
Şerê li Sûdanê: 12 milyon kes ji cihê xwe hatin kirin
- 14:48 15 Nîsan 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Pevçûnên li Sûdanê ket sala xwe ya 3’yemîn. Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres, bang kir ku pevçûn werin rawestandin.
Li Sûdanê pevçûnên ku ji 15’ê Nîsana 2023’yan ve dest pê kirin heta niha didomin. Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ket sala 3’yemîn.
Li gorî daxuyaniyên saziyên navneteweyî, ji ber pevçûnên li Sûdanê ku bûye sedema koçberiya herî zêde di cîhanê de, binesaziya welat, hilweşiyaye, di warê tendirustî, perwerde û aborî de bûye sedema texrîbatên mezin.
Li Sûdanê ji ber şer ji 11 milyonî zêdetir mirov koçber bûn, nêzî 4 milyon kes jî koçberî welatên cîran bûn. Tê gotin ku hejmara kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane nêzî 20 hezar e. Encama texrîbata ji ber şer û pevçûnan jî herî zêde li ser jin û zarokan çêdibe. Li dijî jin û zarokan, tecawiz weke çek tê bikaranîn.
‘Bedela herî mezin sivîlan da’
Sekreterê Giştî yê Neteweyîn Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di daxuyaniya li ser pevçûnên li Sûdanê de diyar kir ku bedela herî mezin ji ber şer li Sûdanê mirovên sivîl dane. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji bo bidawîbûna pevçûnan divê li hemû cîhanê çalakî werin lidarxistin, êrîş hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Şerê ku bûye sedema texrîbatên mezin du sal in didome û krîzeke mezin a ku bedela wê mirovên sivîl didin çêbûye."
12 milyon kesan malên xwe terikandin
Di daxuyaniyê de, bal hat kişandin ku şerê li Sûdanê bûye sedema koçberiya herî mezin a di cîhanê de, nêzî 12 milyon kes neçar mane malên xwe biterikînin, 3,8 milyon mirov jî koçberî welatên cîran bûne. Her wiha hat diyarkirin ku nêzî 25 milyon mirov bi akut re rûbirû mane, ji 30 milyonî zêdetir mirov pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye û li hinek herêman jî xela hatiye tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê de ji bo bidawîbûna pevçûnan bi gotinên; "Divê destek û dayîna çekan bi dawî bibe” wiha hat gotin: “Divê cîhan gelê Sûdanê ji bîr neke.”