Navê du rojnamegerên jin dê li kolanên Tehranê bê kirin
- 15:08 20 Tîrmeh 2021
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Bajêr a Tehranê navê du rojnamegerên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan dê li du kolanên cuda bikin.
Dê navên rojnamegerên jin Mahshad Karimi û Reyhaneh Yassini yên di dema şopandina nûçeyan de qeza derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan li du kolanên Tahranê bê kirin.
Li gor nûçeya NuJINHA'yê bi biryara Konseya Bajêr a Tehranê dê navên du rojnamegerên jin li du kolanên Tehranê bên kirin.