Di qirkirina Ruandayê de bi sedhezaran jin rastî şîdeta zayendî hatin

  • 09:18 5 Çile 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di qirkirina Ruandayê de şîdeta zayendî ya li hember jinan pêk tê wek alavek şer tê bikaranîn û nêzî 500 hezar jinên Tutsî ji bo ji nîjada xwe zarokan neynin cîhanê rastî şîdeta zayendî hatin.
 
Di qirkirina Ruandayê de nêzî 800 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Qirkirina di 6’ê Nîsana 1994’an de rû da, piştî Yekemîn Şerê Cîhanê şûnde bi parçebûna etnîkî ya navbera Hutu û Tutsiyan de dest pê kir. Qirkirina Ruanda bi giştî 100 rojî berdewam kir.  Bi hezaran jinên Tutsî rastî şîdeta zayendî hatin û hatin qetilkirin. Dema bersûcên qirkirinê dihat darizandin dadgerekî got ‘derbarê şîdeta zayendî ya li Ruandayê tu dane tune.”
 
Şîdeta zayendî wek çek hat bikaranîn
 
Di şer de herî zêde jin û zarok wek alava paqijiya entîk hatin bikaranîn. Li hemberî jinan rêbaza şîdeta zayendî hat bikaranîn. Hutuyan her tim jixwe re mafê gotinê dîtin û ji bo jinên rastî şîdeta zayendî hatin wiha gotin: “Tu ji bo me ne tiştekî. Em çi bixwazin dikarin bikin.” Di nav jinên rastî tecawizê hatin de yên seqet man hebûn. 
 
Ji ber şîdeta zayendî rê li ber nexweşiya HIV jî vebû. Li gorî danezana Fona Nifûsê ya NY’ê ya 2016’an de hat weşandin de hat gotin ‘ tecawizkarên qirkirinê soza ku wê HIV’ê belav bikin dane’.
 
Çapemeniya demî jinên Tutsî wek objeya seksê nîşan dan
 
Di dema îşkence û şîdeta zayendî ya li hember jinan de çapemeniya demî jî piştgirî dan van pêkanînan. Çapemeniya ku bi piranî ji aliyê Hututiyan ve dihat kontorlkirin jin wek ‘alava seksê’ nîşan dan. Di çapemeniyê de karîkaturên ku jin wek ‘alava seksê’ nişan didan hatin bikaranîn.
 
Interahamwe piranî şîdeta zayendî pêk anî lê hêzên çekdarî ya Ruanda û sîvîlan jî li dijî jinan şîdeta zayendî pêk anî. Piranî jin ji ber tecawîzê seqet man û malzaroka wan hatin derxistin. Seqethiştin jî ji bo bedena jinê bi giştî tune bikin hat bikaranîn. Jin bi kêran an jî alavên tûj, bi ava kelandî an jî asîtê dihatin îşkencekirin. Seqethiştin jî ji bo jin ji nîjada Tûtsî zarokan neynin hat kirin."
 
‘Zewaca bi zorê û koletiya zayendî’
 
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan  di daxuyaniya 1996’an de got: “Koletiya zayendî li jinan tê ferzkirin û ji aliyê komên mîlîs ve bi komî tên girtin an jî ji aliyê mîlîsan ve li nokteyên kontrolê an jî ji bo xizmeta zayendî tên bikaranîn. Di rewşa jin mîlîsan red bikin bi mirinê tên tehdîdkirin û şîdeta zayendî lê tên ferzkirin.”
 
Raportorê Taybet yê Ruandayê Rene Degnî-Seguî diyar kir ku di 1996’an de di pêvajoya qirkirinê de nêzî 250-500 hezar jin û zarok rastî îstîsmara zayendî hatine û di raporê de got ‘tecawiz rêbaz bû û îstîsna tunebû’. 
 
Dîrektorê rêvebirina Hewldana Civaka Vekirî ya ji bo Rojhilatê Afrîkayê Bînaîfer Nowroje raporek weşand û cih da îfadeyên şahidên şîdeta zayendî. Mêrên HIV’ê ji qestî şîdeta zayendî li jinan kirin ku derbasî wan jî bibin. Di klêkolîna ji aliyê Komeleya Jinên Bî yên Qirkirina Nîsanê ya di 1999’an de hatiye kirin ji sedî 6’ê mexdurên  tecawîzê hatine dermankirin. Her wiha qirkirin birin dadgehên navneteweyî jî.