Kar û barên îfadeya rojnameger Roza Metîna dest pê kir

  • 17:53 27 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED – Kar û barê îfadeya rojnameger Roza Metîna ya hatibû binçavkirin dest pê kir.
 
Di serdegirtinên malan ên li Amed, Şirnex, Dêrsim, Bedlîs, Riha, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Çanakkale û gelek bajarên din de gelek kes hatin binçavkirin. Piranî kesên hatine binçavkirin hîna di bin çavan de ne. Di çarçoveya lêpirsîndê de der barê gelek kesî de biryara binçavkirinê tuneye. Rojnameger û nivîskarên hatibûn binçavkirin li emniyetê tên girtin.
 
Li aliyê din kar û barê îfadeya kesên hatine binçavkirin dest pêkirin. Kar û barên îfadeya rojnameger Roza Metîna jî  dest pêkirin.
 
Rojnameger û nivîskarên hatine binçavkirin
 
Kesên di çarçoveya lêpirsîna wê Eskîşehîre de hatine binçavkirin wihane: “Roza Metîna (Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê), Erdoğan Alayumat (Rojnameger), Tugçe Yilmaz (Rojnameger), Bîlge Aksu (Rojnameger), Ahmet Sumbul (Rojnameger), Bîlal Seçkîn (Rojnameger), Mehmet Ucar (Rojnameger), Havîn Derya (Rojnameger), Sûzan Demîr (Rojnameger), Abdurrahman Aydin (Akademîsyen/Yazar), Ardin Dîren (Wegêr-Derhêner), Dogan Guzel (Karîkaturîst), Hîcrî Îzgoren (Helbestvan), Omer Barasî (Wergêr-Nivîskar), Baver Yoldaş (Koordînatorê Pirtûkakurdî) û Emrah Kelekçîer (Wênevan).”