UNICEF: Tevî agirbestê jî li Xezayê 300 zarok hatin kuştin

  • 16:30 7 Tebax 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê ragihand ku di 300 rojên agirbestê de ku di Cotmeha 2015’an de hatiye ragihandin, herî kêm 300 zarok li Xezayê hatine kuştin.
 
Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku li gorî raporan, di 300 rojên dawîn de ku agirbest di Cotmeha 2015’an de hatiye ragihandin, herî kêm 300 zarok an ku her roj zarokek, hatine kuştin.
 
Rêxistinê diyar kir ku zarok bi şert û mercên mirovî yên dijwar re rû bi rû ne; xirabûna xizmetên av û paqijiyê û kêmbûna xwarinê û nexweşî. UNICEF’ê diyar kir ku bi hezaran malbat li deverên wêrankirî dijîn ku pêdiviyên bingehîn lê tune ne.
 
UNICEF’ê bang li hemû aliyan kir ku pabendî qanûnên mirovî yên navneteweyî bin, zarokan biparêzin û gihîştina ewle û bêasteng ji bo alîkariya mirovî û xizmetên bingehîn misoger bikin.