10'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê didome

  • 15:41 2 Cotmeh 2026
  • Çand û Huner
AMED - 10'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di roja 7'emîn de didome. Gelek xwendekar û pirtûkhêz bi awayekî girseyî serdana pêşengehê dikin.
 
10'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAP'ê ve li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 7'emîn de berdewam dike. Di fuarê de gelek nivîskar, helbestvan pirtûkên xwe îmze dikin, bi xwînerên xwe re tên bahev, li ser gelek mijaran nîqaş û gotûbêj û panel tên kirin.
 
Di roja 7'emîn de hat dîtin ku gelek xwendekarên dibistanên Amedê û gelê Amedê tev li pêşengehê bûn. Fuara ku bi serdan û eleqeyek mezin didome, wê di 4'ê Cotmehê de bi dawî bibe.