Peymana Stenbolê hat betalkirin, divê 6284 bê parastin

  • 09:04 25 Mijdar 2024
  • Rojane
  
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR-Parêzer Elîf Musluoglu da zanîn ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundî zêde bûye û got divê qanûna 6284 ya di meriyetê de ye bê parastin.
 
Peymana Stenbolê di 11’ê Gulana 2011’an de hat îmzekirin. Lê Tirkiye di 1’ê Tîrmeha 2021’ê de bi biryarnameya serokomar ji Peymanê vekişiya. Piştî fehskirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan zêde bû û girêdayê peymanê qanûna 6284 ya di destûra bingehîn de cih digire jî di bin xetereyê de ye.
 
Parêzer Elîf Musluoglu der barê feshkirina peymana Stenbolê û qanûna 6284 de nirxandin kir.
 
Derketina peymanê
 
Elîf Musluoglu da zanîn ku Peymana Stenbolê gavek dîrokî bû û navbera Tirkiye, Ewropa û Asyayê de pir bû. Elîf Musluoglu got di mijara mafê mirovan Peymana Stenbolê di qada navneteweyî de Tirkiye xurt kiriye û têkiliyên bi Rojava re xurt kiriye. Elîf Musluoglu wiha got: “Di mijara mafê mirovan de ji bo xurtkirina hişmendiya civakî, îmzekirina Peymana Stenbolê faktorek gelek girîng bû. Zexta civakî di mijara îmzekirina Peymana Stenbolê de rolek girîng lîstiye.”
 
Çima Tirkiyeyê pêk neanî?
 
Elîf Musluoglu da zanîn ku desthilatdariyê nava demê de îdia kiriye ku peyman zirarê dide malbatê û wiha domand: “Desthilatdariyê nava demê de polîtîkayên ku normên malbatî û kevneşopî derdixe holê pêş xistiye. Vê rewşê bandor li kêmkirina piştgiriya ji bo peymanê kiriye. Aliyê muhafazakar nirxên olî û çandî dane pêş û li hember peymanê bûne xwedî helwest.
 
‘Yên peyman parastin hedef hatin girtin’
 
Elîf Musluoglu wiha dirêjî dayê: “Parêzvanên mafê jinan û saziyên civakî ji bo parastina peymanê kapanya dane meşandin lê desthilatdariyê peyman hedef girt. Yên peyman parastin jî hedef girtin. Pêknehatina qanûnan di mijara têkoşîna jinan de astengî afirandiye. Qanûna 6284 di mijara pêşîgirtina tundiyê de bi bandor lê di mijara pêkanînê de qels man. Fehskirina Peymanê gumanbar xurt kirin. Qelsiya daraza ceza ava bû û mekanîzmayên hiqûqî yên der barê tundiya li ser jinan kêm bûn. Tundiyê destê gumanbaran xurt kir.”
 
Newekheviya zayendî mayînde bû
 
Elîf Musluoglu di berdewamiyê de daxuyakirin ku di sererastkirinên qanûnî de şûnde gav htaine avêtin, qanûna 6284 pêk nehatiye û tedbîrê parastinê qels mane û wiha got: “Ji ber van pirsgirêkan jinan nikaribûn mafên xwe bikar bînin. Newekheviya zayendî mayînde bû.Tundiya li ser jinan her çû zêde bû. Di 2022’an de tundiya li ser jinan ji sedî 24 zêde bû û hejmara jinên hatin qetilkirin di 2021’ê de 338 bû di 2022’an de 421 bû.Feshkirina peymanê girêdayê avakirin rejîma zayenda nû ya ku deshtilatdarî ava dikir bû. Di guherîna destûra bingehîn de jî newekheviya zayendî tê hedef kirin. Divê tedbîrê ku qanûnan diparêzin bên girtin. Her wiha di çapemeniyê de divê zimanekî berpirsyarî bê teşwîqkirin.”