'Qeyûm tirsa ji îradeya gel e '
- 13:25 24 Mijdar 2024
- Rojane
ŞIRNEX/ERZIROM - Di çalakiya li dij qeyûman de Hevserokê DEM Partiyê yê bajarê Şirnexê axivî û got, "Hewldana rêveberiya bi qeyûman, tirsa îradeya gel e."
Li Şirnexê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Rêxistinên Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Dêrsim û Pulurê şermezar kirin. Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Silopiya, Cizîr, Gundikê Melê û Deşta Darê û gelek welatî beşdarî daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta "Qeyûm biaxive tu ji ku yî" hat vekirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî got, "Hikûmeta AKP'ê bi darbeya qeyûm a ku di demên dawî de cara sêyemîn pêk anî, dixwaze civakê ji nû ve dîzayn bike. Çawa ku hemû rêbazên ewlekariyê yên sed sal in di pirsgirêka Kurd de tên ceribandin pûç bûye, polîtîkaya qeyûmê jî wê têk biçe."
Piştre Parlamentera DEM Partî Newroz Uysal Aslan axivî û got, "Colemêrg berxwedan e, Elîh cihê serhildanê ye, Mêrdîn nûnertiya baweriyê ye."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedana Dêrsimê", "Jin jiyan azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû.
Erzirom
Rêxistina bajarê Erziromê ya DEM Partiyê li pêşiya Rêxistina navçeya Qereçoban têkildarî polîtîkayên qeyûman daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku pankarta "Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin desteserkirinê" hat vekirin, gelek endamên partiyê amade bûn. Rêveberê Rêxistina DEM Partî ya bajarê Yavuz Karabudak ku daxuyanî da, destnîşan kir ku gelê Kurd polîtîkayên qeyûman red dike. Yavuz Karabudak got, "Gelê me di hilbijartinan de îradeya xwe ji bo DEM Partiyê bi kar anî. Ev pêkanîn êrîşek li dijî mafê gelê Kurd ê dengdayînê ye."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Dêrsimê" bi dawî bû.