Kampanyaya'Sêşema Na ji Darvekirinan re' dewam dike
- 13:34 11 Tebax 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ ragihand ku grevên birçîbûnê li 59 girtîgehan didomin her wiha bal hat kişandin ser cezayên darvekirinê yên ji bo tirsandina civakê tên bikaranîn.
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ li 59 girtîgehan di hefteya xwe ya 133’emîn de berdewam dike. Kampanyayê diyar kir ku grevên birçîbûnê li dijî cezayê darvekirinê li 59 girtîgehan berdewam dikin û ji 21’ê Adarê ve herî kêm 342 girtî hatine darvekirin. Li gorî daxuyaniyê, di navbera kesên ku hatine darvekirin de 10 jin, 2 kesên ku di dema girtinê de temenê wan hê nebûbû 10 û 37 girtiyên siyasî hene.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku cezayên darvekirinê ji bo afirandina atmosfereke tirs û çavtirsandinê di civakê de tên bikaranîn û wiha hat gotin: "Ew dixwazin dengê hemû kesên nerazîbûnê nîşan didin bibirin."
Li 59 girtîgehan grevên birçîbûnê berdewam dikin
Di daxuyaniya kampanyayê de hat destnîşankirin ku Mojteba Dehbendî û Kianûş Hemzeyî ku di xwepêşandanên meha Çileyê de li Şîrazê hatibûn binçavkirin û girtin, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêvajoya darizandina herdu girtiyan ne adil, ne jî zelal bûye û hat gotin ku ev rewş di gelek darizandinên girtiyên din de jî wisa bûye.
Ji bo tirsandina civakê cezayên darvekirinê tên bikaranîn
Kampanyayê diyar kir ku hinek girtiyên li dijî cezayê darvekirinê derketine, di hucreyên yekkesî de hatine bicihkirin an jî dosyayên nû li dijî wan hatine vekirin. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku cezayên darvekirinê yan jî cezayên girtîgehê yên demdirêj ên ku di dozên girseyî yên têkildarî bûyerên li Meydana Elîhanî û Meydana Şehîdan li Îsfahanê her wiha li Şandiz û Esferayenê de hatine birîn, ji bo tirsandina civakê hatine armanckirin.
Kampanyayê ji bo piştgiriya wan a ji bo hewldanên li dijî cezayê darvekirinê, spasiya gelek komên civakî, bi taybetî hunermend û malbatên kesên ku hatine darvekirin kir. Di daxuyaniyê de her wiha bang li gelê Îranê hat kirin ku xwepêşandanên li dijî darvekirinan gurtir bikin û piştgiriyê bidin kampanyayê.







