Li ser rola jinan ya di çapemeniyê de semîner

  • 19:35 13 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê li ser rola jinan ya di çapemeniyê de bi tevlîbûna çalakvan û rojnamevanan semînerek hat lidarxistin.
 
Li Pirtûkxaneya Pirtûgal ya Silêmaniyê li ser rola jinan ya di çapemeniyê de Çalakvan û Rojnamevan Hana Şiwan semînerek da.
 
Di semînerê de Çalakvan û Rojnamevan Hana Şiwan axivî û destnîşan kir ku di nava 7 salên borî de zêdetir jin tevlî karê ragihandinê bûne û malbat jî alîkariya wan kiriye. Rojnamevan Hana Şiwan anî ziman ku jin tevlî gelek çalakiyan dibin û bandora wan heye û got: “Mixabin pirê caran edîtor li pêşiya karê jinan yê di ragihandinê de dibe asteng. Edîtor û Xwediyê Îmtiyazê yan jî Midûrê Karê Nivîsê pirê caran ji jinan fam nakin ji ber wê dibin asteng. Tevî hemû astengiyan jî di nava 7 salên borî de zêdetir jin tevlî karê ragihandinê bûne, her wiha malbatên wan jî di vî warî de ji bo wan bûne alîkar.”
 
Rojnamevan Hana Şiwan anî ziman ku gelek caran iin li cihê lê kar dikin zext lê tê kirin û got: “Bi taybet ew navnîşanên hatine çêkirin, kes nizane dahata wê ji kûderê tê standin. Yek ji astengiyên herî mezin yên li pêşiya jin û jinên ciwan ya di karê ragihandinê de ewe ku îmzekirina peymanên li gel wan dezgehên kar dikin ku zêdetir ji wan kar dixwazin û diwestînine. Dîsa dem nedayîna dema ducanî, hew wiha erka rêveberiya karê jinan. Jin di danîna karê stratejîk de nîne. Ev jî çavkaniya xwe ji astengiyên li pêşiya wê hatî danîn digire. Mijara yasa jî yek ji astengiyên dine li pêşiya jinan hatiye danîn. Yasayên karê ragihandinê pir başe, lê nayên bicihanîn. Vê jî wisa kiriye ku jin ji karê siyasî dûr bikevin.”