Li Heleb û Minbicê meş: Wê têkoşîna li dijî tundiyê bidome

  • 19:14 25 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meşên li Heleb û Minbic li dijî tundiya li ser jinan peyamên domandina têkoşînê hatin dayîn.
 
Li Heleb û Minbicê jî bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî meşên girseyî hatin lidarxistin.
 
Heleb
 
Li Helebê jî bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Naveteweyî meşek ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star ve hat lidarxistin.
 
Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin hildan.. Endama rêxistina Kongra Star a Helebê Emîne Beyrem û rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Reşa Milhim axivîn.
 
Emîne Beyrem diyar kir ku felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye ji tevahî şoreşgeran re bûye dirûşmek û azadiya civakê bi azadiya civakê ve girêdayî ye.
 
Reşa Milhim bi boneya 25'ê Mijdarê şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku berxwedana jinan a ji bo azadiyê dê raneweste. Reşayê berxwedana Abdullah Ocalan a li hemberî pergala îşkence û qirkirinê silav kir û da zanîn ku şoreşa jinan a xwe dispêre felsefeya  Abdullah Ocalan wê heya azadiyê bidome.
 
Minbic
 
Li Minbicê jî li dijî tundiya li ser jinan meşeke girseyî hat lidarxistin.
 
Piştî meşê li Çerxerêya Mêzan a navenda bajar mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê Sîham Hemo axivî.
 
Sîham Hemo diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa jinên azad e û got: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî ji tevahiya jinên li cîhanê re bûne mînak. Ev dirûşme di navaroka xwe de wateyên berxwedan û têkoşînê hildigire. Jin wê têkoşîna azadiyê bidomîne."
 
Sîham Hemo soza domandina têkoşîna bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" da. Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.