‘Wê raporên hevdîtinan bi Rêber Apo re bê parvekirin’
- 20:54 13 Kanûn 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Li Sîlopî ya Şirnexê ji aliyê DEKUP’ê ve hevdîtina ‘Aştî û Civaka Demokratîk’pêk hat û di hevdîtinê de hat diyarkirin ku riya aştiyeke mayîn de bi aştiya navbera jin û mêr de pêkane.
Ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li Sîlopî ya Şirnexê hevdîtina ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêk hat. Veysî Aktaş yê demek nêz de ji girtîgeha Îmraliyê hat tahlyekirin, parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrin Mazlum Dînç, hevşaredara Êlihê ku qeyûm tayînê şûna wê bû Gulîstan Sonuk wek axaftinker tevli hevdîtinê bûn.
Gulîsan Sonuk piştî rêzgirtinê axivî û got her kes pêvajoyê ji nêz ve dişopîne û wiha vegot: “Em di çarçoveya pêvajoyê de civînên gel pêk tînin. Ji bo em pêvajoyê ji gel re vebêjin civînan pêk tînin. Ev civînên me ji civînên din cudatire, em ê raporên van civînan bi Rêber Apo parve bikin.Avairina aştiyeke civakî, bi avakirin aştiya navbera jin û mêr depêkane. Em gelê Kurd divê ewil vê çareser bikin.”
Piştî axaftinan Vesyî Aktaş û Mazlum Dînç der barê pêvajoyê de nirxandin kirin.







