'Heta Talîban desthilatdar be, em ronahiyê nabînin'

  • 09:07 4 Çile 2023
  • Cîhan
 
Melek Avci 
 
ENQERE - Derhênera Weşana Zan Tîmes û Rojnamezer Zahra Nader ev îfade bikar anî: “Li Efganîstanê dîrok xwe dubare dike û gelê wê dibin qurbanê biryarên ku qet têde cih nagirin. Divê li hember vê bertekek global ava bibe. Heta Talîban desthilatdar be, em ronahiyê nabînin.”
 
Talîban di 15’ê tebaxa 2021’ê de dîsa Efganîstan girt dest û jiyana jinan veguhert cehnemê jiyana civakî û hemû maf yek bi yek qedexe kirin. Ji roja Talîban hat desthilatdariyê peyamên nerm dan cîhanê lê jinan ji serî de bi sozên Talîban bawer nekir û bang li cîhanê kirin. Bêguman jî ji be tecrubeyên berê texmîn kirin û çawa texmîn kirin wisa jî bû. Ajansa nûçeyan a Jinan Zan Tîmes ku hewl dide dengê jinên efgan bide bihistin, ji aliyê jinan ve tê meşandin. Zan Tîmes ji nivîskar, rojnameger û aktîvîstan pêk tê. 
 
Derhênera Weşana Zan Tîmes û Rojnamezer Zahra Nader rewşa jinên efgan ji ajansa me re nirxand.
 
* Ji roja Talîban hat hemû qad ji jinan re qedexekir. Qada perwerdê li jinan hat girtin. Hûn karin rewşa dawî vebêjin?
 
Heta niha zarokên di bin temenê 13’yî de diçûn dibistanê. Dibistanên perwerdê yên raybet jî girtibûn. Hinek dibistan ji bo alternatîfan dixebitin. Li wan deran dersên matematîk, kîmya û her wekê din didin jiyîn. Piştre ji efganîstanê jinan diyar kirin ku Talîban ketina van navendên taybet û zanîngehan qedexe kiriye. Roja hat qedexekirin jin li me geriyan û agahî dan. Yekane welatê cîhanê yê perwerdê li jinan qedexe dike ye. Ev tenê yek qedexeye. Hefteya borî di saziyê civaka sivîl de jî xebata jinan qedexekirin. Yanî jin bi giştî hepsê malê kirine. Ji roja Talîba hatiye mafê jinan tên girtin.
 
* Qada perwerdê li jinan qedexekirin tê wateya ku jin qada xebat û pîşeyê tên dûrxistinê. Li welat niha xizanî û betaliya jinan heye. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?
 
Li gorî saziyên NY’ê ji sedî 98’ê nifûsê pirsgirêka xela xurekê dijîn. Nîvê nifûsê jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Ligel vê mafê xebatê ya jinan ji dest tê girtin. Derfetê jinan ji dest tên girtin û nikarin li xwe û malbatên xwe binêrin. Li Afganîstanê ji şerê ku 40 sale didome heta niha gelek jin debara malbata xwe dikin. ji ber kesekî di malbatê de bixebitin tune. Yanî ew nanê qezenc dikin. Lê niha ew xistine hundir û nahêlin derkevin derve. Sektora cemawerî, STK li wan hatine girtin. Şertên li Afganîstanê pir guherîne. Ne wek berê ye. Rewş gelek xera bûye û wê bibe jî. 
 
* Hûn bêdengiya hêzên navneteweyî çawa dinirxînin?
 
Di îlona 2001’ê de welatê me hat dagirkirin. 20 sal derbas bû Talîban dîsa efganîstan girt. Jinên Afgan êş û elema 2001’ê dîsa jiyan. Mixabin em ji qada navneteweyî der barê ku çawa li dijî Talîban biserkevin tiştekî nabihîzin. Ji bilî alîkariya mirovahî tiştek nayê kirin. Xebatên wan yên bo alîkariya mirovahî niha di krîzê de ne. Ji ber Talîban nahêle jin bixebitin. Ev hewcedariyek lezgîne. Heta niha welatan derbarê vê mijarê de planek çalakiyê nekirine. Li Afganîstanê dîrok xwe dubare dike. Gelê efgan dibe qurbana biryarê ku qet ew têde tune ne. Li gorî min divê encamek vê ya global hebe. Divê berteke global ava bibe. Ji bo jinên efgan divê tevgera femînîst li her derê cîhanê bê gel hev. Ev ji bo sedsala em têde dijîne gelek girîng e.
 
* Li Îranê bi pêşengiya jinan çalakiyeke civakî mijara gotinê ye. Gel li kolanan daxwazên xwe tîne ziman. Gelo çima li efganîstanê tevgerek wisa tune?
 
DYA ji bo berjewendiyên xwe hat efganîstanê û piştre çû. Gelê Efgan li pey xwe hişt. Ev 20 sal bû qe nebe jin diçûn dibistanê. Li welat perwerdehiyek hebû. Ez jî tê de gelek ciwanî  li welat xwe gîhand mafê perwerdê. Piranî gel perwerde dît. Lê ji ber şerê hêzên navneteweyî civak bi çekan hat rêvebirin. Li gorî xwe civakek afirandin. Em civaka efganîstanê xwedî paşerojek wisane. 
 
Li Îranê tevî hemû zextan qe nebe destûr dabûn ku mirov perwerdê bibînin. Niha jinên pêşengiya têkoşîn û berxwedana li Îranê dikin hemûyî zanîngeh xwendine, dayikên wan xwendine, heta dapîr û bapîrên wan xwendine. Yê wan mafê perwerda wan hebû. Lê ya me tunebû. Gelek jin li Efganîstanê xwendin û nivîsandinê nizanin. Asta perwerdê û perwerde gelek girînge. Perwerde hêzeke. Dema perwerde hebe mirov dikarin berbi guherînê ve biçin, biserkevin. Pêkanînên Talîban li Efganîstanê dide ferzkirin, di asta herî jor de ye. Mixabin heta ku Talîban desthilatdar be ronahî nayê dîtin.
 
* Li welat çapemenî tê sansûrkirin. Di qada navneteweyî de jî çapemenî tê sansûrkirin. Hûn vê mijarê de çi dibêjin?
 
Li her derê li ser rojnamegeran zext hene. bi taybet ez bêjim em li welatê xwe nikarin karê xwe bikin. Ji ber em rojnamegerên xwedî qerta çapemeniyeke ku Talîban rexne dikin e, em nikarin pîşeya xwe bikin. Li Efganîstanê rojnameger û çapemeniya serbixwe nikare karê xwe bike. Ji ber vê gelek saziyên çapemeniyê li Efganîstanê girtîne an jî hîna hinek dixebitin. Yên dixebitîn jî li gorî Talîban dixebitin. Ajansa me Zan saziyek surgune û li dervê welat faliyetan dimeşîne. Hevalên me yên li Efganîstanê agahiyan didin me û nûçeyan dişînin hene. Em nûçeyan digirin û diweşînin.
 
* We Zan Tîmes ava kir. Fikara avakirinê çawa derket holê, armanca wê çiye?
 
Ez li Efganîstanê rojnameger bûm. Di 2017’an de çûm Kanadayê. Min li zanîngeha Yok doktora kir. Min rojnamegeriya serbest dikir. Piştî Talîban Efganîstan girt, min ji bo jinan alîkariya rizgarkirina jiyanê kir û bexş kom kirin. Li hember jinên efgan êrişek mijara gotinê bû. Em rojnamegerên jin bi awayekî sîstematîk ji qadan hatin paqijkirin. Me der barê jinan de agahî nedigirt. Niha em dikarin bêjin ji sedî 95’ê jin li malê hatine hepskirin. Talîban hemû jin heps kiriye û rêbazên zayendî ferz dike. Niha parvekirina rewşa wan gelek girîng e. Bi rastî girseyeke mezin a qada navneteweyî ya naxwaze rewşa jinên efgan bibîne heye. Ji ber vê jî me rojnamegerên Efganîstanê dît ku rewş çiqas zor û zehemte û divê em der barê jiyanan de nûçeyan çêbikin.
 
* Peyama we ji bo jinên efgan û jinê cîhanê çiye?
 
Divê hemû jinên cîhanê ji bo jinên efgan rabin ser piyan. Ji kerema xwe re bibînin ku tiştên îro hatine serê jinên efgan tenê bi jinên efgan ne sînore û vê bibînin. Gelek welatên ku dixwazin hebûna jinan red bikin hene. Ji ber vê jî ji bo ev rewş biguhere û jin bên qebûlkirin divê em li her derê rabin ser piyan û der barê mafê jinên efgan de biaxivin.