PEN Înternational ji bo Nesrîn Sutude banga berdanê kir
- 15:48 23 Îlon 2020
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - PEN Înternational ji bo Nivîskar, Parêzer û Aktivîsta Mafê Mirovan a Îranî Nesrîn Sutude ya ku di greva birçîbûnê de ye banga berdanê kir.
PEN Înternational ji bo Nivîskar, Parêzer û Aktivîsta Mafê Mirovan a Îranî Nesrîn Sutude ya ku li dijî şerd û mercên giran ê girtiyên siyasî di serdema pandemiyê de pê rû bi rû mane dest bi greva birçîbûnê kiriye, banga berdanê ya demildest kir. PEN Înternational li ser rûpela xwe ragihand ku rewşa Nesrînê giran e û ew di mijara tenduristî û xweşguzariya Nesrînê de bi fikar in.
Nivîskar, Parêzer û Aktivîsta Mafê Mirovan a Îranî Nesrîn Sutude ji ber xebatên parastina mafên mirovan di Girtîgeha Evînê de tê girtin. Nesrînê ji bo muamele û şerdên nebaş ên girtîgehê yên di serdema pandemiyê de şermezar bike di 11'ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kir. PENa Amerika û PENa Swêdê jî ji bo Nesrînê serbest bê berdan piştigirî dan banga PEN Înternational.
Ji kerema xwe nerazîbûnên xwe ragihînin Komara Îslamê ya Îranê
PEN Înternational li ser rûpela xwe di heman demê de navnîşanên ragihandina ji bo nerazîbûna li dijî girtina Nesrînê jî parve kiriye. Her wiha li ser rûpela PEN Înternatîonal gotina 'Ji kerema xwe nerazîbûnên xwe ragihînin Komara Îslamê ya Îranê ' hat parvekirin û navnîşanên ji bo ragihandina nerazîbûnê hatin parvekirin.
Navnîşanên ji bo ragihandina nerazîbûnê wiha ne:
Pêşengê Komara Îslamî ya Îranê
Ayetullahê Mezin "Ali Hamaney"
Navnîşan: Ofîsa Pêşngê Mezin, Kolana Komara Îslamê, Dawiya Kolana Shahid Keshvar Doust, Tahran, Komara Îslamî ya Îranê.
E-posta: http: //www.leader.ir/langs/en / ...
Twitter: @khamenei_ir (İngilizce), @Khamenei_ar (Arapça), @Khamenei_es (İspanyolca).
Serokê Darazê
Bay Ebrahim Raisi
Adres: c / o BM'ye İran Daimi Temsilciliği, Chemin du Petit-Saconnex 28, 1209 Cenevre, İsviçre
Eposta: iran@un.int
Twitter: @Iran_UN (İngilizce)
Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê
Hassan Rouhani
Navnîşan: Serokatî, Kolana Pasteur, Qada Pasteur Tahran, Komara Îslamî ya Îranê
E-posta: media@rouhani.ir
Twitter: @HassanRouhani (İngilizce) ve @Rouhani_ir