Di teqîna kana komirê de 82 kes mirin

  • 11:15 23 Gulan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê Çînê di hundirê kaneke komirê de teqîn çêbû. Li gorî agahiyan heta niha 82 kes mirine û lêgerîna li binê kavilan dewam dike.
 
Li kantona Shanxi ya bakurê Çînê di kana komirê ya ‘Liuchinyu’ de duh teqînek çêbû. Hate diyarkirin ku di encama teqînê de heya niha 82 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes di binê erdê de asê mane.
 
Li gorî agahiyên der barê sedema teqînê de, asta karbonmonoksîtê di hundirê kanê de gelekî bilind bûye, ev jî bû sedema xirabûna rewşa hejmarek karkerên di bin erdê de. Serokê Çînê Xi Jinping ji bo rizgarkirina kesên birîndar û asê mane û ji bo lêkolînkirina sedemên bûyerê banga xurtkirina hewldanan kir.
 
Ajansa nûçeyan a Xinhua ya Çînê ragihand ku sedema teqînê tê lêkolînkirin û xebatên rizgarkirinê kesên asê mane di şert û mercên dijwar de berdewam dikin.