Li Îranê 122 kesên din bi vîrûsê mirin
- 13:44 10 Nîsan 2020
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê ji ber vîrûsa koronayê 122 kesên din jiyana xwe ji dest dan û hezar û 972 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin.
Li Îranê bi giştî 35 hezar 465 kes rewşa wan baş bûye û heta niha jî 4 hezar û 232 kesî ji jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê Wezareta Tundistiya Îranê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr bîlançoya 24 saetên dawî ya vîrûsa korona eşkere kir û li gorî bîlançoyê di nava 24 saetên dawî de hezar û 972 kesên din bi vîrûsa korona ketine. Hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihîşt 68 hezar û 192 kesan.