Li Şehbayê jin li dijî tundiya mêr dewletê meşiyan

  • 16:23 25 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Roja Cîhanî Ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Kongra Star Efrîn-Şehba meşek li dar xist.
 
Bi dirûşma "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze" Kongra Star a Efrîn-Şehbayê ji bo 25'ê Mijdarê roja Cîhanî Ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jin herikîn qadan, meşek li dar xistin.
 
Meş ji destpêka navçeya Ehdas a Şehbayê heya dawiya navçeyê berdewam kir. Di meşê de bi hezaran ji koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê beşdar bûn û wêneyên pakrewanên jin her wiha alên Kongra Star û pankertên bi nivîsên "Tundiya li ser jin qirkirina civakê ye","Li dijî şideta baviksalarî pêkanîna şoreşa jin","Têkoşîna jinê wê azadiyê bîne, faşizimê hilweşîne" û "Jin jiyane, jiyanê nekujin" hildan.
 
Piştî meş bi dawî bû yek deqe rêz hat girtin û paşê endama Kongra Star Efrîn-Şehba Rûdîn Mihemed axivî. Rûdîn Mihemed got: "Em ji warê berxwedanê silavên xwe ji Rêber Apo re rê dikin. Îro em li qada û kolanan in ji bo bilindkirina dengê azadiyê li dijî tundî û cureyên wê. Hemû cureyên tundiyê êşkencekirin, destdirêjî, lêdan, binpêkirina mafê jinan li ser jin tên meşandin û rola wan di nava civakê de diçewsînin. Em jî bi felsefeya azadiyê ya ku Rêber Apo pêşkêşî hemû jinên bindest kiriye tev digerin û tekoşîna xwe li dijî tundiyê xortir dikin. Dagirkirina herêmên me jî cureyek ji tundiyê ye. Heya ku em jiyanek hevbeş di nava her du zayendan de ava nekin wê tu car tekoşîn û berxwedana me raneweste. Di heman demê de bi felsefeya Jin jiyan Azadî wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" dawî bû.