşengeha Pirtûkan rastî eleqeyeke mezin tê. Pirtûkhez bi awayekî girseyî serdana pêşengehê dikin.







